5’emîn Mîhrîcana Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney bi dirûşma “Şengal şemala cîhanê ye” di navbera 6-11’ê çileya 2015’an de li Êlihê di roja 5’emîn de ji aliye sedan kesî ve bi eleqekeyeke mezin berdewam dike. Mîhrîcana Kurtefîlman bi tevlibûna DBP/HDP’a Êlihê, Hevşaredarên Êlihê, Lestikvanên navdar Kadîr Înanir, Julîde Kural, BUO-DER, hunermêndên Navenda Çanda Şehîd Mizgîn, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û bi amadebûna sedan kesî fîlm hatin pêşandan.Di serî de fîlmê bi derhêneriya Huseyîn Karabey a bi navê “Were denge min” hat pêşandan. Piştre filmê ku di lêstikavaniya wî de Kadîr Înanir cih digire ya binavê “Katircilar” a ku di sala 90’î da hat kişandin hat pêşandan. Fîlmê “Katircilar” rastî eleqeyeke mezin hat. Piştî ku film bi dawî bû lîstikvan Kadîr Înanar derket ser dikê diyar kir ku dema fîlm hat pêşandan di mejiyê her kesî de komkujiya Roboskê hat bira wan û ev tişt got: “Bi rastî dema ku me ev fîlm kişand me gelek zor û zehmetî dît. Ji ber ku wekî niha kişandina fîlman ne rehet bû. Niha tu kes û tu derhêner ligel ewqas pêşketina teknolojiyê nikare fîlmek bi vî rengî bikişîne.”

ROBOSKÊ VEDIBÊJE

Înanir anî ziman ku fîlmê “Katircilar” li heremê roleke dîrokî digire û got ku di her deqeya fîlmê de jiyana Roboskê heye û wiha axivî: “Dema ku li heremê ev film hat kişandin zarokên di komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin tunebûn û di 15 saliya xwe de ligel kareke ewqas zor û zehmet hatin kuştin. Bi rastî jî ev fîlm rast e, behsa jiyana roboskiyan dike.” Înanir li ser pêvajoya diyalogê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin jî rawestiya û destnîşan kir ku bi baweriya wî di vê pêvajoyê de dê aştî pêk were û dê jiyan di nava aştî û aramiyê de bidome. Înanir di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew wekî miroveke aştîxwaz ji bo aştî û biratiyê heta dawiyê dê li qadan be. Piştî axaftina Înanir, Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel xelat da Înanir û bername bi dawî bû.

‘TunekIrIna Heskîfê sûcê mIrovahIyê ye’

PIŞTÎ 5’emîn Mîhrîcana Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney, Kadîr Înanir û Julîde Kural, bi Hevşaredara Êlihê Gulistan Akel û Alîkara Hevşaredarên Êlihê Semra Guneş rê çûn navçeya Heskîfê ya xwedî dîrokeke kevnare ye. Înanir di serdana Heskîfê de got ku tunekirina Heskîfê sûceke li dijî mirovahiyê ye û çêkirina bendavan dibe sedema tunekirina dîrok û hebûna mirovahiyê. Înanir destnîşan kir ku Heskîf divê ne ji bo bendavan, ji bo parastina çanda civakeke bê parastin û got ku tunekirina bajarê kevnare qet nayê qebûlkirin. Înanir da zanîn ku hebûna Heskîfê ji bo mirovahiyê gelek girîng e û wiha axivî: “Çêkirina bendavan a li ser bajarên dîrokî û kevnar ne rehet e. Lewma bila baş bê zanîn ku dê mirovahî li hemberî çêkirina bendavan bibe mertal û nehêle Heskîf û dîroka mirovahiyê bê tunekirin.

Hunermend Julîde Kural jî anî ziman ku tunekirina Heskîfê qet nayê qebûlkirin û wiha got:

“Tunekirina çanda civakê li dijî mirovahi- yê ye. Ger ku dîrok û çanda Heskîfê bikeve bin avê divê ku em tev ji bo gelê xwe rexnedayîna xwe bidin. Divê em hemû li hemberî tunekirina Heskîf û bajarên dîrokî bikevin nava hewldanê û destûrê nedin tunekirinê. Divê em hemû bi hev re bibêjin na.”

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse