Nuri Bilge Ceylan xelata Palmiyeya Zêrîn girt

0
15
REKLAM    

Derhêner Nurî Bîlge Ceylan bi fîlmê xwe “Kiş Uykusu” li Cannesê Xelata Palmiyeya Zêrîn girt û got: “Ez vê xelatê diyarî ciwanên tirk ên ku di vê sala dawî de li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane û diyarî madenkarên li Somayê mirin dikim.”

67’emîn Festîvala Fîlman a Cannesê 10’ê vê mehê dest pê kiribû û 25’ê mehê bi dawî dibe. Fîlmên di pêşbaziyê de jî êvara 24’ê mehê bi merasimekê hatin xelatkirin. Derhêner Nuri Bilge Ceylan ku bi fîlmê xwe “Kiş Uykusu” (Xewa Zivistanê) di beşa pêşbaziyê de bû ligel Xelata Fibresci, Xelata Palmiyeya Zerîn jî girt. Ceylan di axaftina xelatgirtinê de wisa got: “Ez vê xelatê diyarî ciwanên ku di vê sala dawî de li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane û diyarî windayiyên Somayê dikim.”
Her wiha Ceylan got ku îsal 100’emîn salvegera sînemaya tirk e û ev yek tesadufeke mezin e.

Di vê festîvalê de Palmiyeya Zêrîn xelata herî mezin e. Xelata din a mezin ku piştî Palmiyeyê tê jî derhêner Alice Rohrwatcher bi fîlmê xwe “Le Meraviglie” girt.
Juriyê bi yek dengî xelata Derhênerê Herî Serketî jî da Benett Miller ku ew bi fîlmê xwe “Fokscatcher” di festîvalê de bû.

“Xelata Juriyê” derhêner Xavier Dolan bi fîlmê xwe “Mommy”, xelata “Senaryoya Herî Serketî” jî e Andrey Zvyagintsev bi fîlmê xwe “Leviathan” girt.
û xelatên din:

– Lîstikvanê Herî Serketî: Timothy Spall (bi rola di “Mr Turner” de)
– Lîstikvana Herî Serketî: Julianne More (bi rola di “Maps to the Stars” de)
– Kameraya Zêrîn: Derhêner Marie Amachoukeli, Claire Burger û Samuel Theis bi fîlmê xwe “Party Girl”
– Kurtefîlmê Herî Serketî: “Leidi” (Derhêner Simon Mesa Soto)

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse