Qapsûl

0
13
REKLAM    

Derhêner Yakûp Tekîntangaç di sala 1980’an de li Agiriyê ji dayîk dibe. Li zanîngeha Wanê ya Yuzuncu Yilê perwerdeya beşa kîmyayê dixwîne û piştî xwendina bilind li Stenbolê perwerdeya sînemayê dibîne. Her wiha niha jî di Kolektîfa Sînemayê ya Mezopotamyayê de dersa senaryoyê dide, kurtefîlma bi navê “Qapsûl(2013)” projeya wî a yekemîn e. Kurtefîlma bi navê “Qapsûl” di encama xebata kolektîf ya produksiyona Yapim13ê de, bi derhênerî û nivîskariya Yakûp Tekîntangaç derdikeve hemberî temaşevanan.

yakup antalya

Ev kurtefîlm ji sala 2013’an û vir ve beşdarî gelek mîhrîcanan dibe, ji hêla sînemager û temaşevanan ve eleqayeke erênî hildigire. Her çiqas li hemberî pêşbirk û mîhrîcanan û xelatgirtin û xelatdayînan rexne bên kirin jî, ji hêla pêşandana belge û kurtefîlman ve ev rexne divê hinekî nerm bibin. Ji ber ku belge û kurtefîlm ji bilî mîhrîcanan li cihekê din zû bi zû nayên pêşandan û dernakevin hemberî temaşevanan. Di vê encamê de fîlmên bi vî rengî nagihêjin gel û ji şîrove û nirxandinên gel dûr dikevin, ji aliyê gel ve nayên nasîn û zanîn. Di vê bingehê de mîhrîcanên belge û kurtefîlman(ne bi armanca xelatgirtin û xelatdayînê) divê zêdetir bên lidarxistin û ne tenê cihên navendî, hemû cihên ku temaşevan lê hebin(gund-tax-bajarok-bajar) bên pêşandan. Di vî warî de kar û bar û berpirsiyarî zêdetir dikeve ser milên sazî û dezgeyên sivîl û fermî, da ku êdî fîlm ji nava çar dîwaran derkevin û bigihêjin gel. Di vê encamê de him sînemager dê xwe bi nêrîn û nirxandinên gel pêşve bibin, him jî têkiliya gel û hunerê dê qut nebe.

qapsul

Kurtefîlma bi navê “Qapsûl” her çiqas kurt be jî ji hêla mijara xwe ve barekî giran hildaye ser milên xwe. Taybetiya vê fîlmê li gorî fîlmên di vê beşê de tên kêşandin, kurtefîlmeke bi çîrokî ye. Her çiqas bi çîrokî hatibe nivîsandin jî heman mijar di jiyana civakî de cî digire û hê jî didome, di vê hêlê de çîrokeke zindî ye. Fîlm li Amed û Êlihê derbas dibe û di nava bûyerên civakî û sîyasî de bi taybetî li ser jiyana du zarokan radiweste.

film kapsul

 Qapsûl, ji aliyê gelê Kurd ve baş tê zanîn. Ji derve ve bê mêzekirin bi serê xwe tenê fîşekek e, lê ji hêla jiyana civakî û sîyasî ve bê mêzekirin û nirxandin wateya wê diguhere. Qapsûl ji aliyê nîşanêya fîlmê û jiyana civakî ve him dibe sedema mirinê û him jî dibe sedema jiyanê. Ji aliyê dewleta Tirk ve di encama bikaranîna gulêyên bombeyî ya gazê de, qapsûlên guleyan bûne sedema mirina bi dehan zarok û ciwanên kurd, ji bilî qezayan zêdetirî wan bi rasterast bi encama kuştinê tên bikaranîn. Hêla rastiya civakî ya din ve, di encama bûyerên xwepêşandanan de qapsûl ji aliyê zarokên kurd ve tên berhevkirin û ji bo aboriyê tên firotin. Ku di çarçoveyeke teng de bê nirxandin ev bi serê xwe rastiyeke ecêb e. Gelek an jî netewek bi amûrekê him tê kuştin û him jî wê amûrê ji bo berdewamiya jiyana xwe bi kar tîne. Ev mijar hinekî bi firehî bê destgirtin di tevahiya Kurdistanê de ne tiştekê nû ye. Ji dîrokê û vir ve hêzên desthilatdar polîtîkayên qirêj her tim li hemberî gelê kurd didin meşandin, di encama polîtîkayên qirêj de him dixwazin civaka kurd bikujin û tune bikin, him jî ji hêla aborî,çandî û civakî ve di bin kontrola xwe de bigirin. Di vê bingehê de qapsûl ne tenê amûrek e, qapsûl di bingeha xwe de dewlet e, rêça hêzên desthilatdaran e û pêşenga polîtîkayên qirêj e.

qapsul film

Di vê fîlmê de rastiya qapsûlê derdikeve pêş. Dibe ku haya gelek kesan ji vê rastiyê nîn be, lê bi pêşengtiya berxwedana gelê kurd, ev rastî hêdî hêdî derdikeve li hemberî hemû kesî.  Heta niha di zêdetir bi bûyerên civakî û sîyasî yên li Kurdistanê an jî metropolên ku kurd lê dijîn de dihate zanîn û ji aliyê çav û nêrînên dijkurdewariyê ve nedihatin dîtin. Di encama bikaranîna qapsûlan de zarok û ciwanên ku dihatin kuştin, ji aliyê çapemeniya Tirkiyayê ve an nedihate dîtin an jî bi hêsanî dihate behskirin. Piştî bûyera geziyê ya Texsîma Stenbolê rewş guherî. Êdî civaka Tirk jî bi rastiya qapsûlê ve rû bi rû ma, ji civaka tirk jî gelek kes di encama êrîşên bi vî rengî de jiyana xwe ji dest dan. Wek tê zanîn ev kurtefîlm beriya bûyerên geziyê hatiye kêşandin, her çiqas beriya geziyê hatibe kêşandin jî rastiya bûyerên qapsûlê naguherin. Qapsûl li Kurdistanê jî zarok û ciwanan dikuje li Tirkiyayê jî. Ev rastî her çiqas bi rêya vê fîlmê bê zanîn jî, divê li her derê di çarçoveke fireh de bê nirxandin.

16430

Kurtefîlma bi navê “Qapsûl” ji hêla hişmendî û zanîna wateya bikaranîna qapsûlê ve bi armanceke baş derketiye hemberî temaşevanan. Li gorî dema xwe mijareke giring û mezin daye ber xwe, ev jî dibe ku gelek kesan aciz bike û şîroveyên bi vî rengî “çawa dibe mijareke wiha dirêj û giring bi kurtefîlman bê destgirtin?” derkevin holê, lê di bingeha sînemayê de ev ne rast e. Li gorî mezinbûyîn û dirêjbûyîna mijaran divê fîlm neyên kêşandin, an jî li gorî vê esasê fîlm û mijar neyên nirxandin, ji xwe kêşandin û pêşandan bi sînemageran ve girêdayî ye, sînemager li gorî nêrîn û pêkhateyên xwe dikare mijarên xwe pêşkêş bike.

kapsul4

Di vê fîlmê de ji bilî destgirtina mijaran, ji hêla vegotin, dîmengerî û pevxistinê ve hin kêmasî hene. Bikaranîna rolan hêsan maye, ne wek xwestina profesyonelî lê di axaftinên navbera lîstikvanan de xwezayî dûrtir e. Ev rewş ne di tevahiya fîlmê de heye lê di hin dîmenan(dîmenên axaftinên di navbera her du bira xwîşka wan de derbas dibin, dîmena di navbera her du bira û her sê polîsan û dîmena di navbera her du bira û xurdeker de) de lîstikvanan dikaribûn baştir û xwezayîtir bilîzin. Ji hêla dîmengerî û pevxistinê de derhêner dikaribû hinekî baştir li ser raweste, ji ber ku hin dîmen pir zû xwe didin der, dîmenên berê yên bûyerên rastî û yên ku di pêvajoya fîlmê de hatine kêşandin diyar in, ev bikaranîna penxistinê ye û baş nehatiye kirin. Di dîmena dawî de jî ev rewş heye buyereke mezin heye lê di kuçeyê de kesên ku bi awayekî normal dimeşin jî hene, yanê haya wan qet ji bûyerê tuneye ji xwe dimeşin, ev jî nebaş bûye. Her çiqas kurtefîlm be jî divê bikaranîna teknîkên computerî divê baş bên kirin, an jî cihê ku kêşan lê tê kirin baş bê organîzekirin û kesên derdoran bên şîyarkirin.

kapsul3

Derdêner Yakûp Tekîntangaç ev cara yekem e ku bi projeyeke xwe û kolektîf derdikeve hemberî temaşevanan. Ji hêla destgirtina mijarê ve ji ber ku rastiyeke civakî aniye ziman serkeftî ye. Wer xuya ye ku dê di pêşerojê de bi projeyên baştir derkeve li hemberî temaşevanan.

Feridun Birgül / Sinemayakurdi.com

 

Temaşe Bike

FilmIcon021

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse