Nivîsek Li Ser Fîlmê Pepûk

0
193

Di demeke axirzeman de li gundekî Kurdistanê malbateke bextewar hebûye! Dê û bav, keçek û kurekî wan di wê axirzemanê de bi kêf û xweşî dijiyan! Heya rojekê dêya wan bi nexweşiyeke diçe ser dilovaniya xwe û êdî ew kêfxweşiya malbatê bi Diya wan re dikeve binê erdê! Piştî demekê bav êdî jinekê ji xwe re dike kebaniya malê! Bes jin sêr e û zaro jê re çênabin! Dêmariya malê ji ber ku zaro jê re çênabin çavreşî diavêje zarokan û zilmê li wan dike! Zarokên malê jî çi zanin, rewşa xwe ji bavê xwe re nabêjin û jiyana xwe di bin vê zilmê de dimeşînin! Rojekê xwişk û bira bi hev re diçin kerengan! Heya derengê êvarê kerengan didin hev! Torbeyê kerengan li pişta xwişkê ye! Xwişk û bira navberekê didin topkirina kerengan û her yek dixwaze kerengekî bixwe! Bes dinêrin ku torbeyê kerengan valaye! Xwişkdibêje birako te kereng hemû xwarine! Bira jî dibêje na min nexwariye lêxwişk bawer nake! Bira ji ber vê bawernekirinaxwişka xwe pirr li ber xwe dikeve û dibêje xwişka xwe ku ûrê wî veke û lê binêre ka wî xwariye an na! Bêgûman tişta ku qal dikim çîroke û xwişk bêxem ûrê birayê xwe vedike! Dibîne ku ji bilî kerengê ku bi hev re xwarine kereng di ûrê birayê wê de nine! Dest bi dirûtina ûrêbirayê xwe dike lêbirayê wê miriye! Radihêje birayê xwe binax dike û rêya malê digire. Dibîne ku binê torbeyê kerengê wê qetiyaye! Tu nabê dêmariya wan ji şev de torbeyê wan qul kiriye ku xirabiyek bi vî rengî bi wan bike! Keçik li malê li xwe mukir tê û bi diayekê ji Xwedê dixwaze ku wê bike çuka pepûkê û hereji vê bûyera ku aniye serê birayê xwe ji alemê re vebêje! Ew roj ev roj ew çuka pêpûk bang dike! Pepuu/kekuu/kê kir/min kir/kê kuşt/min kuşt/

Bêgûman gelek versiyonên çîrokê hene! Her yek ji ya din cudatir e. Çîrokeke efsaneyî ye! Hinek dibêjin kurik keçikkuştiye hinek jî dibêjin keçikê kurik kuştiye. Li gor min ferqa wan ji hev nîne. Di dawiyê de dêmariyeke xirabî bi xwişk û bira kiriye û bûye sedema mirina yekî ji wan! Mesele eve ku tirsa zilmê baweriya di navbera xwişk û bira de şikandiye! Yekê bi ya din xwestiye xwe îspat bike. Ev îspatkirin jî bi canê xwe kiriye.

Hezkirina xwişk û biratî di bingeha xwede ji  hezkirinên din cûdatir e! Tama wê mîna tama şîrê dayikê ye! Kî tama şîrê diya xwe dizane kes nizane an jî dibe ku nayê bîra kesî! Li gor min ew tama di hezkirina xwişk û birayan de xwe dide der! Kî bixwaze wê tamê fêm bike bila li hezkirina xwişk an jî birayê xwe meyzîne!Sedema ku pêpûk ji alemê re xwe îxbar dike poşmaniya  bêvegere! Êşa wî-wê encax bi rewşeke wisa nerm dibe! Kê kuşt/ min kuşt! Kê veşart min veşart!

Ez dibêm qey min zêde qala çîrokê kir. Îcar ezê niha qala versiyona vê çîrokê ya ku bûyê kurtefilm ji we re bikim. Fîlm ji aliyê Özkan Küçük ve di 2013an de li Amedê, li Sûra ku niha bûye xwelî hatiye kişandin. Derhênerê çîroka Pepûk hêla wê ya efsaneyî ji nav pelên dîrokê derxistiye û di dema me ya îro de li bajarekî qedîm di bin bircên Amedê de kiriye dîmen û peşkeşî me kiriye! Bêgûman çîrok dibû fîlmekî metrajdirêj lê derhêner çîrok wisa xweş hunandiye ku tama fîlmekî dirêj dide me! Qedera kurtefîlman ji dîroka sînemayê heya îro ne keniyaye. Her gav kurtefîlm mîna fîlmên metrajdirêj qiymet nabînin! Sektora sînemayê derfet nedaye kurtefîlman! Heçku çêkirina kurtefîlmekî ji pir aliyan ji çêkirina fîlmekî metrajdirêj zehmettire! Ne hêsane ku hunermendek fikr û ramanên xwe di kurtekê de ji temaşevan re ragihîne! Ma destpêka sînemayê jî ne bi kurtefîlman destpêkiribû? Birastî ev mijar bi serê xwe hewceyî nivîseke taybete! Di nivîsên pêş de dibe ku em li ser bisekinin! Niha ez dîsa vegerim fîlma Pepûkê!

Fîlm li taxa Sûra Amedê destpê dike. Derhêner lêrikibandina (adeptasyon) çîrokê li gor min serkeftî çêkiriye! Di fîlm de dêmarî li gor min dibe dewleta ku bavê zarokan kiriye nav çar diwaran! Ji ber ku Azad dibêje Şîlan ku ezê te ji bavê xwe re bêjim. Bav jî xuyaye ji ber hêla xwe ya siyasî ketiye zîndane. Ev gilîkirina ku Azad ji Şîlanê re dike, ji Şîlanê re giran tê û Şîlan berê xwe dide întîxarê! Dê di fîlmde tu fonksiyana wê nine hinekî bijarteker(ekletîk) disekine! Dê tenê dibe amûra di navbera zarok û bav de! Derhêner di lêrikibandina çîrokê de ji dema me sûd girtiye û rewşa Kurdana heyî bi awayekî hunerî ragihandiye! Firfirokên ku bi kevokan re li ser ezmanên Amedê jî difirin yek ji wan dîmenan e ku vê rewşê zexm dike ye! Di fîlmê rê de jî di dîmenên Amedê de dengê teyareyên şer dihat!

Azad mîna gelek ciwanên Amedî bi kevokan re mijûl e! Li ser banê mala xwe di bin bedena Amadê ya kevnar de kevokan xwedî dike! Karê wî yê sereke temaşekirina firîna kevokane! Wekî din jî xwedî derketina xwişka xwe Şîlan e! Derhêner di lêrikibandina çîrokê de kereng kirine kevok. Baran di rojbûna Azad de diyariyekê dide Şîlanê ku pevçûna di navbera Azad û Şîlanê de bi vê diyariyê dest pê dike. Diyarî jî lênûskeke ku kevok tê de bi firre dikevine û di dawî de wêneyê Azad heye! Qerekterê Azad li gor min ji yê çîrokê zêde dûr neketiye. Lîstikvaniya wî jî vî qerekterî di fîlm de bi me dide hîskirin. Herçiqas di navbera Azad û Şîlan de ji ber nezîkatiya Azad arîşe hebin jî hêla Azad a biratiyê xwe zêde hişk nade xuyakirin. Qerekterê Azad li gor honandina çîrokê bi rehetî diherike.

Şîlan wek qerekter bêdenge! Evînekê dijî lêhaya wê jî zêde jê nine! Her tişt mîna lîstikekê tê jê re. Tekiliya wê û Baran mîna tekiliyeke ku li kolanên Sûrêtê jiyîn e. Ji Amedê hez dikim / ji ber ku tê de tu heyî! Dema Şîlan diçe dibistanê kamera kolanên Sûrê zemt dike û dixe nava xwe! Ew Sûra ku Şîlan tê de lîstoka evînê dikir niha bûye cihe lîstoka dewletê!

Baran di lêrikibandina çîrokê de avakarê pevçûna di navbera Azad û Şîlanê de ye! Ciwanekî  çeleng û qeşeng e! Geh dibe virrek (derewkar) geh dibe tirrek. Lê peyvira xwe ya di fîlm de bi serkeftî pêk tîne! Wek mekanîk dibe sedema întîxara Şîlanê û di bûyerê de roleke sereke digire. Herçiqas rola wî kêm jî bê enerjiya ku dide fîlm pozîtife.

Di efsaneyê de keçik ûrê birayê xwe vedike û wî dikujê lê di fîlm de nêzîkatiya Azad Şîlanê dibe ber bi întîxarê ve. Derhêner ev bûyer jî li gor dema niha guhertiye lê belê ev guhartin di fîlm de cihê xwe girtiye ji ber ku rewşên wisa di dema niha de pir têne qewimandin!

Li gor min fîlmê Pepûk fîlmekî serkeftî ye. Di van salên dawîn de di nav kurtefîlman de filmê herî baş ku li ser xebitandine. Derhêner bi her awayî li ser fîlm sekiniye. Bijartina devera fîlm serkeftî ye. Taxa Sûrê ya Amedê berî niha jî ji derhêner re di belgefîlma wî ya Banên Amedê de bûye mijar lê belê vê carê di fîlmê wî yê sêwirî de bûye dever. Bêgûman devera fîlman bandora xwe li ser fîlman dike. Divê di navbera çîrok û deverê de tekilî hebe ku fîlm serkeftî derkeve. Derhêner li gor min bijarteyeke baş kiriye û berê kameraya xwe daye Sûra kevnar!

Di serî de jî min got ku sektora sînemayê li hember fîlmên metrajdirêj derfetên kêm dide kurtefîlman. Him ji aliyê çêkirinê û him jî ji aliyê belavkirin û temaşekirinê ve. Piranî kurtefîlm bi budçeyên kêm têne çêkirin û ev kêm bûdçeyî bandorê li ser fîlm dike lê belê derhêner neketiye vê xefkê, herçiqas budçeya wî kêm jî bê hunermendiya xwe di fîlma xwe de bikaraniye û fîlm serkeftî derxisitye holê.

Dema li fîlma Pepûk temaşe dikim tê de nazikiyekê dibînim. Yanî xuya dike ku ev fîlm ji destê kesekî nazik derketiye holê. Gelo dema ez fîlm temaşe dikim çima ez tiştek wisa hîs dikim. Ez bejim; di serî de derhêner bi çîrokê lîstiye û rengê xwe daye çîrokê. Çîrok ji nav efsaneyên Kurdan derxistiye û hinek ji xwe û ji derdorê li ser çîrokê bar kiriye. Honandina fîlm ewqas nazike mirov ji fîlm aciz nabe û heya dawiyê temaşe dike. Ya din jî di dawiya fîlmde kes namire! Wekî ku dibêjin dawiya bextewar! Dê di hevdîtina zîndanê de pif dike perekî,Şîlan çavên xwe vedike û dibişire! Derhêner di vir de dibêje ku heya em bêhnê bistînin hêvî heye!

Pepûk | Ozkan Kucuk

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse