Navê çand û hunera şoreşger ‘Gurbet Aydin’

0
26
REKLAM    

Hunermendê şehîd Serhat bi strana xwe Gurbet Aydin (Mizgîn) wiha tîne ziman; Keça dilşewat, daket nav civat, dest pê kir xebat, xebata zêrîn, şêra me kurdan silav da Tetwan, tevî hevalan dikir têkoşîn

Jin bi rengê xwe, bi berhemdariya xwe jiyaneke nû dihûne û bi rê ve dibe. Dema ku hemû qadên civakî li jinan tên qedexekirin, tê xwestin ku bi her awayî qeyd û bend li zimanê wan bê xistin. Jinan çi karê ku kiribin, stranek avêtine ser û bi stranê; xweşî, zehmetî, hêvî û daxwaziyên ku di jiyanê de nikaribûne bi rehetî bînin ziman, strane. Li zeviyan, kaniyan, beravan, bêrîvaniyê, nanpêjiyê, di şer û aştiyê de tu caran awaza jinan a xweş û şîrîn qut nebûye. Dengbêjî yek ji aliyê jiyana kurdan a herî pêşketî ye. Ji ber taybetmendiyên civaka feodal û oldar jinên kurd heta sedsala dawîn jî nikaribûn wekî jinên miletên din bi rehetî stranên xwe bibêjin û hunera xwe bi profesyonelî biafirînin. Hunera wan hatiye qedexekirin, eyb û şerm hatiye dîtin û hatine cezakirin.

Êşa Kurdan… 

Gurbet Aydin di nav têkoşîna azadiyê de pêşengek bû û jinek kurd bû û pêşeroja jinan diyar dikir. Nivîskara dîroka nenivîsandî ya jinan bû. Gurbet Aydin di sala 1986’an de li Ewropayê bi 15 hevalên mêr re tevli civînên gel dibû û gelek bal dikişand ser xwe. Her wiha di nav Koma Berxwedan de cih digirt. Ruh, hezkirin û girêdana wê di asta gelek bilind de bû. Hest û fikrên wê berfireh bûn. Dengê wê bandorê li ser her kesî dikir. Hestên Gurbet Aydin ên welatparêziyê gelek bilind bûn. Di her beste û stranên wê de êşa kurdan hebû. Hest, evîn, kêfxweşî, rondîk û kenê gelê kurd di kûrahiya dilê xwe de hîs dikir. Bi axaftin û sekna xwe bala her kesî dikişand. Bi taybetî li ser mijara jinan disekîni û hest û hewldanên der barê mijarê jinan de bi taybet bû. Dê îro di serî de li Amed û gelek deverên din Hozana nemir bi çalakiyên cihêreng were bibîranîn. Bîranîna li Amedê îşev li Navenda Cegerxwînê ye.

Xebatên jinan dimeşand 

Gurbet Aydin, (Mizgîn) di 1962’yan de li Êlihê ji dayik bû. Di 1980’yî de tevli refên Tevgera Azadiyê bû û li Ewropayê di xebatên avakirina Huner-Komê de cih girt. Pê re jî di xebatên jinan ên Ewropayê de, di Yekitiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê de cih girt. Mizgîn paşê vegeriya welat û gerîlatî kir. Kasetên wê yên ku bi Koma Berxwedan re derxistine tevî ku ji 20 salî zêdetir e jî, hemû kilamên wê hê jî li ser ziman in û her tim tên guhdarîkirin. Ozan Mizgîn, di 11’ê gulana 1992’yan de li Tetwanê, di şerekî de bombeya xwe diteqîne û şehîd dikeve. Gurbet Aydin di biçûktiya xwe de Tevgera Azadiyê nas kiribû û di nav tevgerê de bi xebatên hunerê dihat nasîn. Aydin di gelek xebatan de cih girt û li Ewropayê pêşengiya rêxistinbûna jinên kurd jî kir. Aydin heft bira û sê xwişk bûn. Gurbet Aydin dema ku tevli xebatên têkoşîna azadiyê bû 16 salî bû. Gurbet di jiyana xwe de gelek ji xwendina pirtûkan hez dikir û ev tişt her tim bala wê dikişand. Aydin dema ku li Êlihê xebatên partiyê dimeşand, di xebatan de her tim pirtûk dianî malê dixwend. Her wiha gelek caran wê ji jin û keçên taxê re jî pirtûk dixwend. Aydin pir eleqeyeke mezin ji bo pêşketina jinên ciwan nîşan dida û digot; “Divê ev keçên ciwan hîn bibin û xwe binasin, da ku pir tiştan ji bo xwe û gelê xwe bikin.” Dengê Gurbet Aydinê gelek xweş bû û her tim stranên bi kurdî û tirkî digot. Aydin li Êlihê li ser Newrozê stranek çêkiribû. Lê hej neqedandibû berê xwe dabû riya azadiyê û dixwest dengbêjiyê bike.

Strana hunermendê navdar Serhad; Mizgîna Çeleng

Hunermendê şehîd Serhed li ser têkoşêriya şêrejina kurd Mizgîn stranekê çêkiribû. Di stranê de zêdetir behsa şerê dawî yê Mizgîn dike bê ka çawa tevli karwanê pakrewanan bûye.

Gotinên stranê wiha ne:

Keça dilşewat, daket nav civat

Dest pê kir xebat, xebata zêrîn

Şêra me kurdan silav da Tetwan

Tevî hevalan dikir têkoşin

Mizgîna leheng, Mizgîna çeleng

Xwediyê nav û deng Gurbet Aydin

Di vê biharê daket kenarê

Yanzdeh Gulanê rojek pir bêtî

Şera me kurdan silav da Tetwan

Tevî hevalan dikir têkoşîn

Mizgîna leheng, Mizgîna çeleng

Xwediyê nav û deng Gurbet Aydin

Gule diavêtin pêsîra dijmin

Komên faşîstan berjor difirîn

Şêra me kurdan silav da Tetwan

Tevî hevalan dikir tekoşîn

Mizgîna leheng, Mizgîna çeleng

Xwediyê nav û deng Gurbet Aydin

 

 

 

 

 

 

 

 

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse