Mîhrîcana fîlmên karkeran

0
10
REKLAM    

Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî ku îsal bi şîara ‘Jiyana li sînor hembêzkirina hêviyê ye’ bi awayekî hemwext li Amed, Stenbol, Îzmîr û Enqereyê dest pê kir

3’yemîn Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Amedê ku îsal bi dirûşma ‘Jiyana li sînor, hembêzkirina hêviyê ye’ bi meşeke rengîn dest pê kir.  Mîhrîcana ku îsal ji aliyê Şaredariya Sûrê, Koordînasyona Bajar a TMMOB’a Amedê, Platforman Şaxên KESK’a Amedê, DÎSK/Dev-Saglik Îş’a Amedê û DÎSK/Genel-Îş’a Amedê de ve tê organîzekirin bernameya wê bi daxuyaniyeke hevbeş a li Mala Amedê hatibû aşkerakirin.

SÎSYPHUS Û KURD

Di bernameya mîhrîcana ku bi awayekî hemwext li Amed, Stenbol, Enqere û Îzmîrê were lidarxistin de ji 15 welatan 21 jê navneteweyî 33 jê ji Tirkiyeyê 54 fîlmên balkêş dê bi sînemahezan re were parvekirin. Endamê Kargeriya  Mîhrîcana Fîlmên Karkeran a Amedê
Denîz Durak, diyar kir ku armanca wan ew e bi vê mîhrîcanê re ji çar aliyên dinyayê jiyan û têkoşîna kedkar û karkeran bi temaşevanan re bînin cem hev û her wiha hilberandina fîlmên karkeran teşwîq bikin.Durak têkildarî naveroka bernemyê jî agahî dan û axaftian xwe wiha domand: “Îllustrasyona mîhrîcanê ya ku qet naguhere Karagoz û Şarlo îsal bi dirûşma ‘Jiyana li sînor’ balê dikişînin ser Sîsyphusê di mîtolojiyê de ji alyê xwedawendan ve hatiye cezakirin. Bi vê yekê ve em dixwazin balê bikişînin ser kurdên ku di şerên li Rojhilata navînd e yek ji aktorên sereke ne,bê ka çawa di sînorê birçîbûn û xizaniyê de bi hêvî û keda xwe li piya dimînin.”

BERNAMEYA MÎHRÎCANÊ

Di çarçoveya mîhrîcana ku hemû pêşandan dê belaş bin de; “Îstanbul Hayalî”(Xeyala Stenbolê), “Klîmanjaro’nun Karlari”(Berfa Klîmanjaroyê), “Dengê Bavê Min”, “Umut Otobusu”(Otobusa hêviyê), “Geriye Kalan”(Ya li dû maye), “Tehlîkelî Yol”(Riya bi xeter), “Îsyan”(Serhildan), “Tepenîn Ardi”(Li dû gir), “Çîn Îşçîlerînîn Hayalî”(Xeyala karkerên çînî), “Dengê Derî” û “Arka Bahçe”(Baxçeua paş) jî di nav de dê gelek fîlmên metrajdirêj, yên kurt û belgefîlm dê werin pêşandan.  Di çarçoveya bernameya mîhrîcanê de dê 5’ê gulanê di panela bi ser navê “Pêvajoya aştiyê û rola tevgera kesê ya di pêvajoya aştiyê de” ew ê were lidarxistin. Endamê Meclisa Daîmî ya KCD’ê Seydî Furat û Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen jî dê wekî panelîst tevli panelê bibin.

MEŞA BI ERBANE

Mîhrîcana ku li Stenbol, Enqere û Îzmîrê îsal cara 8’emîn e tê lidarxistin li Amedê 3’yemîn car e tê lidarxistin. Starta mîhrîcanê beşa Amedê bi meşa ji Deriyê Mêrdînê heta Sumerparkê dest pê kir. Di meşê de hunermendên Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê bi erbaneyan li pêş korteja meşê bû gelek hunermend û derhêner jî di korteja meşê de cihê xwe girtin.

Di çalakiya ku bi axaftinên der barê girîngî û wateya fîlmên karkeran axaftin hatin kirin koma muzîka herêmî ya Antankayê Koma Muzîkê ya Kaldirimê (Peyarê) bi stranên xwe yên kurdî, lazî, tirkî, ermenîkî, gurcîkî û erebî girse coşandin. Di çalakiya ku Hakan Vreskala jî derket ser dikê û bi stranên xwe coşa girseyê zêdetir kir de belgefîlma derhêner haakan Aygun a ku têde behsa ‘Dom’ên li Nisêbîna Mêrdînê dijîn dike ya bi navê ‘Dom’ jî hat pêşandan. Mîhrîcan bi bernameyeke dewlemend dê heta 9’ê gulanê berdewam bike.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse