Pêşjuriya Porteqala Zêrîn: Ev yek sansur e!

0
112

Pêşjuriya 51’emeîn Festîvala Porteqala Zêrîn ku ji Berke Baş, Ayşe Çetinbaş û Seray Genç pêk dihat daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku derxistina belgefîlmê bi navê “Yeryuzu Aşkin Yuzu Oluncaya Dek” ji bernameyê sansurek e û vê yekê qebûl nakin.

Festîvala Porteqala Zêrîn ku ji aliyê Şaredariya Antalyayê ve tê li dar xistin îsal dê 51’emîn car li dar bikeve. Pêşjuriya festîvalê ji erke Baş, Ayşe Çetinbaş û Seray Genç pêk dihat. Wan fîlm neqandin û di warê belgefîlman de 15 belgefîlm ji bo ku bikevin pêşbaziyê diyar kirin. Lê dîtin ku amadekarên festîvalê belgefîlmê derhêner Reyan Tuvî “Yeryuzu Aşkin Yuzu Oluncaya Dek” ji nav bernameyê derxistiye.

Li ser vê yekê her sê endamên juriyê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin: “Me bihîst ku belgefîlmê ‘Yeryuzu Aşkin Yuzu Oluncaya Dek’ bi sedema ‘Belgefîlm bi naveroka xwe dijî xalên 125 û 299’an a Zagona Cezayê Tirk e’ ji nav bernameyê derxistine. Em wekî pêşjurî dibêjin ku naveroka belgefîlmekî çi dibe bila bibe nikare li gor van xalan bê nirxandin û derxistina wê ji bernameyê sansurek e. Me ragihand rêveberiya festîvalê ku em vê yekê qebûl nakin lê ligel hemû daxwazên me biryara xwe neguhartin. Di rewşeke em diyar kirin ku ev yek sansur e û em bi tu awayî nabin şirîkê vê sansurê.”

Belgefîlmê “Yeryuzu Aşkin Yuzu Oluncaya Dek” li ser Berxwedana Gezî ya Stenbolê hatiye kişandin û heta niha Festîvala Fîlman a Stenbolê, Documanterist û hin cihên din hatiye nîşandayîn

Festîval îsal di navbeda 10-18’ê vê mehê de li dar dikeve.

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse