Oscar û ARGO

0
19
REKLAM    

Xelatên Akademiyê yê Oscarê ya 85. roja duşemê hatine dayin. Xelatên Oscarê ku di destpêkê de bi navê „Academy Award of Merit“ (Xelatên Akademiyê yê Merîtê) hatine dayîn, paşê ji ber sedemeke hê jî sedî sed ne diyar, wekî Xelatên Akademiyê yê Oscar hate binavkirin. Xelatên Oscarê, heta îro jî çi bi skandalan, çi bi manipûlasyonan û bi coşa xwe ya birqok di nava jiyana sinemahezkiran de cîhekî girîng dileyize.

Xwedanê fîrma Metro Goldwyn Mayer ya ku sembola wê şêrê bi şirik e, Louis B. Mayer, ev çalakiya herî bi nav û deng, bi du hevalên xwe yê fîlmçêker, Conrad Nagel û Fred Niblo ve damêzrandin. Hersê fîlmçêker, di sala 1927an de li hev civîn û li hembera krîza ku sînema di nav de ye, li ser merasîmeke ku ji bo fîlmên baş xelata dide li hev kirin. Çend salên pêşin tu bandora xelata li ser bazara sînameyê nebe jî, ji dawiya salên 30hî vir ve her diçe hêza wê zêdetir dibe.

Ez dixwazim li ser xelatên ku îsal hatine dayîn bisekinim. Bi propagandeyeke mezin qet nehatiye dîtin, ji berê sersalê vir de, propagandaya Oscarê û fîlmên dibe ku xelatê bigrin, tê kirin. Di heman demê de, wekî her dem bi riya rexnekirên sînemayê û bi riya medyayê çend fîlmên ku ber endam ji bo raya giştî hatine pêşkeşkirin: ARGO, Lincoln Life of Pi (Jiyana Pî) û Django Unchained (Cangoyê Bêzincîr yan jî Cangoyê Azad). Li cem van fîlman navê filmê Les Misérables (Hêjaran) û Silver Lining (Astarê Zîvîn) derbas dibû.

Di nava van fîlman de yê herî xirab, him bi ya min him jî li gor raya rexnekirên cîhanî, fîlmê ARGO bû. Fîlm, bi naveroka xwe pro-Amerîkî û bi motîfên xwe yê li hember dijminên Amerîka –di fîlm de Îran, ne layîq be jî, ligel fîlmê Lincoln wekî favoriyê Oscarê dihate hesiband. Rejîsor û serlîstikvan Benn Affleck pismamê Matt Damonê ku wekî yek ji herî baştirên lîstikvanê dinyayê tê pejirandinê ye. Ben Affleck, wekî lîstikvan û senaryanivîsar ligel Matt Damon di fîlmê Good Will Hunting de leyistî bû û di saya fîlm de jî navdar bû û bi hevparî Oscar wergirt. Paşê zewaca xwe ya bi Gwyneth Paltrow û Jennifer Lopez ve meşhûrbûneke bê ku heqkirî be, da wî.

Wekî serlistîkvan ne lê, wekî lîstikvanê duyemîn karê xwe pirr baş dike. Ji ber wê ye ku, di hema hemû fîlmên xwe de ligel serlîstikvan dilîze. Lê di salên dawî de ligel lîstikvanê dest avête rejîsorê û çar fîlmên ku navê wan pirr nehatê bihîstinê kişandin. Hêjayê gotinêye ku, her sê fîlmên wî berê ARGO, sosyo-polîtîk bûn û babatên wan peyamên anti-Amerîkî didan.
Di ARGO de, Affleck qala serpêhatiyeke ku di sala 1979an de hatiye jînî dike. CIA dixwaze 6 xebatkarên konsolosa Amerîka ku ji ber talankirina konsolosxaneyê ji aliyê xwendekarên îranî, di konsolosxaneya kanadî de star ditî, azad bike. Di fîlm de motîfên hêz, mezinbûn û biaqilbûna Amerîkiyan ji serî heta dawî bi awayekî ku meriv jê aciz be hene.

Bêperformansiya Ben Affleck jî, hêsta ku mirov xwe di fîlm de bibîne nade. Diyalogên fîlm bê ruh in û ji aliyê wêneyan ve fîlm gelek qels e.

Li gor min filmê herî baş Lincoln û Life of Pi bû.

Lincoln jî fîlmekî babetamerîkî ye lê di nava xwe gelek motifên navnetewî, azadî, biratî, mirovatî û herî pirr jîhemberxûlmatiyê dihewîne. Cîhê şer, mala Lincoln û Senato. Di van hersê setan de Steven Spielberg mûcîzeyek afirandiye. Fîlm him ji aliyê diyalog him jî ji aliyê wêneyan ve gelek başe. Bi ser da jî lîstikvaniya xwedanê 3 Oscara Daniel Day Lewis bêqisûr ku bi rola xwe ve dibe yek…

Fîlmê Life of Pi ji ber senaryoya xwe ya orjînal ve fîlmekî gelek balkêş e. Ang Leeyê taîwan-amerîkî ku bi fîlmê xwe yê bi navê Brokeback Mountain di sala 2006an de Oscarên rejîya herî baş û mûzîka herî baş wergirtî, bi filmê Life of Pi jî hunera xwe rayê temaşevanan dike. Herçiqas ji bo efektên taybet oscar wergirtî be jî, hejayî kameraya herî baş û wêneyên herî baş jî bû. Effektên fîlm ji aliyê fîrmaya Rhythm & Hues ku ji bo Lord of Rings (Mîrê Gustîlan) karên ku perspektiva sînemayê guherî çêkirinê.

Fîlmê Django Unchained, fîlmekî balkêş yê Quentin Tarantino ye. Tarantino di vî fîlmê xwe da jî wekî fîlmên Reservoir Dogs – 1992, Pulp Fiction -1994, Jackie Brown – 1997, Kill Bill – 2003-2004, Inglourious Basterds – 2009 ve hê jî xwe ji întesnsîvîteta bikaranîna şîdetê xilas nekiriye û dest ji wêneyên ku fîlmên wî berê tîne bîra mirova, bernedaye. Di fîlmên wî de, motîfa herî li ber çava, kuştin e. Di hemû fîlman de kuştinê ewqas bi hostatî bikar tîne ku, mirovan jêrûbin dike. Hezkiriyên stîla wî ya fîlmkişandinê, divê fîlmê Django Unchained temaşe bikin. Wekî di fîlmê wî bi navê Inglourious Basterds de, di vî fîlmê de jî bi Christoph Waltz re karkiriye: Fîlm bi Oscarên lîstikvanê duyemîn û senaryoya orijinal hate xelatkirin.
Li gel wan fîlman herwiha fîlmên Zero Dark Thirty, Les Misérables û Anna Karenina jî hêjayî temaşekirinê ne.

Wek agahî: Xelata fîlmê herî baş, ango fîlmê ARGO ji aliyê Michelle Obama ve hate diyarkirin. Tiştekî usa di dîroka Oscarê de yekemîn e. Li gor rexnekiran ev tê wê wateyê ku, Qesra Spî ji ber babeta fîlm a pro-Amerîkî kêfxweş e û bi riya fîlm jî propaganda xwe ya ku bi hêztirîn dewleta dinyayê dike.

Ez ne werivekî ku sedî sed li hember Amerikayê me. Li hinekan bi qar bê jî, ji ber tiştê ku Amerîka ji bo Kurda kiriye, sempatiya min jî ji wan re heye. Lê divê berendamiya Oscarê û xelatdayîn ji hemû îdeolojiyan azad be.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse