MİN DÎT
Director:Miraz Bezar
Germany – North Kurdistan (Turkey) / 2009 / 102 mins / Kurdish (Kurmanji) and Turkish with English Subtitles / PG
Cast: Şenay Orak – Muhammed Al – Hakan Karsak – Berivan Ayaz – Fahriye Çelik – Alişan Önlü
Winner of the San Sebastian Film Festival 09, Gaztea Youth Award.
Xelatgîrê Mihrîcana Flîman a San Sebastian 09, Xelata Ciwanan a Gaztea.
Di salên 90’î de Kurdistana Bakur. Şeveke meha Gulanê li nêzî Amedê li ser riyeke vala, jiyanên Gulistana deh salî û birayê wê Ferad ji nişka ve diguhere dema ku bavê wan, rojnamegerekî siyasî, û diya wan li ber çavên wan ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkan ve dihên kuştin. Piştî ku kes û karên xwe di şer de wenda dikin ev du zarokên bêparastin û birayê wan ku nû hatiye dinyayê hewlê didin kuz indî bimînin û bi tena serê xwe jiyana xwe bidomînin. Nivîsara flîmê bi awayekî hevpar ji aliyê rojnamegera Kurd Evrim Alataş û Miraz Bêzar ê derhênerê ciwan ve hatiye nivîsandin. Flîm wan rojan dihîne bîra mirovan ku tê de rojnamegerên Kurd her roj di naverasta rojê de dihatin qetl kirin.