Mîhrîcana ciwanan li Îzmîrê bû

0
29
REKLAM    

Di çarçoveya 3’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Ciwanan de li Zanîngeha Egeyê ya Îzmîrê belgefîlmên ‘Deftera Licê: Min Rastî Nivîsand’ û ‘Faîlî Dewlet’ hatin pêşandan. Derhênerên belgefîlman piştî pêşandanê gotûbêjeke li dar xistin

3’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Ciwanan ku îsal bi awayekî gerok li gelek bajaran tê lidarxistin piştî Stenbol, Amed, Edene û Eskîşehîrê li Îzmîrê bû mêvan.
Mîhrîcana ku îsal bi temaya aştiyê bi fîlmên dineqîne ve rexne li pergalê dike li bajarên ku bernameya xwe pêk tîne rastî eleqeyeke mezin tê. Di çarçoveya bernameya Îzmîrê de belgefîlma derhênerê ciwan Ersîn Çelîk a bi navê ‘Deftera Licê: Min Rastî Nivîsand’ û belgefîlma derhêner û wênekêş Veysî Altay a bi navê ‘Faîlî Dewlet’ hat pêşandan.
Belgefîlmên ku li Zankoya Ragihandinê ya Zanîngeha Egeyê hatin pêşandan rastî eleqeyeke mezin hatin. Piştî pêşandana belgefîlman derhêner Veysî Altay û Ersîn Çelîk bi xwendekaran re gotûbêjeke li dar xistin û bersiv dan pirsên xwedekaran. Derhênerê ‘Deftera Licê: Min Rastî Nivîsand’ Ersîn Çelîk anî ziman ku karekterê sereke yê belgefîlmê Ahmet Tektaş wekî rexneyeke li pergala kapîtalîst bike hemû pêkanînên wî yên li Licê û derdorên wê di lênûska xwe de qeyd dike. Çelîk anî ziman ku belgefîlmê jî bi saya lênûska Ahmet Tektaş û bi agahiyên di lênûskê de amade kiriye.

DI LÊNÛSKÊ DE ŞER

Belgefîlma ku di gelek mîhrîcanên neteweyî û navneteweyî de hat pêşandan di esasê xwe de çavdêriyên Ahmet Tektaş ên pêvajoya şer radixe ber çavan. Derhêner Çelîk anî ziman ku belgefîlm li Stenbolê di çarçoveya bernameyekî de hatiye pêşandan û temaşevanekî piştî ku fîlm temaşe kiriye wiha gotiye: “Ez êdî ji xwe napirsim, çima kurd diçin çiyê.” Çelîk bi lêv kir ku rewşa heyî bi dîmenan ve bê vegotin, bandoreke mezin li ser temaşevanan dike û tenê nîşandina rastiyan têrê dike.

FAÎLÎ DEWLET

Piştî Çelîk derhênerê ‘Faîlî Dewlet’ Veysî Altay der barê belgefîlma xwe de agahî dan û li ser çima çêkirina belgefîlmê rawestiya. Altay anî ziman ku wî ji bo ku êş û azarên cizîriyên di şerê qirêj û taybet de xizm û lêzimên wan bi awayekî aşkera ji aliyê dewletê ve hatine revandin û qetilkirin neyê jibîrkirin belgefîlmê çêkiriye.

Altay li ser pirsa xwendekarekê ku got “Li gorî we ew ê ev belgefîlm çawa xizmetê pêvajoya çareseriyê bike jî” diyar kir ku bi vê belgefîlmê dê raya giştî ya Tirkiyeyê jî li hesasiyetên gelê kurd serwext bibe û axaftina xwe wiha domand: “Heke em bixwazin li Tirkiyeyê jiyaneke hevpar û demokratîk ku her kes rêzê ji nirxên hev re nîşan dide, were avakirin, destpêkê lazim e ku em bi trajedî, êş û azarên hatine kişandin, hevrû bibin. Bi vê yekê em dersan ji wan êşan derbixin da ku careke din ev êş neyên jiyîn. Helbet ev aliyeke armanca min e, aliyê din jî ew e ku li hemberî herka demê ya bi pergala kapîtalîzmê ku her tiştî dide jibîrkirin; qet nebe bi hewldaneke bi vî rengî li ber pêlên jibîrkirinê were rawestandin.”
Altay di axaftina xwe de bal kişand ser ku hêj ji birîna kesên  xizm û lêzimên wan hatine revandin û windakirin xwîn diherike û anî ziman ku ew ê bi belgefîlmên bi vî rengî ji bo hişê kollektîf ê civakê zindî bihêle tim xebatên xwe bidomîne.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse