Heger mafê mirovan ji bo hilbijartina pêxemberê wan heba bêgûman min ê ji xwe re Abbas Kiyarûstemî hilbijarta. Dîmenên wî jî wê kitêba min a pîroz bûna.

Dibe ku min ev fîlmê Kiyarûstemî deh caran jî temaşe kiribe. Mîna helbesteke henûn bi dîmenên payizî hatiye hûnandin fîlm.

Walter Benjamin di teza xwe ya doktorayê de dibêje ‘Divê rexneyên berhemekê ji hestan dûr bin, zanistî bin.’ Lê ez bi ya wî nakim. Berhemeke ji hestan pêk hatî dê çawa karibe bê hest were qal kirin? Ez bixwe bê hest nikarim qala formuleke matematîkê jî bikim. Li cem hev runiştina hejmaran jî, bi min bûyereke hestiyarî xuya dikî.

Car caran di hundirê derewan de jî mirov dikare ji xwe re rastiyekê ava bike, xeyal bike. Lehengê fîlmê me Huseyîn Sabzîan jî kesek ji wan e. Di dilê xwe de, xwe dîrektor Muhsîn Mahmalbaf dihesibîne. Di otobusê de ji jina ku li kêleka wî runiştiyî re halo dibêje:

“Ez Muhsîn Mahmalbaf im”

Piştî vê derewê jiyana wî dikeve nava teşqeleyeke hem xweş û hem jî xerab. Bi saya vê derewê Abbas Kiyarûstemî û Muhsîn Mahmalbaf nas dikî.

Jina ku di otobusê de li cem wî runiştiye pir kêfxweş dibe û dixwaze Sabzîan (Mahmalbaf ê derewîn) bibe mala xwe û wî bi malbata xwe bide naskirin. Sabzîan xortekî pir feqîr e. Gava ku çav li malbata dewlemend dikeve, derewan bi ser hev dike. Ji wan re dibêje; ‘Ez ê we bikim lîstikvan di fîlmê xwe yê nû de.’

Malbat bawer dike lê dîsa jî şikek diniqute dilê wan. Li gorî wan, divê derhênerekî evqas navdar û serkeftî tenezzûl neke ku pereyan ji wan bixwaze.

Malbat rojnamevanekî ji vê bûyerê haydar dike. Farazmand jî rojnamevanekî naskirî ye li Îranê. Jixwe fîlmê me nîv-dokumantar e. Rastî û kurgu di nava hev de ye. Hemû leheng kesayetên rasteqîn in. Piştî ku ev bûyer dibe nûçe, Abbas Kiyarûstemî pê dihese, kesan qanih dike û vê bûyerê ji serî de dike fîlm.

Sabzîan li dadgehê tê darizandin. Pir liberxweketî û şermok efûyê dixwazê ji hemû kesan. Sabzîan xortekî pir henûn e, ji bo hezkirina sînemayê ketiye nav rewşeke wilo xetere.

Dilê hemû kesî bi rewşa Sabzîan dişewite û wî efû dikin piştî mehek mehkumiya di girtîgehê de. Roja ku ji girtîgehê derdikeve, Muhsîn Mahmalbaf tê pêşiya wî. Wî bi motorê xwe dibe cem malbata ku derew ji wan re kiribû.

Ligel kulîlkên payizî diçin mala wan…

Ev fîlm, ji bo dîroka sînemayê ciyekî girîng digire. Bûyer rasteqîn e, leheng rasteqîn in. Di nava fîlmekî de rastiyek, di nava derewekê de rastiyek û çîroka fîlmekî heye. Fîlm di nava fîlm de… Jixwe Abbas Kiyarûstemî ev tarza sinema-verite pir bikartîne di gelek fîlmên xwe de. Kamera jî mîkrofon jî di dîmenan de derdikeve pêşiya me gelek caran.

Lêgerîna heqîqetê, di nava derewekê de derdikeve pêşiya me. Xortekî li dû xeyalekê, mirov dixe nava gelek ramanên kur. Ev bûyer gelekî bandorê li Abbas Kiyarûstemî dike. Ji bo Kiyarûstemî xeyalkirin ji dîtinê girîngtir e. Di sînematografiya xwe ya helbestî û felsefî de Kiyarûstemî, bûye rêber ji gelek xortên sînemahez re. Çîroka Sabzîan jî wilo…

Ji bo xwendekarên hişmend Raskolnîkov çibe, ji bo bînerên hişmend jî Sabzîan ew e. Sûcên ku bi dilekî û giyanekî pak bêhemd diqewimin, mirov sûcdar nakin gelek caran di çavên hinek kesan de. Ew kesên ku bi dilê xwe li tiştan dinêrin…

Jean-Luc Godard, ji bo Abbas Kiyarûstemî halo dibêje; Sînema bi Griffith dest pê dike, bi Kiyarûstemi bi dawî dibe…

Di dawiya fîlmê me Nema-ye Nazdik de, kulîlkên di destên Sabzîan de, masûmiyeta wî temsîl dikî.

Xwezî hemû derewên dinyayê bi qasî derewa Sabzîan nazik û pak bûna.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse