Mohra Heftemîn: Xwedê û wext xelet hatiye xitimkirin!

0
13
REKLAM    

Şovalye: Tu kî yî?
Mirin: Ez mirin im.
Şovalye: Tu ji bo min hatî?
Mirin: Ev demek dirêje bi te re me.
Şovalye: Ez niha fêhm dikim.
Mirin: Tu amadeyî?
Şovalye: Ez na lê bedena min ditirse.
……
Şovalye: Ka xulekekê bisekine.
Mirin: Hun hemû wiha dibêjin lê ez tiştek taloq nakim!
(Mirin ne karê henekan e. Rastiyeke dijwar e, ku mirov diricifîne…)

Mixabin derfeta toloqkirina zafek tiştan heye lâ belê ya mirinê tune ye. Heta niha qet çênebûye û wê qet çênebe jî. Ev rastî her çikas me biêşîne û bieciqîne jî rastiya resen û yekan e ev rastî bi xwe ye. Di jiyanê de gava me ya dawî bêguman mirin e. Di dawiya dawî de  em ê tev mirinê bitamijin. Rû bi rû mayîna bi vê rastiyê re çarenîn e. Rojek nêz rojek dereng, wê ew roj were em bixwazin û nexwazin jî wê were, were û were….Ji lew re, mirin; çalakiya xwe taloq nake! Xulekekê jî zêde dibîne û kêngî wext hat bi qirika me zeft dike; dijdîne, dijdîne û bernade. Lewma jî em teklîfek wisa li mirinê nekin. Heger mirin rojek hate devê derê me ne ku em jê birevin (ji xwe em bixwazin jî em ê nikaribin birevin) û gazinan bikin, em wê bi serbilindî pêşwazî bikin. Beriya mirin me bixenêqe em wê bi lîlandinên xwe pêşwazî bikin û slav bidinê. Slavek germ û bi wate…slavek wisa ku dawiya jiyana me bi ken û şahî be. Ne mirineka bi tirs, lê mirineke bi serfirazî û dilşadî…

Tarîtiya qirna navîn û mirovên westiyayî!

Li gor fîlm em di sedsala 14’an de ne. Antonîus Block (şovalye) û hevalê xwe Jos ev 10 sal e ku li axa pîroz (rojhilata navîn) tevî xaçperestan di nav şerekî dijwar de bû ne. Piştî ku şer bi dawî dibe û xaçeperest vedigerin welatê xwe Antonîus û hevalê xwe jî pişta stûyê xwe bi têkçûyînek giran dixwirînîn û vedigerin welatê xwe Swedê…Vegereke bi poşmanî û westandî…Vegereka ne ji bo xêrê! Vegereke ku wê bibe pêvajoya lêpirsînê ya xwedê û mirinê. Belê, vegereke ku wê rûyê keşe û hevalbendên wan yê kirêt û tamsar; di heman demê de derewên wan derxe holê. Vegereke ji rastiyê re birçî û ji derewan re têr! Vegereke ber bi şopên heqîqetê ve…Heqîqet, ew heqîqeta ku di nav dêran de hatibû genîkirin û bi ayetên derewîn hatibû binaxkirin! Fîlm bi dîmenên sihêm destpê dike. Li ber qiraxa bahrekê xuşîna bayê ye…Ji ser zinarekî em du hespan dibînin, lê li ser hespan kes tune ye. Dûre em şovalye dibînin, dirêjkirî û ji xwe ve çûyî û westandî. Westandina salên bi êş û hezîn…Li kêlake şovalye taqimekî kişikê(satranc) jî, ji çavê me nareve. Piştî şovalye em hevalê wî dibînin ev car, hevalê wî jî bi ser devkî noqî erdê bûye û di xew re çûye. Bi dengê pêlên bahrê atmosfera vegere wan ya westandî hinek din dixemile û em jî ji vê yekê bandor digrin. Em dîsa hespan dibînin lê ev car ji nêzve dibînin. Li ber peravê ba, hesp û du mirovên li erdê pîj bûyî me difikirînîn. Ev mirov çi kes in, ji ku ve hatine û bi ku de rê de diçin? Ji çavdêriyên xwe yên pêşî em pê derdixin ku ev her du mirov ji riyeke dûr hatine û têr westandî ne. Wekî din jî tiştek nayê bîra me…Axir şovalye ji xew radibe û tê ser hişê xwe. Piştî tê ser hişê xwe li hember xwe mirinê dibîne. Mirin di şeklê însanekî de li hember şovalye ye. Bi cilekî reş û rûyekî spî…Bi seknaka ji xwe bi bawer ji şovalye re dikene…Di nav şovalye û mirinê de hevokên min li jor nivisî derbas dibin. Piştî axavtinê, şovalye mirinê vedixwîne lîstika kişikê da ku mirina xwe hinek din dûr bixîne û zû bi zû nekeve destê mirinê! Her wiha mirin, bi kevirên REŞ yê kişikê dest bi lîstikê dike û heta dawiya fîlm jî lîstika wan didome.

Dans û lîstika bi mirinê re wê çikas bidome gelo?

Ji destpêka dîrokê heta îroj navber neketiye lêgerîna mirovan ya li dû bêdawîtiyê. Mirovahî her tim xwastiye ji bo mirinê çareseriyekê bibîne û êşa xwe bikewîne. Lê çikiriye-nekiriye ji bo mirinê çareseriyekê nedîtiye. Em vê rastiyê herî zêde ji Girgamêş û jiyana wî dizanin. Girgamêş ji bo vê mijarê mînakek bêhempa ye. Girgamêşê ku ji jêderke mirovahiyê, Mezopotamya re qraltiyê kiribû… Girgamêş piştî mirina hevalê xwe î qenc Enkîdû, rastiya mirinê ji kur ve hîs dike û bi vê hîskirina dijwar dest bi rêwîtiyê dike. Jana Enkîdû, Girgamêş pir xemgîn dike û her wiha tirseke har dixe dilê wî! Girgamêş naxwaze dev ji hevalê xwe î dilsoz Enkîdû berde û pûçbûna bedana hevalê wî ji bo wî zêde zor tê. Ji lew re jî Girgamêş ji mirinê nefret dike û ditirse. Naxwaze bi vê tirsê bijî û bedana wî jî weke ya Enkîdû birize here. Biryar dide ku here li nemiriyê bigere û bibe abadîn! Lê mixabîn kesekî weke Girgamêş (ku bi hêz û baweriya xwe tê naskirinê) jî nikare bibe abadîn û li hember mirinê têk diçe; weke her zindiyên cîhanê…Em ji dîrokê ango jiyana Girgamêş vê rastiyê baş dizanin. Ji xwe rastiya ku em tenê pê bawer in jî mirin bi xwe ye. Tenê mirin rast e, wekî din her tişt berdîberdan e!

Dans û lîstika bi mirinê re her tim hebûye. Qet û qet bi dawî ne bûye ev dans…Şovalyê me jî, dixwaze bi mirinê re bikeve dansê û mirina xwe hinek din dereng bike. Şovalye dil dike ku mirinê bixapîne û mirina xwe bide jibîrkirin. Lew re, Şovalye li dû hin bersivan e. Ew dixwaze van bersivan hîn bibe. Heta van bersivan hîn nebe naxwaze bimre. Şovalye dixwaze bi dilekî rehet û aram bimre. Lewma jî hebûna xwedê û mirinê difikire û dixwaze bersivên pirsên xwe bibihîze. Baş an xerab, dixwaze hîn bibe.

Daxwaza mirovahiyê ya hînbûn û zanînê! Ji hebûna mirovahiyê heta îroj mirov xwastiyê hîn bibe û ji şik û gumanên xwe rizgar bibe. Mirovahî her tim di nav şikên mezin de jiyaye û di lêgerînekê de bûye. Niha jî şovalye di lêgerînê de ye û dixwaze lêxistina qelbê rastiyê hizir bike ji dil ve , ji mêjû ve û ji kûrahiya hebûna xwe ve…

“Tirs” a “dinya wî alî”

Şovalye û hevalê xwe her tim di rê de ne û li welatê Swedê digerin. Rêwîtiya wan dibe sedema dîtina hin rastiyan. Bi vê rêwîtiyê wateya rastî û derewan dikeve qonaxek din. Ji xwe ev fîlm fîlmekî rê û rêwîtiyê ye. Rêwîtî ji bo çavdêriyan mijareke girîng e. Bergman dixwaze em çavdêriya hin heqîqetan bikin û ji kaniya rastiyê kulmek av vexwin. Rê û rêwîtî asoyeka bê dawî ye, dewlemende ji bo vegotin û verişandina rastiyê. Bergman jî bi vegotinek alegorîk rê weke amûrekê hildide dest û zimanê sînemaya xwe jî li gor vê alegoriyê dihûne. Rêwîtiya şovalye û hevalê wî ne belesebeb hatiye hilbijartin. Bi çîroka ku dibêje re girêdayî ye ev rêwîtî…Ma gelo jiyan jî ne riyeke û em jî di vê riyê de ne rêwî ne? Bergman dixwaze di vê rêwîtiyê de me li çend rawestgehan bisekinîne û bi me hin tiştan bide naskirinê. A rast dixwaze çewtî û xeletiyan bixe lêpirsînê û axa ser rastiyan paqij bike ango derxe ser rûyê erdê. Ji lew ra ax bi derewan tije bûye û pîroziya xwe hunda kiriye. Çewa ku mirov jî ji rastiya xwe dûr ketiye û dewx bûye!

Riya Şovalye û hevalên wî dikeve dêrekê. Bi dengê naqosên dêrê em derbasî hundirê dêrê dibin. Di hundirê dêrê de hevalê şovalye Jos, pêrgî wênesazekî qirna navîn dibe. Wênesaz li ser dîwarên dêrê wêneyan xêz dike. Wêneyê ku çê dike zafekî wan li ser “dinya wî alî” ne. Mirovên ku ji bo xwedê xwe ceza dikin û êş dikşînîn di freskên dîwaran de derdikevin pêş. Wênesaz di bin bîrdoziya xaçeperestan de dixwaze bi mîtosa “roja kıyamet” ê, “tirs” ê biafirîne li ser mirovan. Pêwîste civak ji xeynî “dinya wî alî” tiştek din nefikire. Her wiha dixwazin vê dinyayê (ya ku ew niha tê de dijîn) li ber çavên wan tarî bikin… Di qirna navîn de bi destê keşe û dêran li ser civakê “tirs” eka mezin dihate afirandin. Civak di bin vê “tirs” ê de tenê “dinya wî alî” difikirî û dev ji dinya xwe ya ku tê de dijî berdida. Dêr, keşe û kesên xwedî milk vê hişmendiyê bi awakî sîstematîk bi civakê didan pejirandin. Amûra wan ya herî mezin jî, “tirs” bû! Gel bi vê “tirs” ê vîna xwe hunda kiribû û tenê “dinya wî alî” difikirî…Ji bo li “dinya wî alî” azad û bextewar bijî, xwe ji bo xwedê ceza dikir û ji nexweşiyên ku derdiketin holê jî xwe sûcdar didîtin. Ji bo ji sûcê xwe rizgar bibin û xwe “paqij” bikin jî, bi zincîra li xwe dixistin û xwe dikuştin!

Ev rewş li xweşa keşe, dêr û dewlemendan diçû…Ew bi vê bîrdoziya xwe gel dixapandin û hinek din dewlemend dibûn. Ew li vê dinyayê li kêfa xwe dirênîn, wê mirovên xizan jî li “dinya wî alî” li kêfa xwe birênîtana! Ev tiştên kirêt bi riya “ol” ê dihatin pêşxistin û bi bi saya “ol” ê rastiyan berovajî dikirin. Ol, mirovan xistibû xefika xwe û mirov di bin siya “ol” ê de diheliyan, tiştekî nedifikirîn û xwe radestî oldaran dikirin. Oldar jî li gor berjewendiyên xwe tevdigeriyan û wan dixapandin. Mirovên qirna navîn bi “tirs” a xwedê û mirinê vîna xwe pûç dikirin û xwe di tarîtiyê de dihiştin!

Heger em dîsa vegerin Jos û wênesazê qirna navîn…Jos dipirse, “Çima tu van wêneyan çêdikî?” Wênesaz jî bersiv dide, “Ez dixwazim mirinê bi bîr bînin û zanibin ku wê rojek bimirin.” Jos lê vedigerîne, “Wê ev tişt wan bextewar neke.” Wênasaz jî wiha dibêje, “Çima her tim bextewar bimînin, bila hinek jî bitirsin.” Ku mirov bitirsin wê dest bi fikrînê bikin û gava bifikirin wê hinek din jî bitirsin…Peywîra wênesazan wî wextê xêzkirina “tirs” ê bû! Tirsa “dinya wî alî” civakê diricifand û mirov ditevizîn…Mirov dikare berê civakeke tevizandî bide her derî…Oldar jî wisa dikirin; berê wan ditan mirinê û tarîtiyê…

Ez dixwazim ku xwedê xwe nîşanî min bide.

Piştî Jos û wênesaz ev car em şovalye dibînin. Şovalye, ji alî hîsan ve tijeye û ji bo pirsên xwe li bersivan digere. Lêgerîna bersivan ya di dêrê de jî ne tiştekî tesadûfî ye bêguman…Sedema zafek tiştan dêr e, ji lew re jî bersiva zafek tiştan jî dibe ku di dêran de veşartî bin. Şovalye ji “şer” westiyayî vegeriya ye û zikê wî ji derewan re têr e. Lewma jî ew wiha dibêje, “Ez zanîn û agahî dixwazim; bawerî ango xeyalên pûç û vala naxwazim! Ez dixwazim xwedê xwe nîşanî min bide û bi min re biaxive.” Şovalye hatiye radeyek wisa ku êdî bi tu baweriyê qanî nabe. Ew tiştên şênber dixwaze, dixwaze bibîne û destê xwe bidêyê. Lê mixabîn çewa ew jî di dawiya axavtina xwe de dibêje, “Lê xwedê bêdeng e. Ez di tarîtiyê de bangî wî dikim, lê çewa ku kes tune be…” Xwedê bêdeng e, cîhan bêdeng e, dêr bêdeng e…tenê “tirs” bideng e! Kesê şovalye pêre diaxive jî ne keşe ye, mirin bi xwe ye…Mirin li dû wî ye û jê naqete.

Di destpêka mirovahiyê de jî tirs hebû…Mirov li ber hin qewmînên jiyanê matmayî diman û tu bersivekê ji van qewmînan re nedidîtin. Ji bo vê yekê jî “tirs” iyan û xwastin ji xwe re bersivekê bibînin. Bi gotina Şovalye, “Em ji tirsên xwe xeyalan çêdikin û paşê jî navê xwedê li van xeyalên xwe dikin.” Mirovahî ji bo “tirs” ên xwe xeyalan afirand û navê “xwedê” li pirsên xwe î bê bersiv kirin. Ew roj û îroj e “tirs” bûye “xwedê”, “xwedê” bûye “tirs” Ji lew re; “xwedê wext xelet hatiye xitimkirin.” Bi vê xitimkirina xelet mirovahî “gêj” û “xewar” bûye! Wext jî bi hişmendiya vê “tirs” ê herimiye û letikî ye! Mêjû, hiş û vîn hatiye firotin di duayên dêran de…

Heger em ji bo Bergman kevanekekê vekin di vê navberê de, em ê fîlmê Bergman çêtir nas bikin û fêhm bikin. Bavê Bergman keşe ye. Ji bo bavê wî keşe ye, Bergman di biçûkatiya xwe de ji dêran dernakeve. Her tim di dêran de ye. Bergman wiha qala wan rojan dike, “Gava ku di dêrê de mezinan dua dikir û lawijan (ilahî) digotin, min jî di wê navberê li wêneyên ser tawan û dîwaran hatibûn xêzkirin dirênî. Di wêneyên qirna navîn tiştê ku mirov dixwast tev hebûn; ferîştah, ezîze, ejderha, pêxember, şeytan, însan û hwd.”

Bergman di biçûkatiya xwe de pir di bin bandora wêneyên qirna navîn de dimîne. Bergman sînemaya xwe ji van wêneyan naqetîne û berdewamiya van wêneyan dibîne. Li ser wêneyan hûr dibe û hurgiliyên bêhempa diqefêle. Her wiha van hûrgilî û kitekitan di sînemaya xwe de bi awakî serkeftî bikar tîne… Gava mirov li fîlmên wî û sînemaya wî dirênê ev rastî baş tê xuyanê. Heta mirov gerdûn û derûniya Bergman ya zaroktiyê hîn nebe wê nikaribe biherike ber bi sînemaya wî ve jî…Naverokên fîlmên Bergman bi zaroktiya wî xemilandî ne. Zafek mijarên fîlmên wî bingeha xwe ji zaroktiya wî distînin. Kûrahiya fîlmên ji xeyalên zaroktiyê tên. Bergman, zaroktiya xwe weke rûnê malê pêşî palandiye û dû re li ser fîlmê xwe gerandiye. Ji lew re tahma fîlmên wî ewqas xweş in! Bi qasî rûnê malê pîroz, bi qedr û qîmet in fîlmên Bergman. Bergman bi xwe hunermendekî pîroz e û ber bi deriyê nîrvanayê ve meşiya ye. Bergman bi fîlmên xwe perda “tirsê” çirandiye û xwe di nav ronahiyê de xenaqtiye. Ronahiya wî weke findekê me jî ronî dike û riya rastiyê nîşanî me dide.

Pêwîste têkiliya Bergman ya bi şano, helbest û wêjeyê re jî, ji çav neyê revandin. Bergman xwe bi van huneran baş perwerde kiriye û tûrikê hestên xwe tije kiriye. Fîlmên wî yê helbestkî “kezzebî” ne û dilê mirov radikin pêdarê! Di pêşerojê de ev zimanê wî yê helbestkî digihîje kesên weke Tarkovsky û Angelepoulos û ev kes di bin bandora Bergman de dimînin. Hêzeke Bergman ya wiha jî heye.

Dojeh ên din in!

Heger em kevaneka xwe bigrin û dîsa berdewam bikin, Şovalye û hevalê xwe di gera xwe ya vegera welat de, leqayî kirûyên ecêb û sosret tên. Laneta xwedê VEBA! Baweriya, “Zarên Adem pişta xwe dan xwedê” li her der derbasdar e. Ji bo pişta xwe dane xwedê, xwedê wan tawanbar kiriye û bi Vebayê ceza kiriye! Her sê erkên wê demê (keşe, dêr, serdest) vê baweriyê di nav gel de belav kirine û “tirs” ê xistine dilê civakê. Civak hatina vebayê wisa dixwîne. Kesên ku wisa nexînin jî weke “şeytan” tên dîtinê û tên kuştinê an jî tên şewitandinê. Şovalye û hevalê xwe di gera xwe de van mînakan pir dibînin. Girse bi girse mirovên ku jan dikşînîn di ber çavên wan re derbas dibin. Qaşo ev kes li hember hikmeta xwedê derketine û bi “şeytan” re hevaltî kirine! Lewma jî hatine cezakirin û cazayê xwe bi mirinê paqij dikin…Qirna Navîn, bi vê hişmendiyê bi hazaran mirov di agir de şewitand û xwastin bi vê riyê ji xezeba xwedê xilas bibin! Qêrîna Qirna Navîn hê jî di kerrikên guhê me de olan dide…

Di dîrokê de mînakên wisa pir in…Burûno, Jan Darck, Hallac û Nesîmî jî hatibûn tawanbarkirin û ji bo ku li dû derewên wan neçûbûn weke “şeytan” hatibûn dîtin û yek bi yek hatibûn şewitandin. Bi şewitandina van mirovan xwastin ku hinek din jî “tirs” bixin dilê civakê û wan di bin qontrola xwe de bigrin. Nakokiya mezin; kesên vê zilmê dikirin jî ditirsiyan! Tirsa wan ya herî mezin jî deşîfrebûna “derew” ên wan bû. Ji bo mirov herin cinnetê pêwîstî bi tapûyan hebû! Ji bo “Tapûyên Cinnetê” bi deh salan seferên xaçeperestan çêbûn. Di van seferan de bi hezaran mirov nexweş ket û qirr bûn! Li ber jiyana wan ya xedar “Tapûyên Cinnetê” bûn derew û man…Şovalye û hevalên xwe jî baş fêhm kirine ku gotina “Tapûyên Cinnetê” fikreke xera, çewt û şaş bû ye. Ev rastî wan dîn û har dike û hinek jî diqehirîne, ji lew re ewqas sal şer kirine, lê ji bo kî çima û bi çi aqilî? Rastiya van seferên “vala” ew êşandiye û dixwazin kesên vî karî kirine ji bo wan bibin bersiv. Lê bersiv tune ye…mixabîn tune ye…Çewa ku di derekê de şovalye jî dibêje, “Valahî” Di şûna bersivan de valahiyên mezin dimînin. Ev valahî zû bû zû nayên tijekirin. Şovalye jî bi valahiyên xwe re tiqîtenê dimîne û heta ku mirin wî bi wan valahiyên wî hêmbêz dike û dibe dinya wî alî…

Veba, laneta xwedê nîne, berovajî vê laneta hişmendiya DÊR ê ye! Laneta berjewendiyên kesên serdest e veba. Encama derewên qirêj û mêjûyên riziyayî ye veba! Çewa ku Sartre jî dibêje, “Dojeh ên din in!” Vebaya mezin jî ên din in û berpisryarê vê lanetê jî, ji xeynî wan ne kesekî din e. Ji bo xwestinên xwe mirovahiyê hanîne ber helakê û cîhanê kirine dojeh û hiştine! Dojeh jî, tirs jî, roja qiyametê jî ew bi xwe ne. Mirin jî rûyên wan yê reş e…ne tiştekî din…

Bergman, wiha dibêje, “Lîstikvanên min digrîn, qîr dikin, ditirsin, diaxivin, dilîzîn, êş dikşînin û pirsan dipirsin. Tirsa wan veba ye, roja qiyametê û stêrka Pelîm e. Tirsên me cûda ne lê belê hevokên me heman hevok in.”

Hişmendiya qirna navîn tenê cilê xwe guhertiye!

Yek ji mezinahiya Bergman ewe ku, ew her tim rojane dimîne. Huner û fîlmên wî jî rojane ne. Çewa ku di dema xwe de ciyê xwe girtine, di jiyana me ya îroj de jî fîlmê Bergman geş in û li ser me bandor dihêlin. Dibe ku îroj şert û merc guherîbin lê dîsa jî pirsgirêkên cûda, “tirs” ên mezin li holê hene. Çewa Bergman jî dibêje, dibe ku tirsên me cûda bin lê hevokên me heman hevok in. Sedsala em niha tê de dijîn jî zêde ne pak e. Feraset û mantelîteya skolastîk îroj jî li zafek deran heye, lê bi şekl û şêwazek din. Modernîteya kapîtalîst xapandin û tirsa qirna navîn rojane kiriye û xistiye meriyetê. Qirna navîn ya vê sedsalê modernîte û pêşveçûyîna sexte bi xwe ye! Vebaya vê demê jî kapîtalîzm û rûreşiya wê ye… Her çikas diçe cîhan çilvirî dibe û di xamîtiya xwe de dejenere dibe diçe.

Aha, Bergman me li hember vê dejenerebûnê hişyar dike û dixwaze weke lîstikvanên wî em jî pirsan bipirsin û di ciyê xwe de nesekinin. Bergman naxwaze em di bin “tirs” an de bihelin û herin; ew me dehf dide ber bi ronahiyê ve…Ew dixwaze me ji bin zilma “tirs” an rizgar bike û deriyê azadiyê nîşanê me bide.

Ji bo deriyê azadiyê nîşanî me da ye, Bergman sînemagerekî hêja ye. Pêwîste mirov fîlmên wî baş bixwîne. Mohra Heftemîn, her çikas weke portreyekî sihêm yê kesekî bê xuyanê jî, ew tenê ne potreyê şovalye ye. Her wiha portreyê qirna navîn û kirêtiya wê ye jî. Em di vî fîlmî de dîrokekê dixwînin; dîroka ku serdestan li gor dilê xwe nivisandiye û bi derewan nepixandiye!

Bergman bi fîlmê xwe vê nipixandina dîrokê datîne xwarê…û li ser “hebûn” a însan me difikirîne. Ji xwe Mohra Heftemîn fîlmekî onotolojîk e. Pirsa, “Mirov çima û ji bo çi heye?” ji me dipirse û dixwaze mirov li ser “hebûn” ê carek din birame û pirsan ji xwe û ji derdora xwe bike. Her wiha li ser manewiyata ku hatiye hundakirin jî, disekine û

Mixabin îroj jî, xwedê û wext xelet tê xitimkirin…Ev xeletî nexweşiyên dijwar bi xwe re tînin. Ji bo em nexweş nekevin û xwedê û wext xelet xitim nekin fîlmê Mohra Heftemîn derfeteke bêhempa û yekta ye.

Em mecbûr in li ser hin rastiyan carek din bifikirin û pirsên nû bipirsin. Hebûna xwe carek din bidarizînîn û dilê xwe derxin dadgehê!

Gera li xwedê û rastiya mirinê çewa ku Antonius diêşîne divê me jî biêşîne. Antonîus, di ciyekî de wiha dibêje; “Bawerî êş û azar kişandine. Bawerî dişibe hezkirina yekî ya di tarîtiyê de. Û ew kes qet dernake nayê…her çikas mirov bi hêzeke mezin bang bike jî ew dernakeve nayê…”

Antonîus, di dawiyê de mat dibe û têk diçe li ber mirinê! Qêrîna wî ya dawîn, “Xwêdê ez dizanim tu li ciyekî yî, li me were rihmê…” valahiyek din li valahiyên wî zêde dike. Dîsa jî pirsa şovalye bêbersiv dimîne û kes dernakeve nayê ji wê tarîtiyê…şovalye di pêşpirka kişikê de li ber mirinê hunda dike..!

Mirin çi gotibû, “Ez tiştek taloq nakim.”

Mohra Heftemîn pirseke mezin e. Kerem bikin em jî pirsan ji xwe bipirsin…

* Hevokek ji helbesta Rênas Jiyan ya “Janya” yê.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse