Naza Emo (Nazo) Çareserkirina Qederê

0
32
REKLAM    

Naza Emo (Nazo) pîrejineke ji Amûdê ye. Ew niha jî li Amûê dijî û temenê wê dora 100 salî ye.

Di dema şewata Sînema Amûdê de, kurek û sê keçên Nazo hebûn. Navê kurê wê Ebdilrehman (Ebdo) bû. Ebdo jî di bûyera Sînema Amûdê de şewitî.

Cudahiya Nazo ji dê û bavên din, ên ku zarokên xwe di şewata sînemayê de winda kirin, ew bû, ku yên din nîşan ji xwe re peyda kiribûn, ku zarokên xwe bi alîkariya wan nas kirin û ew veşartin. Lê Nazo tiştek nedît. Kurê xwe nas nekir.
Ebdo jî bû yek ji wan kesên ku ji ber canê wan di şewatê de ewqasî hatibûn guhertin û windakirin, malbatên wan nekarî wan nas bikin. Ji ber vê yekê, ew di gorên tevayî de hatin veşartin.

Nazo nexwest mirina kurê xwe bawer bike û xwe bi vê yekê razî bike û got: “Kurê min nemiriye. Ew tirsiyaye û reviyaye. Ew ê nêzîk vegere.”

Carinan Nazo diçû cem cîranan û bi kêfeke mezin û lêvên bi ken digot: “Filan kesan got, ku wan Ebdoyê min li filan deverê dîtiye. Ew ê nêzîk vegere malê.”

Derdê Nazo ji yên tevan mezintir bû: yên din dikarî li cem gorên zarokên xwe rûnên û bigrirîn. Lê Nazo? Ne gor hebû û ne jî tiştek ku here cem rûnê û êşa birîna xwe bi hêsirên ji çav û dilên xwe sivik bike.

Sal derbas bûn û ji ber Nazo mezin bû û nema karîbû zarokan bîne, wê biryar da ku jinekê ji mêrê xwe re bîne. Mêrê wê xwesteka wê pejirand û ji xwe re jinek anî. Piştî demekê zarokek ji wan re çêbû. Lê kî dikarîbû bêje ku ew zarok ne kurê Nazo ye û yê yeke din e? Her kesî qebûl kir, ku kur ê Nazo ye. Dê qebûl kir, bav qebûl kir û tevaya xelkê jî qebûl kir. Nazo navê kurik kir Mihemed. Ti kesî nizanîbû çima navê wî kir Mihemed û ne Ebdo.
Ger Mihemed nexweş diket, tax tevde nexweş diket. Ger rehet dibû, tax rehet dibû û kêf diket dilê wê.

Roja Nazo jin ji kurê xwe Mihemed re anî, şahiya tevaya taxê bû. Dema zarok jê re çêbû, kêfa gişan hat.

Nazo qedera xwe bi destê xwe çareser kir. Wê kurê xwe bi rêyekê vegerand û ew dît.

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse