Miraz

0
8

Derhêner Rodî Yuzbaşi, di sala 1979’an de li Agiriyê ji dayîk bûye. Li zanîngeha Erziromê beşa sînemayê xwendiyê. Derhêner Rodî Yuzbaşi, di destpêkê de zêdetir li ser wênekêşiya belgeyî rawestiye û di vê hêlê de xwe pêşxistiye. Niha li zanîngeha Marmarayê xwendina bilind ya sînemayê didomîne. Heta niha pênc belgefîlm kêşandine. Belgefîlmên  wî “Axên Qedîm(2006)”, “Êzidiyan(2007)”, “Mezra Êzidiya(2008)”, “Miraz(2010)”, “Haveyn(2012)” heta niha beşdarî gelek pêşbirk û mîhrîcanên fîlman bûne û her wiha di her pêşbirkê de xelatan bi dest xistine.

Fîlma bi navê Miraz(39’deqîqe) di sala 2010’an de hatiye kêşandin. Beşdarî gelek mîhrîcanên fîlman bûye û bê xelat venegeriya ye, her wiha di sala 2011’an de mîhrîcana belgefîlman ya Amedê de hatiye pêşkêşkirin û xelata serkeftinê a yekemîn bi dest xistiye.

Fîlm li gundekî girêdayî Agirî hatiye kêşandin û di kesayetiya Agiriyê de jiyan û taybetmendiyên herêma Serhedê hatine pêşkêşkirin. Fîlma bi navê Miraz, her çiqas wek herêmî bê nirxandin jî, di bingeha xwe de çand û jiyana tevahiyan kurdan derdixe pêş. Him ji aliyê pêşkêşkirin û vegotina erdnîgarî û jiyana çiyayî ve û him jî ji aliyê nirxandina rastiyên civaka kurd ve belgefîlmeke xurt e. Ji hêla dîmengeriyê ve mehdê temaşevanan vedike, bikaranîna dengan bi awayekî hostayî pêk hatiye. Taybetmendiyeke vê belgefîlmê jî, di bingeha jiyana çiyayî de bikaranîna çar demsalan e.

Fîlm bi dîmeneke berfbarînê, dengbêjî û çîrokvegotinê dest pê dike. Pêvajoya fîlmê wek çaryekên helbestekê derdikeve hemberî temaşevanan,  di rêza çar demsalan de jiyana xwezayî tê pêşkêşkirin. Bi pêşandana dîmenên ji hev cudatir, temaşevan jî bi dîmenan re diçin û tên. Di dîmena zayîna çêlekê de, ji hêlekê ve zayîn heye, hêlekê ve mirin, lawij û şîn heye. Ev jî rastiya jiyanê a ji dayîkbûyîn û mirinê derdixe pêş.

Di vê belgefîlmê de gelek mijar hene. Mijara yekemîn di encama koçberiya mecbûrî ya ciwanan tenêmayîna dê û bavan e. Di ernîgariya kurdan de her tim ji ber xemsariya hêzên desthilatdar, mecbûrbûyînek derketiye holê ku, kurdistanî koç bikin û biçin bajarên rojava û ewropayî, ji axa xwe û welatê xwe dûr bikevin. Di vê fîlmê de ev mijar hatiye nirxandin, dê û bav di nav mirazê xwe de li benda zarokên xwe yên li derveyî welêt in.

Mijareke din jî heye ku, tiştên di dîrokê de hatine jiyîn ji hêla gel ve wek çîrokî tên vegotin. Di dema şerê Ûris(Rusya) de, li herêma Serhedê gelek zehmetî(xela) hatine jiyîn. Mînaka di fîlmê de tê vegotin(leşkerên Ûris bi hespan dihatin û dema ku diçûn, cehê di nava tersên hespan de dihate ziwakirin û dihate xwarin) ji hêla hemû Serhediyan ve hêj tê gotin. Her wiha di encama komkujiya geliyê zîlan de dîsa xela derketiye û êş û janên welatiyan ji hêla herêma Serhedê ve tê zanîn. Hin bûyerên din jî wek serhildana Agiriyê û rewşa ermeniyan tê vegotin. Wek tê vegotin di demên berê de li vê erdnîgariyê ermeniyan jî xwedî ax û erk bûne. Her wiha di navbera wan de kirîvtî jî çêbûye, danûstandineke civakî û çandî pêk hatiye.  Ji ber dagirkeriya hêzên desthilatdar nebaşî û neheqiyên mezin derketine holê. Gelê di vê erdnîgariyê de dijî û jiyaye bi gelek bûyeran re rû bi rû maye. Ji vê hêlê ve ev fîlm wek fîlmeke civakî bê nirxandin û şîrovekirin dê di cî de be.

Di vê fîlmê de dengê jiyana jinê derdikeve pêş. Jin ji rewşa xwe ya îroyîn ne razî ye. Hingî jiyan didome, teknolojî pêş dikeve, mirov jî ew qas ji hev dûr dikevin. Wek tê vegotin jî, berê di nava gund û taxan de kanî hebûn, hebûna kaniyan ji hêlekî ve ji bo berdewamiya civakîbûyîna jinan ve roleke sereke digirt û ne tenê ji hêla jinan ve, ji hêla tekiliya jin û mêran ve jî giring bû. An jî êvaran, carinan jî bi roj jin diçûn û dihatin malên hev, têkiliyên civakî xurtir dibûn. Lê niha hemû kes di mala xwe de ye, kaniyên hemû kesî/ê hene, televîzyonên hemû kesî/ê hene, têkiliyên civakî ber bi têkçûyînê ve diçin. Her wekî din di fîlmê de tê vegotin, êvaran li malan çîrokvegotin, şevbêrk, kombûyîn û hwd. pêk dihatin. Di fîlmê de bêriya dema berê bi rêya hestiyariya gundiyan ve baş hatiye pêşandan.

Di vê fîlmê de bi dehan mijar hatine vegotin û nirxandin. Dema fîlmê her çiqas kin bibe jî, ji hêla destgirtin û pêşandana mijaran ve ev fîlm, bi dirêjefîlman re dikare bikeve pêşbirkê. Ev jî xuya dike kû dem ne giring e, bikaranîna nîşandanê giringtir e.

Di kar û barên rojane de jin derdikeve pêş. Di jiyana çiyayî de jiyaneke wekhevî heye. Jin û mêr li gorî hêz û xwesteka xwe dikarin bixebitin. Ji aliyê karên ku jin dikin ve wateya jinê derdikeve pêş. Jin di xwezaya xwe de hilberînê pêş dixe, di fîlmê de jî tê pêşandan ku jin karê hilberînê dike.

Di dîmena ku du jin li cihekê rûniştine û goreyan çêdikin û dipeyîvin de, tiştekî balkêş û rastiya civakê jî derdikeve hemberî temaşevanan. Dema ku mêr tê, jin radibin ser piyan û berê xwe vedigerînin, li rûyê mêran nanêrin. Ji hêla bandora oldariyê ve ev mijar tê ravekirin û cudayiyan dixe navbera jin û mêran lê, di bingeha bikaranîna vê mijarê de rêzdarî heye.

Bi dîmenên balkêş gelek mijar hatine ravekirin. Coşa zarokan, pêşbirka siwarên hespan, bilêvkirina fikr û rêmanên gundiyan, xwestekên wan, taybetiyên demsalan, nîşandana ajalan û xwezaya çiyayî ji hêla pêşkêşiya dîmengeriyê ve hêja ne.

Fîlm, piştî salek derbas dibe, berfa zivistana sala duyemîn dikeve û bi dîmena ku di destpêka fîlmê de derketibû hemberî temaşevanan, cara duyemîn derdikeve û bi dengbêjiyê fîlm bi dawî dibe. Derhênerê Kurd Rodî Yuzbaşi, bi kar û xebatên xwe yên bi nirx hêviyeke mezintir derdixe holê ku, dê îro şûnde projeyên-fîlmên baş û bi nirx derkevin li hemberî gel. Ji nihav de kekê Rodî re serkeftin!

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse