MÎHRÎCANA ME YA KURT Û KURMANCÎ DESTPÊ KIR

53
406

MÎHRÎCANA FÎLMAN A KURT Û KURMANCÎ

Malpera me û Tor Film Production biryar girt ku bi hevre “Mîhrîcana Filman a Kurt û Kurmancî” lidar bixin.

Ffilmên ji bo festîvalê werin çêkirin an jî şandin divê herî zêde yek deqeyî bin yanî kurt û kurmancî bin. Her wiha ji bo festîvalê mijara “Zimanê Kurdî” jî wek tema hatiye hilbijartin û divê mijara filmên îsal derbarê Zimanê Kurdî de bin. 

Mîhrîcana Filman a Kurt û Kurmancî ji bo îsal ew ê sê xelatên tematîk û Xelata taybet ya  Kurdistanî jî belav bike. Li gel xelatan dê ji bo her sê filmên pêşî, ji bo her yek ji wan 250 Euro belav bike.

  • Xelata Sîmemaya Amûdê 
  • Xelata Taha Xelîl 
  • Xelata Xelîl Dag 
  • Xelata taybet ya Kurdistanî 

Serîlêdanên ji bo festîvalê heya 22 yê meha Tebaxê dê berdewam bikin.

Ji bo serlêdanê lînka jêrê bitikînin.

Mîhrîcana Fîlman a Kurt û Kurmancî

Daxuyaniya “Mîhrîcana Filman a Kurt û Kurmancî” wiha ye;

Dirêj bêje lê kin bibire!

Beriya ku mirov bikevin dû çîrokên dirêj û qerase bi çîrokên biçûk û kurt karibin xeyalên xwe vebêjin. Armanc; di demeke kin de avakirina çîrokekê û bi derbeka kin sazkirina fîlmekî ye.

Di nav jiyana rojane de mirov gelek çavdêriyan dike û hin dîmen ji bîra mirov qet naçin. Mirov bi awayekî xwezayî dixwaze van dîmenan mayînde ango tomar bike. Dîsa gelek kes hene xwediyê ramanên taybet û ciyawaz in û dixwazin van ramanên xwe bi riya sînemayê derbibirin. Kesên xwediyên vê xemê ne li dû çîrokên xwe diçin. Hêviya me ewe ku ev kes xem û derdên xwe bi riya dîmensaziyê vebêjin û çîrokên kurt û bi derb derxin holê.

Bide dû çîroka dilê xwe û zimanekî bi rêk û pêk yê sînemayî ava bike.

Hêvî ew e ku em çavên çê li sînemaya kurdî zêde bikin. Çavên çê yên ku xwedî awir û çavdêriyên xurt in û li dû çelengîyêne!

Bêguman bi riya teknolojiyê û alavên wek telefonê girtina dîmenan îro hêsantir bûye û gelek kes bi hêsanî dikare derdê xwe bi riya dîtbariyê vebêje. Ji vê mîhrîcanê jî armanc ewe ku dildarên sînemayê derdên xwe kurt û bi derb vebêjin û fikr û ramênen xwe bi hunereke kurdewar rave bikin.

Li gor rojev, geşedan û rewşa civaka kurd her sal wê mijar û babeta mîhrîcanê bê guhartin. Ji ber nav û naveroka mîhrîcana me xwedî cewherek kurdewar e, me mijara xwe ya îsal wek “Zimanê Kurdî” diyar kiriye. Me xwest destpêk bi ziman be, ji vê yekê armanc ewe ku sînemager berê xwe bidin zimanê kurdî û ev yek bala wan bikêşe.

Kurt û kurmancî em hewl didin ku derbarê ziman de fîlmên 1 deqeyî werin çêkirin. Ji nav van fîlman emê 3 filmên herî baş hilbijêrin û piştgiriyê bidin van filman.

Ji lewre,

Qet dûr neçin, beriya her tiştî li derûdora xwe bihizirin û çîrokên xwe vebêjin. Kurt û kurmancî fîlmekî 1 deqeyî çêkin û ji me re rêkin!

 

VomoScogy için bir cevap yazın Bersîvê betalke

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse