Nîqaşek ji bo sînemageriyê

0
18
REKLAM    

Sînema, ji bo temaşegeran çê dibe. Temaşeger jî bi dîtina xwe, şîroveyên xwe ya erenî an jî neyînî tînin ziman. Lê sinemager, nikare tenê bi van nêrînan sekna xwe û naveroka xebatên xwe saz bike. Ji ber kû armanca sereke a hunerê; ji her tiştî bêhtir, li ser çand, raman, şêwe ya jiyanê, dîrok, birdojî, zanyarî, nirx û rumeta civakê re kûr bûn bixwe ye. Hunermend jî, wekî wêjeger û ramangeran, bi fikrekî mezin û bi mebesteke kûr ve tevdigere.

Xweşikahî, dê ji piştî vê fikrê were. Bi Kurdî, Farisî û Tirkî tev da dibêjin “endîşe”, heke endîşeyeke hunermend tune be, di berhemên wê/î de her çiqas xweşikahî, hêst, teknolocî û rast şixulandin a teknîkê hebe jî, vala ye. Heta ku mêjî ya însan li ser rewşeke însanetiyê kûr nebe, nefikire, li ser nirxek nesekine û di naveroka wê nirxê de taybetmendiyek ji bo temam însanetiyê re neafirîne, pêdiviya tu kesekî ji hunerê re namîne.

Ev pîvanên hunerê ku em qala wan dikin; pênasî û wateya xwe ji dîroka însanetiyê vir ve girtiye. Ji bo her netew, her civak û her çandê, heman pîvan çûnbar e. Ev yek jî, çespandina gerdûnî ya hunerê bixwe ye. Ji ber vê yekê jî mebesta huner tenê fikrek e, ew fikr gewre ye, ewqasî gewre ye ku hemû cîhan û hemû gerdûn di nava wê fikrê de bicîh dibe, mebesta ew fikr û ew hişmendî jî, di serî de însan, pişt re jî tekiliya însan û hemû bi reng û zindîtiya xwe ve temam xweza ye.

Gotinên ku me li jorê anî ziman, di nava hunerê de wek beşek, taybetmendiya sînemayê jî dide nasandin û bicîh dike. Bi ronahiya vê agahiyan em tê digihîjin ku, sînema jî ne kareke teknîkî ye, ew jî wekî beşên din ya hunerê, ji bo pêşbirina fikr, raman, hêst û temam jiyana însanetiyê beşek e. Hin taybetmendiyên xwe ji beşên din heye lê, heke ku li ser şopa pîvanên temam hunerê tevnegere û ji xwe re rê û rêbazeke taybet hilbijêre, ewê di jiyana însanetiyê de tu tiştekî re kêr nayê.

Bi vê mijarê ve girêdayî, emê hinekî jî li ser nîqaşên van rojên dawî jî bisekinin. Gere em bi cesaret bin. Cesaret, taybetmendî û xwahî ya temam huner bixwe ye. Însanên tirsonek nikarin huner çêkin. Ji ber ku rojek were, hin kesên zordest û bi qudret dikarin zextan bînin li ser hunermendan û ew hunermendên ku bi tirs in, dê rê ya xwe biguherînin. Ji ber wê, cesaret jî wekî fikr û hêstên hunerî, merca sereke ya hebûn a hunermendiyê ye.

Êdî em dikarin vegerin li ser mijara xwe… Ne carek, ne du car, va salane, nêzîkî bîst sale sînemagerên Kurd, bi şêwazên Kurdewarî li ser sînema kar dikin. Berhemên ku heta niha hatine çepkirin, belav kirin, babetên ku heta niha hatine afirandin jî ne kêm in. Bi rê vekirina NÇM, ango Navenda Çand a Mezopotamya, taybet jî li sazî ya Stenbol, destpêka sînema ya Kurdistan a Bakûr hatibû saz kirin. Di nav van xebatan de gelek hevalên me ya sînemager derketin û bi xebatên sînema jî gihîstin astek. Ji wan yek, derhêner Kazim Oz e. Oz, heta niha di nava gelek xebatan de cîh girt, gelek berhem derxist holê û bi van xebatan çend gotinên wêjeyî û hunerî jî vegot. Baş an jî xirab… Jixwe, heke di karekî hunerî de tu xelatî tunebe, bi nêrîna min ew ne huner e, ji ber ku huner, bi kêmasiyan ve dimeşe, rê diçe û digihîje asteke kemilbûnê.

Mihrîcana Koza ya Zêr a Edene, ji filîma Kazim Oz re dêrî girt û wek bi awayekî sansûrkerî filîm hilneda beşa pêşbazî ya mihrîcanê. Va hefteya dawî jî, medya ya Tirk û Kurd bi vê tiştê re gelek mijûl bûn.
Li gorî nêrîna min, em, girîngiya mihrîcanên Tirkiye yê li ber çavên xwe pirr mezin dikin, lê ewana, heman şêwaz tevdigerin. Ji bo Kazim Oz bi salane heman tişt dikin, xêynî wê jî salan e ku gelek serlêdana sînemagerên Kurd jî red dikin, nabînin, wek huner nahesibînin. Di milekî de jî her ku diçe şêwaza sînemaya Kurd û Tirkiye yê jî ji hev vediqetin, her ku diçe sinemagerên Kurd şêwazên xwe ya cûda û taybet ava dikin, nêrîn û şîwe ya xwe diafirînin. Ne tenê di aliyê çîrok, derhênerî û tevahî hunerî de jî, li qada rêxistin kirina karên hunerê binêrin, li sazîbûn û sazûmaniyê binêrin, cûrbecûr hin qadên nû vedibin…

Ji ber wê jî, hewce nake ku em vê yekê mezin bikin. Li gorî min roj bi roj cûdatiya mihrîcaneke Tirk, ji mihrîcaneke Fransî, Elman, an jî Japon namîne. Em serlê didin mihrîcanên Fransiyan jî, hin caran hildibijêrin, hildidin beşa pêşbaziyê, hin caran hilnadin. Bi kêfa wan… Bila sînemager, serdest û berpirsiyarên mihrîcanên Tirk jî bi kêfa xwe biryar bigrin û tevbigerin. Ne xem e…

Êdî îro pêva hewceye ku em zêde zêde li ser pîvanên sînema ya xwe kûr bin, bi zimana wê, bi şêwaza wê, bi vegotin û têkoşerî ya wê, bi naverok û hêstên wê tevda… Mêzîna me bila danehevî ya însanetî, wêje, huner, raman û xweşikahî ya mirovahî yê be… Êdî ya din kêfa desthilatdar û berpirsiyarên mihrîcanan be… Gotinek heye, “dev jê berde, bila here…”

ÖMER LEVENTOĞLU

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse