Nehiştin li “Sara” bê temaşekirin

0
46

Belgefîlmê bi navê “Sara, Jiyana Min Her Şer Bû” bi organîzeya Beşa Sînemayê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê dê îşev li Salona Atlas a Beyogluya Stenbola Tirkiyeyê bihata nîşandayîn. Demek berê ji bo nîşandayînê bi salonê re li hev kirin çêbûbû û heqê salonê jî dabûn. Lê îro ji salonê li beşa sînemayê geriyan û xwestin herin hevdîtinê. Di hevdîtinê de rêveberên salonê tehdîdên ku ji bo wan hatine kirin anîne ziman û di dawiyê de gotine ku ew naxwazin belgefîlm di salona wan de bê nîşandayîn. Li ser vê yekê NÇM’ê daxuyand ku dê belgefîlm roja pêncşemê (21’ê vê mehê) li Su Gosterî Merkezî bê nîşandayîn. Kesên vexwendname girtibûn dê bikaribin saet 18’an de, kesên vexwendnameyên wan nîn in dê saet 20’an de bikaribin li belgefîlm temaşe bikin.

Belgefîlm “Sara, Jiyana Min Her Şer Bû” ku li ser jiyana Sakine Cansiz a ku li Fransayê hat kuştin hatiye kişandin, derhêneriya belgefîlm Dêrsim Zêrevan kiriye.

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse