Mîhrîcanê deriyên xwe bi ‘Hêvi’ya Guney vekir

0
4
Şaredariya Êlihê û Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn, bi şiyara “Kamerayeke me û rêhevaltiya me heye” dest bi 4’emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd ên kin a Yilmaz Guney kir. Mîhrîcanê bi fîlmê “Umut-Hêvî” ku derhêneriya wî Yilmaz Guneş kiriye dest pê kir.
Di kokteyla vekirinê de Parlamentera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, Hevserokên BDP’ê yên Êlihê Serdar Atalay û Rahşan Çarboga, Cîgira Şaredar Gulistan Akel, rêveberên şaredariyê, reveberên BDP’ê nûnerên saziyên civakî amade bûn.
Piştî kokteylê ji bo kesên di têkokşîna aştî û demokrakrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Mîhrîcanê bi fîlmê “Umut-Hêvî” ku Yilmaz Guney derhêneriya wê kiriye dest pê kir.

SÎNEMAYA ALTERNATÎF

Di mîhrîcanê de Rêveberê Komeleya Akademiya Sinemayê Haşîm Aydemîr, diyar kir ku ji bo sînemaya alternatif pêş bixin û bi gelên din re nirx, êş û şahiyên gelê kurd parve bikin xebatan dikin. Aydemîr, anî ziman ku niha jî mîhrîcana bi şiyara ‘Kemerayek me heye û rêhevaltiya me’ pêk tinin û wiha got: “Me xwest bi vê mîhrîcanê xwe bigînin sînemaya Halîl Dag. Dag û çend hevalên xwe bi karemaya xwe û jiyanek komînal li dijî sanayiya sînemayê, sînemaya komînal pêş xistin. Xwestin sînemayê li gorî ruh û armanca sînemayê pêş bixin. Ji ber vê yekê me xwest Yilmaz Guney li Êlihê bikin sazî. Li Tirkiyeyê yekem car Yilmaz Guney sînemaya kurd çêkir.  Mîhrîcan dê sibê bi bernameyên cuda û fîlmên cuda berdewam bike.

BEŞA PÊŞBIRKÊ

Mîhrîcan, ji kategoriyên fîlmên kurt û fîlmê kurt-serpêhatî, fîlmên dirêj û belgefîlman pêk tê. Dê ji bo fîlmê yekemîn ê di kategoriya kurtefîlman de 7 hezar TL, fîlmê duyemîn 5 hezar TL, fîlmê sêyemîn 3 hezar TL xelata pere were dayîn. Di kategoriya xelata fîlmê kurt-serpêhatiyê de fîlmê ku dê bê hilbijartin jî dê 5 hezar TL piştgiriya çêkirinê jê re bê dayîn.
Dê di çarçoveya mîhrîcana kurtefîlman de ji bilî pêşandana fîlman aktîvîteyên cuda jî pêk bên. Ji bo agahiyên berfirehtir hûn dikarin ji www.sinemaakademi.com’ê  û ji malpera Şaredariya Êlihî www.batman.bel.tr’ê sûdê werbigirin.
FÎLMÊN ku ew ê di çarçoveya 4’emîn Mîhrîcana Kurtefîlman a Yilmaz Guney de hem di beşa pêşbazî û hem jî di beşa nîşandanê ew ê bi sînemahezan re werin parvekirin ev in; di beşa pêşbaziyê de; fîlmê derhêner  Azar Marsury  ê bi navê ‘Station’, fîlmê Ozkan Kuçuk ê bi navê  ‘Pepûk’, fîlmê Tofeng Amani yê bi navê ‘Identity’, fîlmê Gunduz Sevdî yê bi navê ‘Ziman’, fîlmê Komên Çîrokên Veşartî yê bi navê ‘Veşartî’, fîlmê  Mazlum Demîr ê bi navê ‘Bê rê-deng’, fîlmê Zekeriya Aydogan ê bi navê ‘Xal û Xwarzê’, fîlmê Sarkaot Mohammadi yê bi navê ‘Frend For My Frend’, fîlmê Emîn Dogan ê bi navê ‘Sor’ û fîlmê Engîn Çetînkaya yê bi navê ‘Evsîzîn Evî’.
Fîlmên beşa nîşandanê jî ev in; Ezman (Hatîp Kabak), Dongu (Burak Varlik), The Adventure Of The Married Couple (Keywan Kerîmî), Gund (Mehmet Yamak), Baghdad Messi (Saîm Omar Kalîfa) û Orman (Mehmet Uluyer). Çîrokên ku ji bo pêşbaziyê jî ev in; Mirîşk û Madalyon (Faruk Uysal), Bîr (Zekeriya Aydogan) û  Gerek gur bimire (Atîlla Demîr)
Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse