REKLAM    

Me dil heye em karek bikin, ev serê çend salan e ku em bi karên sînemayê re mijûl in û em dixwazin platforemekê çêbikin da ku kêm zêde sînemagerên Kurd werin gel hev û karên ku dikin derkevin pêşberî kesên ku bi sînemayê re eleqedar in. Eşkereye ku pêdiviyek wisa li holê heye ji lewre her ku em dikevin nava vê mijarê ev pirsgirêk tê ziman. Di berdewamiya galegala pirsgirêkan de jî “Qadeke me tune, ciyekî me tune, sînemagerên kurd bê rêxistinin” tê gotin û ev niqaş her tim di rojevê de ye.  Beriya çend hezar salan ew gorbihûştê hêja ez bawerim ne beredayî gotibû,çi bikim ku qewî kesad e bazarÎnca ji xwe re li vê meselê binerin heyran! Bazara hunera kurdî ji xwe kesad e. Dev ji hunerê berdin bazara hebûna kurdan bi xwe jî kesad e! Zimanekî hatiye qedexekirin, bindestiya bi salan û erdnîgariya di bin simên mêtîngeriyê de pelçiqî. Mêtîngerî her tiştî dagir kiriye. Kurd jî Kurdistan jî ev serê çend sedsal e bela xwe ji vê çavsorî û bextreşiyê venekiriye û ev rewş îro jî bi hemû dijwariya xwe didome. Ev yek tenê ne ji bo sînemayê her wiha ji bo wêje, şano û hunerên din jî wisa ye. Ji xwe bazar tune ye, ciyê fîlm lê werin nîşandan kêm in, xebatên tên meşandin û keda gelek kesan mirov dikare bibêje ku berhewa dibe diçe. Heta mirov dikare bibêje ku hinek xebat çêdibin ew xebat li ciyê xwe dimînin û tu kes hay jê nabe. Bi vî awayî gelek xebat winda dibin an jî jibîr dibin diçin. Girêdayî van tiştan jî hafizayek ango BÎR’eke kurdan çênabe. Her tim sînor, her tim belawela û her tim dûrî hev. Em gelek caran gilî û gazinên wan kesan yê di vê derbarê de jî dibîhizin, “Em fîlm çêdikin lê kes lê xwedî dernakeve, kes nikare li fîlmên me temaşe bike.” felan û bêvan. Lê gava xebatên bi vî awayî jî tên meşandin ew kesên gazin dikin paşde gav davêjin û qet bi dilsozî tevnagerin. Naxwazin fîlmên wan li ser malperê were weşandin. Bi kurt û kurmancî derdê me ewe ku em hafizayek an jî arşîvek di derbarê sînemayê de çêbikin ji lewma jî me xebatek wisa ji xwe re kiriye peywîr û em vê yekê wek berpirsyariyekê dibînin. Li hember kesên me perçe dikin, li hember mêtîngeriyê, li hember serdestan û li hember kesên ku dibêjin kurd nikarin bi hunerê re mijûl bibin û berheman biafirînin. Ev xebat di vê qadê de weke bersivek ango nîşaneyeke serkeftinê ye! Pêwîste wisa were nirxandin. Qet nebe em wisa dibînin.

Wek ku her roj em dişopînin û dibînin. Dinya her roj hinek din biçûk dibe. Her tişt roj bi roj dîjîtalîze dibe û tiştê herî zêde ji vê yekê bandor digire jî bêguman sînemaye. Sînema her çiqas di bingeha xwe de hunereke ramanî ango fikrî be jî di dawiya dawîn de bi teknolojiyê ve li ser piyan e. Rê û rêçika wê hinek jî teknolojî diyar dike. Bi hin xebatên sînemayê em êdî dizanin ku sînema jî înteraktîf dibe yanî her ku diçe êdî temaşekirina fîlman ya li salonan jî kêmtir dibe û her tişt li ser malper û înternetê birêve diçe. Lê hin sînemagerên me fîlmê xwe yê ku beriya çend salan jî çêkiriye naxwaze parve bike û diveşêre. Heger tu diveşêrî te çima çêkir? Heger te çêkir tu çima naxwazî parve bikî? Armanc çiye ji bo xwedê!? Yanî fikra “Ez hunerê tenê ji bo xwe çêdikim, fîlm jî ji bo xwe çêdikim.” çiqas rast e gelo? An jî çiqas samîmî ye gelo? Em fêhm dikin û di hêlekê de jî mafdar dibînin. Yanî fîlmek nû hatibe çêkirin. Bixwaze li mihrîcanan bigere û li wir pêşandana xwe bike serçavan. Dîsa em baş dizanin ku fîlmek heta derdikeve pêşberî temaşevanan bi kedeke mezin û di nav şert û mercên dijwar de tê çêkirin. Elbet divê mirov maddî û manewî li vê kedê xwedî derkeve. Em ji vê yekê elbet haydar in û em baş têdigihijîn ku ev fîlm bi derfetên biçûk tên çêkirin. Tiştên em dibêjin ne ev yek e, na ya ku me diêşîne hin kes hene fîlmên wan çûne mihrîcanan û çend sal derbas bûye di ser fîlmên wan de. Lê dîsa jî ew fîlm diveşêrin naxwazin parve bikin. Ev tiştekî sosret e li gor me, bi rastî jî sosret e! Huner tiştekî ku were veşartin nîn e, tu berhem piştî derket an jî hate afirandin bi şûnde êdî ji xwediyê xwe vediqete û ew berhem divê were parvekirin. Li gor me divê wisa be lê li gor we çewa dibe em nizanin! Em tenê dixwazin arşîvek mezin ya dijîtal çêbikin û ji her çar perçeyên Kurdistanê û her hiwa dîasaporayê hemû fîlmên Kurdan bicivînin bînin gel hev da ku her kes karibe jê sûd werbigere. Tenê daxwaz û armanca me ev yek e, jê zêde jî tu xema me tune bila ev yek baş bê zanîn. Û ji bo vê platformê ku ewqas ked hatiye dayîn tu kesek bi berjewendiyên xwe nêz nebûye heta niha û ji xwe tiştekî bi vî rengî jî tune ye ne heta ku bi dû tiştekî wisa bikevin. Bila ev yek jî baş were zanîn.

Ev ne-dilsoziya wan çewa derdikeve holê em vê yekê jî bînin ziman. Em bi vê bawerin ku bi tu awayî pozbilindî û qurretî ne baş e! Mirov hinek dilnizm be…ma huner jî vê yekê ji me naxwaze gelo? Yanî em vê yekê jî naparêzên lê mirov bi hezaran berhem derxistibe holê, çi zanim mirov wisa yekî şareza be û hinek pozbilindiyan bike dîsa jî serçavan lê mixabin rastiyek wisa jî tune! Xwezî hebûya ku mirov jî hinek maf bidaya wan kesan lê tiştek bi vî rengî jî tune ye lê tu ji wan bipirsî wê bibêjen em “nexş û nimûş” in! Hinek henûnî, hinek dilnizmî û hinek jî dilsozî ez bawerim dê me bêtir nêzî hevdû bike û rê li ber veke ku em karibin bêtir karên hevdû bibînin, nirxandinan bikin û ji hev hez bikin. A girîng jî ev yek e li gor me, mirov karibe hin tiştan parve bike bi hevre. Em jî wek platformeke sînemayê dixwazin derd û kulên di dilê xwe de bi kurdî rave bikin, heger karibin çend kesên din jî ber bi xwe ve vekişînin da ku agirê sînemayê hinek din geş û gurtir bibe dê ev me gelek kêfxweş bike. Lê dîsa mixabin û heyf hin kes hêjî xwe li serê çiyayê Mereto dibînin û ji jor de li deştê dinêrin. A ku em jê birevin û nehêlin me dorpêç bike ev hest û nêrîn e! Hewceye em hinek li xwe mikur werin û bi ser rastiya xwe de biponijin.

Gotina dawî heger hûn jî naxwazin fîlmên xwe têxin gora xwe û di gorê de birizînin, kerem bikin fîlmên xwe rêkin ji bo malperê da ku arşîva me dewlemend bibe û her kes karibe fîlmê we temaşe bike.

Rê nedIn ku fîlmên we bIrIzIn! 

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse