4’emîn Mîhrîcana Kurtefîlman a Yilmaz Guney a Êlihê ku rojnameya me Azadiya Welat jî yek ji sponsorên wê ye îsal di navbera 13 û 17’ê mijdarê de dê pêk were. Mîhrîcan ji aliyê Şaredariya Êlihê û Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve bi hevparî tê organîzekirin. Îsal 73 fîlm di beşa pêşbirk û nîşandana çîrokan de serî li mîhrîcanê dane. Berî çend rojan amadekarên mîhrîcanê nirxandina juriya pêş bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re aşkera kiribûn.
1 QISTAS Û KRÎTER
Mîhrîcana Kurtefîlman a Yilmaz Guney ji bo bibe platformek sînemagerên kurd ên ciwan, hilberînerên hunerî, serpêhatiyên serbixwe, aqilmendiyên dîtbarî, zimanê sînemayê û îfadeyên vegotina taybet îsal sala 4’an e ku tê lidarxistin. Armanca sereke ya mîhrîcanê jî ew e ku bernameyên mîhrîcanê bi hilberînerên ku alîkariyê bidin pêşketina sînemaya kurd, mafên mirovan, demokrasî û aştiyê werin teşwîqkirin.
Ligel van armancan bi mîhrîcanê tê xwestin ku sînemagerên ku bi berhemên xwe ve êrîşî nirxên têkoşîna civakî nakin û mijarên ku jinan û xwezayê wekî metayê nabînin, bi saya mîhrîcanê derfeta xwepêşandanê bibînin.
2SERLÊDAN ZÊDE BÛNE
Ji ber van sedeman serlêdanên ji bo mîhrîcanê jî sal bi sal bêhtir dibin. Endamên komîteya amadekar a 4’emîn Mîhrîcana Kurtefîlman a Yilmaz Guney anîn ziman ku îsal 73 fîlm hatine ber destên wan û wiha axivîn: “Dema mirov li sê salên derbasbûyî dinêre her ku diçe hem di warê çawayî û hem jî di warê çendaniyê de fîlm zêdetir digihîje ber destê lijneyê. Ev rewş diyar dike ku asta sînemaya kurd gihîştiyê û zêdebûna hilberînan hêviyê dide mirov.”
3KEDA SÎNEMAGERAN
Endamên komîteya amadekar diyar kirin ku ew keda sînemagerên ku serî lê dane û berhemên wan ji dil pîroz dikin û têkildarî serlêdanan ev tişt gotin: “Ji 73 fîlmên ku serî lêdane; 10 fîlm ji bo pêşbaziyê û 6 jî ji bo nîşandanê hatine bijartin. Wekî din jî mîhrîcana me ji bo piştgiriya çêkirina fîlman dê di beşa pêşbaziya çîrokan de xelateke madî bide çîrokekê. Di beşa çîrokan de 14 çîrokan serî li mîhrîcanê dane û ji vana 3 ji bo beşa pêşbaziyê hatine hilbijartin.”
4DIYARIYÊ HALÎL DAG KIRIN
Endamên komîteya amadekar dan zanîn ku mîhrîcana îsal diyarî Halîl Dag (Halîl Uysal) kirine û axaftina xwe wiha domandin: “Di mîhrîcana me de di beşa ‘rêzgirtina ji hosteyan re’ em îsal mîhrîcanê diyariyê şehîd Halîl Dag dikin. Di erdnîgariya Rojhilata Navîn de hunera sînemayê, bi taybetî sînemaya kurd ne li ser serpêhatiya rastiya xwe li heqîqetê bigere ye, di qada şaristaniya xwe de pêk anîne. Halîl Dag, li ser vê rastiyê wekî sembola hem hunerî û hem jî têkoşîna civakî ji bo sînemaya kurd wekî kevirê mîhengê ye. Em guhê xwe didin gotina ‘Xezîne li cihê winda bûye tê lêgerîn’ di kesayeta Halîl Dag de ku sînemager û şervanê welatê xwe ye; ji bo nasnameya nû ya sînemaya kurd ku bi sînemaya çiya hatiye naskirin û lêgerîna wê hatiye kirin, îsal em vê mîhrîcanê li ser rûmeta Halîl Dag pêk tînin.”
5BEŞA PÊŞBIRKÊ
Mîhrîcan, ji kategoriyên fîlmên kurt û fîlmê kurt-serpêhatî, fîlmên dirêj û belgefîlman pêk tê. Dê ji bo fîlmê yekemîn ê di kategoriya kurtefîlman de 7 hezar TL, fîlmê duyemîn 5 hezar TL, fîlmê sêyemîn 3 hezar TL xelata pere were dayîn. Di kategoriya xelata fîlmê kurt-serpêhatiyê de fîlmê ku dê bê hilbijartin jî dê 5 hezar TL piştgiriya çêkirinê jê re bê dayîn. Dê di çarçoveya mîhrîcanê de ji bilî pêşandana fîlman aktîvîteyên cuda jî pêk bên.
6FÎLMÊN HATINE NEQANDIN
Fîlmên ku ew ê di çarçoveya 4’emîn Mîhrîcana Kurtefîlman a Yilmaz Guney de hem di beşa pêşbazî û hem jî di beşa nîşandanê de ew ê bi sînemahezan re werin parvekirin ev in; di beşa pêşbaziyê de; fîlmê derhêner Azar Marsury ê bi navê ‘Station’, fîlmê Ozkan Kuçuk ê bi navê ‘Pepûk’, fîlmê Tofeng Amanî yê bi navê ‘Identity’, fîlmê Gunduz Sevdî yê bi navê ‘Ziman’, fîlmê Komên Çîrokên Veşartî yê bi navê ‘Veşartî’, fîlmê Mazlum Demîr ê bi navê ‘Bê rê-deng’, fîlmê Zekeriya Aydogan ê bi navê ‘Xal û Xwarzê’, fîlmê Sarkaot Mohammadi yê bi navê ‘Frend For My Frend’, fîlmê Emîn Dogan ê bi navê ‘Sor’ û fîlmê Engîn Çetînkaya yê bi navê ‘Evsîzîn Evî’.
7Fîlmên beşa nîşandanê jî ev in;
Ezman (Hatîp Kabak)
Dongu (Burak Varlik)
The Adventure Of The Married Couple (Keywan Kerîmî)
Gund (Mehmet Yamak)
Baghdad Messi (Saîm Omar Kalîfa)
Orman (Mehmet Uluyer).
8Çîrokên ji bo pêşbaziyê jî ev in;
Mirîşk û Madalyon (Faruk Uysal)
Bîr (Zekeriya Aydogan)
Gerek gur bimire (Atîlla Demîr)