Nirxandinek li ser fîlma “Keştiyên ji kaxizan”

0
9
REKLAM    

Galaya fîlma bi navê “keştiyên ji kaxizan” di yekê sermawezê de li Navenda Çanda Cegerxwîn de hat pêşkêşkirin. Piştî buyerekê gerîla Medya êvarekê ji buyerê birîndar xelaz dibe û tê ber deriyê malbateke Amedê. Piştî çend rojan ji aliyê tîmên taybet ve operasyon pêk tê û Medya û xwedîmal tên girtin, di vê rêjê de jî zarokek piçûk ji dayîk dibe û navê wê wek Medya tê lêkirin. Di vê fîlmê de jiyana Medyayê û buyerên li Amedê tên jiyîn, tê pêşkêşkirin. piştî galayê derhênerê fîlmê Murat Yaykin derkete hemberî temaşevanan û kar û barên xwe yên di derbarê fîlmê de vegot. Ji bo alîkarî û piştgiriyên saziyan (Akademiya Sînemayê Ya Rojhilata Navîn, Şaredariya Sûrê, Şanoya bajarê mezîn a Amedê) spasiyên xwe pêşkêş kir. Piştî hevpeyvînê resepsîyon pêk hat û bername qedya.

 Di derbarê vê fîlmê de divê çend gotin bên parvekirin. Di destpêkê de mirov mijara fîlmê dinêre hem balkêş û hem jî ji aliyê yên ku vê erdnigariyê dizanin ve naskirî tê dîtin. Lê mixabin ev fîm jî wek fîlmeke ji rêzê ye û ji nirxên sînemaya kurdî dûrtir e. Belê ji kedê re em rêzdar in, lê ked tenê ji bo hin tiştan têrê nake. Kêmasiyên vê fîlmê zêde ne, hem ji aliyê teknîkê (pevbestin û pevxistin) ve û hem ji aliyê senaryoyê ve û hem jî ji aliyê bîrdoziyê ve. Ji bo dengê gelê kurd were bihîstin, ji bo pêşketina sinemaya kurdî û ji bo pêşerojê fîlmên bi vî rengî bi me re nabin alîkar.

 Rastiyeke din jî heye ev e ku: hunermendên kurd dema ku projeyên bi vî rengî amade dikin, ji aliyê saziyan ve zêde piştgiriyê nabînin, lê tirkek an jî nekurdek, ku bibêje projeya min heye, hemû saziyên kurd piştgirî û alîkariyên xurttir derdixin pêş. Di encama vê de pirsgirêkên wiha derdikevin holê: Jiyana kurdan, dengê kurdan û hunera kurdan baş nayê pêşkêşkirin. Ev jî xuya dike ku divê karê xwe, hunera xwe em bi xwe bikin û encax em bi xwe dikarin baş bikin. Yeke/î din nikare nirxên me, hunera me û çanda me baş pêşkêş bike. Fîlmên li gorî nirxên sînemaya kurdî pir kêm in û ez hêvîdar im çend sal şûnde dê projeyên xurttir derkevin holê, ji ber ku akademiyên hunerê yên di Amedê de bi sedan xwendekar dixwînin. Ev jî xuya dike ku bi sedan projeyên dê derkevin holê.

 Di vê fîlma bi navê “keştiyên ji kaxizan” de buyerekê bala min kişand. Ez zêde li ser kêmasiyên teknîkî (pevbestin û pevxistin) nasekinim. Ev tiştê ku bala min kişand bi rastî min heta vê emrê xwe nedîtiye û nebihîstiye jî. Buyer di fîlmê de wiha derbas dibe: hevalê Medyayê(Medya 13 salî ye) yê dibistanê bi navê Mesût (temenê Mesût ne dîyar e lê ew jî zarok e) di heman salê de derdikeve çiyê. Piştî derketina Mesût du sal derbas dibe û Mesût di buyerekê de tê kuştin. Li gorî fîlmê Mesût 15-16 saliya xwe de di buyereke çekdarî de tê kuştin. Min heta niha neditiye ku zarokên mîna Mesût, di nava refên Hêzên Parastina Gel de bi buyer û çalakiyên çekdarî de hatine kuştin. Ya ku ez dizanim ew e ku ev şerê ku salane didome ji aliyê gerîlayên Hêzên Parastina Gel ve li gorî hiqûqa gerdûnî wek peynam jî hatiye îmzekirin ku zarok nekevin nava şerê çekdarî. Ji bilî van jî tiştekî wiha di nava gelê kurd de tuneye. Zarokên kurd bi awayekî cuda tên kuştin ne di şerê çekdarî de.

 Min bi xwe ji derhêner pirs kir, tiştekî wiha bi rastî jî heye? An jî tiştekî wiha çawa dibe? Derhênerê fîlmê Murat Yaykin, xwe parast û dûre xetaya xwe pejirand. Ewî jî got tiştekî wiha çawa dibe, min çawa ev tişta neditiye? Ez derhênerê fîlmê sûçdar nabînim ji ber ku belkî nizanibe, belkî nejiye, belkî nedîtiye. Lê saziyên me? ez li vir dipirsim: rêveberên Akademiya Sînemaya Rojhilat mala we nekeve, we qet ev fîlma beriya galayê temaşe nekir? Dema ku we piştgirî û alîkarî da vê fîlmê, we qet pevbestinê nenhêrî û we senaryo ji bin çavan re derbas nekir? Lê şaredariya Sûrê, lê xebatkarên şanoya şaredariya bajêr, lê yên din? dîsa mala we nekeve qet tiştekê bala we nekişand? Gelo hûn dê bersiva min çawa bidin? Bi rastî ez meraq dikim.

 Êdî bes e ez dibêjim. Van xeletiyan nekin. Li ser jiyana kurdan, çanda kurdan neleyîzin! Pêşniyara min ev e ku em pêşiya hunermendên xwe, çanda xwe vekin, hunera xwe bi xwe bikin. Ji ber ku em xwe û çanda xwe û jiyana xwe baş dizanin û dijîn. Em dev ji zarên xelkê berdin û li xwe vegerin.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse