Pîşesaziya Sînemaya Kurdî..

0
32
REKLAM    

Şarezayên warê sînemayê dibêjin ev festîvalên ku ji bo fîlmên kurdî tên lidarxistin, bi taybetî li derveyî Kurdistanê, pêngaveke ber bi geşbûna pîşesaziya sînemayê ne li Kurdistanê. Yek ji wan festîvalan Festîvala Fîlmê Kurdî li Londonê ye ku e 8 sal in tê lidarxistin. Îsal festîvalê di 17ê meha borî de destpêkir û di dema heftiyekê de jî 120 fîlm hatin pêşkêşkirin.

Şêrîn Sayib, ku yek ji berpirsên rêxistina vê festîvalê ye, ji Rûdawê re got: “Ev festîval pêngaveke girîng e ji bo bingehkirina sînemaya kurdî. Ev festîval bingeha tiştekî ye ku jê re bê gotin sînemaya kurdî.”

Roze Şevîn, ku xwediya fîlmê “Mindalî – aw” e, dibêje “Ev festîval pirr baştir e ji hemû festîvalên berê.” Kurtefîlmê Şevînê derbarê malbatekê de ye ku kurê wan winda dibe. Piştre ji wan re diyar dibe ku pêwendî ligel PKKê daniye.

Piştgiriya ji bo festîvalê ne tenê ji Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê hatiye, lê belê ji aliyê welatên Tirkiye, Îran û Kurdên diyasporayê, heta ji aliyê welatên weke Frensa û Malezyayê ve jî. Ev jî nîşan dide ku vê festîvalê cihekî girîng di cihana sînemayê de girtiye, herwiha ne tenê helkefteke Kurdên Londonê ye.

Çi standarda beşdarbûna van 120 fîlman bû?

Yek ji mêvanan, ku ew bi xwe jî hunermend bû, bersiva vê pirsê da û got: “Bi rastî îsal gellek fîlm hebûn, ji ber ku pêwîst bû birêveberên festîvalê di hilbijartina fîlman de hûrbîn bin.” Herwiha got divê derhênerên fîlmên kurdî karên xwe sadetir bikin. Ew fîlmê “Berî Berfbarînê” wek mînak tîne û dibêje: “Gellekî berbelav bû. Di vî fîlmî de 5 welat û gellek akter beşdar bûn. Lê bawer im ku karê bê yê vî derhênerî baştir dibe. Naxwazim bêjim ku sînemaya kurdî negihiştiye, lê dikarim bêjim hêj gellek maye.” Berî Berfbarînê fîlmekî fîçerî yê derbarê kuştina li ser namûsê ye û derhêneriya fîlm Hîşam Zeman kiriye.

“Girîngtirîn tişt ji bo fîlmê kurdî jêdera darayî ye, baştirîn tiştê vê festîvalê jî ewe ku derhêner dikarin kesên din ku di vê pîşesaziyê de kar dikin nas bikin”, weke ku Sehîm Umer Xelîfe dibêje. Sehîm Umer Xelîfe derhênerekî ji Zaxoyê ye û fîlmê wî jî bi navê “Mêsiyê Bexdayê” li vê festîvalê hate pêşkêşkirin û heta niha 22 xelatên cîhanî wergirtine, weke ku ew dibêje.

Şêrîn Sayib dibêje “Behmen Qubadî wek hunermendekî kurd xwe dide nasîn. Lê cihan wî weke beşekî ji pêla nû ya sînemaya îranî dibînin, ligel ku cihan bêhtir sînemaya kurdî nas dike, karên hunermendên wek Qubadî di ber berjewendiyên me de dikevin kar.”

Fîlmê “Dema hespên serxweş” yê Behmen Qubadî yekem fîlm bû ku bi zimanê kurdî li Îranê hat kişandin. Vî fîlmî di sala 2000î de xelata “Kameraya Zêrîn” ya festîvala navdar a Cannes qezenc kir.

“Westbourne Studios dibe sînemaya Kurdistanê”

Eta Muftî, ku yek ji rêveberên festîvalê bû, got “li Londonê em bi karê pêşkêşkirina çend fîlmên kurdî mijûl in, her mehê li Westbourne Studios ku me nav lê kiriye Sînemaya Kurdistanê, em wan pêşkêş dikin.” Li baregeha vê festîvalê li rojavayê Londonê Muftî arşîva fîlmê kurdî pêkaniye ku tê de 1500 fîlmên kurdî hatine hilanîn û grûpeke xwebexş ya ji 3 kesan fîlman rêzbend dikin.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse