“Apê Îrbom” diçe Dubaî

0
26
REKLAM    

Fîlmê derhêner Mano Xelîl ê bi navê “Apê Îrbom” ku li ser çîroka mêşvan Îbrahîm Gezer hatiye kişandin dê li Dubaî Emîrata Erebî beşdarî festîvala Xelîcê bibe.

Îbrahîm Gezer“ (Apê Îrbom) kurdekî bi eslê xwe ji Elbistanê ye. Apê Îrbom heta salê 90’î yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdîstanê bû. Di wan salan, di salên ku gund dihatin valakirin û şewitandin de wî jî para xwe ji vê zordariyê girt. Mala wî xira kirin, mêşên wî kuştin û ew neçar ma wekî gelek kesî berê xwe bide Ewropayê. Apê Îrbom çû Swîsreyê bi cih bû. Lê çîroka wî ya mêşvaniyê bi dawî nabe. Apê Îrbom gelek ji mêşvanî, ji xwezayê hez dike, loma li Swîsreyê jî mêşan digere û dîsa dest bi mêşvanî dike li ser çiyayên Alpê.
Fîlmê ku bi zimanê kurdî û almanî hatiye kişandin 107 deqîqeye û qala çîroka wî dike.
Fîlmê ku ji aliyê televîzyona Alman-Fransa ARTE û televîzyona Swîsre ve hatiye fînansekirin niha diçe Festîvala Xelîce. Festîval di navbera 12-16’ê vê mehê li dar dikeve û fîlm jî di beşa Sînemaya Dinyayê de dê bê nîşandayîn.

Fîlmê Mano Xelîm “Apê Îrbom” di meha gulanê de dê beşdarî Festîvala Fîlman a Alman ya bajarê Munchenê bibe û paşê di 6’ê pûşperê de wê bikeve vîzyonê.

Mano Xelîl kî ye?

Derhênerê kurd Mano Xelîl di sala 1964’an de li Qamişlo hatiye dinê lê bavê wî kurdekî ji başûr, diya wî jî ji bakur e.

Xelîl dibistana xwe ya seretayî û lîse li bajarê Qamişlo xwendiye û paşê derbasî Şamê bûye, li wir Dîrok û Yasa xwendile, lê dest ji xwendinê berdala û di sala 1996’an de çûye Çekoslovakyayê. Wî, li wir Akademia Sînemayê di bin destê mamoste Stanislav Parnicky de akademiya derhênêrî di sala 1993’yan de qedandiye.

Mano Xeli niha li Swîsre dijî û weke derhinêr, produsent û kamerakêş xebata xwe didomîne. Wî heta niha li dor fîlm-belgefîlm kişandine.

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse