Demek ji deman rehme li dê û bavê guhdaran! Carekê gurekî boz bela xwe li pezê gundekî xist bû! Her roj wî gurî ajaleke wî gundî dixwar! Çiqas dem derbas dibû gundî ji gur aciz dibûn û li çareseriyê digeriyan! Rojekê ji rojan gundî kombûn û kemînek li gur kirin ku wî bikujin! Gurê birçî ket kemîna gundiyan! Lê bes gundiyekî extiyarî zana nehişt gundî gur bikujin. Gundî hemû şaş man ku ka sedem çi ye. Extiyare zana nezî gur bû û zengilek kire sikura gur de. Piştî wê deme her ku gur nezî nêçîra xwe dibû nêçîr pê dihisiya û baz dida. Piştî demekê gur ji nêza bêçarê ma û dinav birçîbûne de perîşanbû û bi sefîltî mir!

Birastî her çîrok rastiyekê vedibêje. Çîroka gurê bi zengil jî rastiya Kurdan vedibêje. Îcar gurê ku li Kurdan peyda bûna reng û cinsê wan zêde ne. Nexasim ku Kurdistan ji aliyê van guran ve hatiye dorpêç kirin û perçe kirin. Ev gur mîna gurên çîrokê her roj berxekî ji nav me didizin û dixwin.

Di van salên dawî de fîlme Min Dît jî bal kişandiye ser vê mijare.Dîsa mezin tên kuştin û zarok bi rûyê şer yê dijwar re tenê dimênin. Car caran em dengê dayika zarokan ji teybeke kevn dibihîzin. Dayik qala çîroka guran dike ku mijara fîlm li ser vê çîroke dimeşe.

Dem xuyaye dema salên 90î ye. Kêm zêde herkes wê demê û êrîşa gurên wê demê dizane. Bav xebatkarê çapemeniye ye. Di nûçeya wî ya dawî de jî em dibînin ku li ser faîlî meçhûlan disekîne. Mîna ku hewl dide zengil bike stûye dewletê. Lê bes gurên har pê dihisin û di rê de bav û dêya zarokan dikûjin. Dema bav tê kuştin dengê jina wî tê. Wedat!!!  Wê demê Wedat Aydin ê ku ji aliyê guran ve hat qetil kirin tê bîra me.

Piştî kuştina dê û bavê zarokan xaltiya wan hewl dide wan bi xwe re derxê derveyî welêt lê dîsagurên har dibin asteng û xaltiya wan jî ji wan qut dikin. Xwişka wan ya piçuk jî dimre. Peşî ava wan, duvre ceyrana wan qut dibe. Hêdî hêdî amûrên jiyana wan ji destên wan tên girtin. Di encamê de xwediyê xanî jî amûrên malê yên ku ji ber firotanê mane di deynê devê derî. Êdî zarok bê mal jî dimênin. Birastî di vir de civak-derdor jî tê rexne kirin. Herçiqas jinên derdore bixwazin alîkariye bikin mêr di bin asteng û hinekî jî pêşiya gura vedikin.

Li bajarekî mîna Amedê du zarok an jî kesek bê mal bimêne gelo çi pê tê. Fîlm bersiva vê pirsê jî daye. Demên 90î û Amed! Bêgûman ew dem di dîroka Kurdan de deh salên pir xerab bûn.Gur bi her awayî êrîşeke bê pîvan li ser Kurdan kiribûn. Gund û bajar bi her awayî dabûn ber xwe. Zana û jîrên Kurdan her roj dibûn nêçîragura. Di rewşeke wisa de xwedî derketina gelek tiştan lawaz dima.

Em dibêjin zarok. Ma gelo bav û dê yên du zarokan li ber çavên wan werê qetil kirin wê ew zarok çi hîs bikin. Ez nizanim. Nikarim xwe bikime dewsa wan zarokan de û bifikirim. Gelo gunde mirovekî xaniye wî ajal û bexçeyên wî werin şewitandin û ji ware xwe were koç kirin wê hîssiyata wî kesî çawa be? Nizanim! Nikarim xwe bikim dewsa wîde jî. Ev zarok jî xwe di sipêrin bircên Amed ê! Ew bircên ku bi hezaran sal li ser piyane û kalikên wan parastine. Ew difikirin ku yê wan jî biparêzin. Lê bes fîlm wisa naherike. Her diçe zarok dikevin nav kolanên teng û jiyan ji bo wan tengtir dibe. Fîlm di vir de balê dikeşîne ser vê mijarê jî ku di van kolanên teng de evqas zarok hene û her ji wan xwedî çîrokek cûdaye! Çîroka Zelal ji ya Gulîstan ne cûda tire! Mikaîl ji Firat ne cûdatire!

Piştî ku zarok wan sikakên teng ji xwe re dikin war hinek hewcedariyên wan sikakan hene ku bikin! Jiyana berbajêr ne hêsane. Dive tu zîrek be! Mînak dema te hesteyek an jî mendilek firot dive tu fedî neke. Heya ew kes tiştên te nekirin dîve tu dev ji wan bernedê. Hêdî hêdî xwişk û bira dielimine wê qade. Firat dest bi alîkariya diziye dike û Gulîstan jî bi keçeke ku laşê xwe difiroşê re teklî di deynê. Êdî ew jiyana wan ya berê li dûv wan dimêne. Lê bes kûjerê dê û bavê xwe jî ji bîr nakin!

Di firotana hesteyan de Firat û gur(Kujerê dê û bav) rastîhev tên! Firat ji tirsa bi xwede mîz dike. Bertek eve ma wekî din mirov dikare ji zarokekî çi hêvî bike. Tirsa wî dibe mîz û xwe ji laşê wî yê nazik de berdide xwar! Gulîstan di bazara keçika ku laşê xwe di firoşê de pêrgî gur dibe. Sekna Gulîstan ji ya Firat bi wêrektir e. Gulîstan dikeve nav hewldana ku gur bikujê lê bes çîroka diya wê tê bîra wê disekine û li dora Gur diçe û tê!

Di serî de jî min got her çar aliye Kurdistanê dinav guran de ye! Mirov destê xwe diavêje ku gurek lê peyda dibe. Fîlm bal kişandiye ser vê mijare jî. Mirov çawa bi kûjere xwe re di heman bajêrî de dijî! Gur çawa xwe di hilêne ku carna çêdibe mirov jê hesteyekî bixwazê an ew hesteyekî ji te bixwaze. Rast e. Çêdibe ku tu û kûjerê xwe di heman restorantê de xwarin dixwin! Di heman avahiye de dijîn. Ji heman dikanan danûstandine dikin. Zarokên we diçin heman dibistane. Hûn heman tîmên futbolê digirin. Li heman taxê rudinin. Mîna te ye. Cîranê wî jî hene. Zarok û jina wî jî heye. Zarokên wî jî nexweş dikevin. Lê bes ew gur tu berxî û hûn di heman deverê de behnê distênin. Kî dikare bêje ku gurê birçî yê ku Tahir Elçî kuşt niha ne li hember te ye û hûn di heman restoranê de xwarine naxwin? Başe ya kujere Kemal Korkut? Ev gur hemû di nav me de dijîn. Lê bes bê zengilin.Ji her yekî re zengilek pêwist e.

Fîlm xirabiya jiyane di rûye gur de derxistiye holê. Heger tiştek xirab biqewime em di serî de poze gurê har dibînin. Fuhûşe ew dikin. Zana û jîrên wî welatî ew dikujin. Xeberan ew dikin. Di nav me de ne,şiklê wan wek ye,me ne bi me re dijîn lê bes zengilê wan nin e.

Çi cara ku em dikevin cafe an cihekî runiştine dengê stranên Kurdî tên guhên me! Tişta ku bala min kişand jî hemû stran li ser welat bûn. Herçiqas li gor min stranek arabesk jî bê derhêner di dawiya fîlm de strana “Ka welatê min Kurdistan’’ bi zarokan daye gotin. Her zarokek ji wan bi xeyala welatekî binave Kurdistan mezin bûne! Xuyaye derhêner bêrî kirina xwe ya welat bi strana ji me re ragihandiye! Ji fîlma Rê-Yol bigire heya roja me ya îro her kesê ku li Amedê fîlman çêdike illeh dengê balafir an jî helîkopterên şer dikevin fîlmên wan. Bêgûman fîlme ku ji vî dengî bê parin ji rastiya wê deverê jî bê parin, Ji ber ku her roj û roje bi dehan caran li ser azmanên Amed ê balafirên şer radibin.

Bajar êdî ji Gulîstan û Firat re teng tê. Gulîstan û Firat bi alîkariya hevalên xwe li gor çîroka ku diya wan ji wan re qal kiribû ket nav hewldane û tola xwe ji gur hilanî. Herçiqas derfeta kuştina gur ketibe destên wan jî wan ev rê ne hilbijart. Tişta herî bi bandor kirin. Tişta ku me hemûyan zanîbû eşkere kirin. Zengil kirin stuyê gur de. Êdî gur li bajêr eşkere bû. Êdî dema çû ber nêçîra xwe wê zengilê wî lê bide. Êdî wê gur ji nêza bi sefaletî bi mire.Hey bajarîno evê hanê gur e dê û bavê min kuştin! Navê wî ew…mala wî eve… bila her kes bizane!

Min Dît yekem fîlme metrajdirêj yê derhênere. Dema fîlm kete vîzyone gelek rexne lê hatin kirin. Di Festivala Antalya de rastî êrîşeke nijadperestî hat. Her ku fîlmekî Kurdan dikeve vizyone û serkeftiye û taybetî jî rastiyekê vedibêje rastî êrîşên bi vî rengî tên. Fîlm ji ber ku civaka Kurdan xemsar nîşan dide hat rexne kirin. Bêgûman hunermend berhemekê çêdike û pêşkeşî gel dike. Ne mumkune ku gel bi her awayî wê berhemê biecibene. Rexne rê ya berhemên xweşiktir û baştir vedike lê bes ku rexne bê. Li gor min di civakê de rewşa hinek zarokan sed qatî ji ya van zarokan xerabtir e. Bê xwedî û bêkes in. Heger derhêner xwestibe bal bikişenê vê mijare êdî ew tercîha wî ye.

Herçiqas di pêvbestinê de hinek kêmasî hebin jî ev kêmasî zêde tadê nadin fîlm. Hinek diyalog hebûn ku hewce nedikir bêne bikaranîn. Derhêner karîbû kolanên Amedê yanî dever ê baştir bikarbêne. Lîstikvanên fîlm ji bilî zarokan yên din zêde çêkirî bûn. Zarokên ku tê de dilîstin ji mezinan xweştir û baştir rolên xwe dikirin. Xwezatiya wan xwe di rolên wan de derxistiye holê. Fîlm peyama xwe bi zimanê sînemayê gihandiye temaşevanan û wek fîlmekî serkeftî mohra xwe li sînemaya Kurdan daye.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse