Meş a Cengo

0
17
REKLAM    

Di nav rûpelên dîrokê de meşên bi wate hatine kirin. Her ku gel ketiye tengasiyê û li rêya çareseriye geriyayemeş mîna şêweyekî berxwedane amade bû. Di dîrokê de gelek meşên bi wate hatine kirin. Hinek ji wan weke mesafeyeke ku bidin berxwe û bi qedênin û pê re jî di dawî ya meşa xwe de bigihijin armancên xwe û hinek jî dûr û dirêjin! Yek ji wan meşê dûr û dirêj bêgûman meşa kurdan ya azadiyê ye! Ev meşa wan ji bav û kalan weke mîrat maye! Dinav vê meşa kurdan ya dûr û dirêj de gelek lehengên hêja hene ku mirov bi her cureyêhunerê qala wan bike û ji gel re pêşkeş bike! Yek ji wan lehengan di van salên dawî de bû mijara fîlmekî! Derhêner berê kameraya xwe da zarokekî ku meşa wî ji ku û çawa ji ber çi sedemê destpêkiriye! Fîlma Meş di bingeha xwede dibe meşa zarokekî kurd û wê mîratê berdewam dike! Başe lê çima zarokekî kurd vê mîratê di spêrê xwe û derdikeve vê meşê? Sedem çiye fîlma Meş ji me re bi awayekî hunerî vegotiye! Îcar ezê niha derbas bime vegotina fîlm!

Demsal payize û sal jî 1980ê ye û devera ku mijar lê dibe fîlm Nisêbîn e! Cengo xortekî nû gihayî ye! Bê dayik mezin bûye û xwişka wî ew spartiye xwe û jê re dêtî kiriye! Du birayên Cengo hene. Yek jê li pey doza Kurdistanê diçe û yê din jî dijberiya wî dike! Bavê Cengo jî zilamekî extiyar û di halê xwe de ye! Komek hevalê Cengo hene ku di bazara Nisêbînê de bi wan re kar dike û di bin Pira Alaman de carcaran kom dibin! Yildiz,Aso,Miho… di nav wan de Cengo dil daye Yildiza xweşik! Bin Pira Alaman devera wan zarokane ku ji kar û barên jiyane qut dibin û di wir de dîsa vedigerin zarokatiya xwe.

Cengo li kolan û bazara Nisêbînê beniştan difiroşe! Ev kar di zarokatiya min de jî hebû.Ez bawerim hêj jî berdewam dike. Zarok ya solan boyax dikin an dendikên zebeşa difiroşin an jî tepsînek şîranî li ser serê wa ne û kolan bi kolan digerin. Cengo jî yek ji wan zarokane ku debara xwe bi vî rengî dike. Rojekê li devê deriye qonaxa hikumetê ya Nisêbînê Xelilo nas dike û bi vê naskirinê tekiliyeke dostane di navbera wan de çêdibe! Êdî Xelîlo û Cengo dibine heval û Cengo Xelîlo jî bi xwe re dibe qada zarokatiye. Ev qad Xelîlo jî di spêre xwe! Xelîlo jî di ciwantiya xwe de li berxwedaye û ji aliyê dewletê ve hatiye girtin û îşkence kirin! Piştî zexta ku li ser wî tê kirin ew jî berteka xwe, berdewam dike lê belê îcar bi şêweya xwe! Xelîlo zilma ku li ser kurd û zimanê kurdî dibe bi rojiya ne axaftinê protesto dike û êdî qet na axive! Her roj diçê devê deriye qonaxa hikumetê û li wir dimeşe! Diçê û tê! Her çiqas berdinê de,wî binçav bikin, lêdin jî ew dev ji çûn û hatina xwe bernade. Weke ku bejê hûn çi jî ji min bikin evder ya min e! Hûn li vir dagirkerin! Yên ku divê ji vir here ne ezim hûnin. Xelîlo mîna kesekî ku hişê xwe wenda kiriye tê dîtin! Tevgerên wî yên di civakê de ne weke yên herkesî ne! Ji ber wê jî civak dibêje ew dîne! Lê bes Xelîlo ne dîne. Ew qerekterekî proteste! Li devê deriye qonaxa hikumetê şimaqaqê li serbazê dewletê dide. Ev şimaq mirina wî nêztir dike. Li gor min ev şimaq jî dide xuyakirin ku Xelîlo di binegeha xwe de li hember van kirinan dagirtiye û xwe bi wê şimaqê rehet kiriye.

Ez dîsa vegerim ser Cengo! Di 12ê îlona sala 1980î de li Tirkiye darbeya leşkerî pêk tê û êdî zilma îqtîdarê ya li ser kurdan ji destên rêvebirên siyasî dikeve destên rêvebirên leşkerî. Bi vê guhartine asta zilme bilintir dibe. Hebûna kurdan bi her awayî tê înkar kirin. Yên ku qala kurd û Kurdistanê dikin bedelê bi canê xwe didin. Ciwan û zanayên kurd di şevekê de têne topkirin û di zindanan de bi awayekî wehşî tên îşkence kirin! Zimanê kurdî tê qedexe kirin û kesên ku bi kurdî diaxivin tên cezakirin! Darbeya lêşkerî zilma xwe di her maleke kurdan de dide hîs kirin û rêya berxwedan û serhildana kurdan jî zûtir dike û hewcetiya wê dide ber çavan.

Cengo jî ji vê zilma dewletê para xwe digire! Di serî de birayê Cengo ji ber zilma dewletê tevlî wê meşa dûr û dirêj dibe û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Bavê wî ji ber ku bi kurdî diaxivî û kure wî berxwedêrekî bajêre (Salih) di sergirtina malê de tê qetil kirin. Yildiz a ku Cengo jê hez dikir ji ber zilma dewletê dîsa neçar dimênin û bi malbatî koçî metropola dikin. Şoqa dawî ya ku Cengo jiya jî mirina Xelîlo ya di quluba wî de bû. Pêlek zilma dewletê di nava saetan de jiyana Cengo tarûmar dike.

Zilma ku li serê Cengo û derdora wî tê kirin rêya meşa Cengo jî vedike. Zarokek ku di kolanên Nisêbînê de li pey jiyana xwe digere,hewl dide bijî, hez kiriyek çêdike û dostaniyan di deyne. Bi gotina herî hêsan dixwaze bijî. Lê belê bûyerên ku li der û dora wî di qewimin ji rihe zarokatiya wî re zêde tên.Di wî emrî de tiştên giran dijî. Hemû heval û endamên malbata xwe wenda dike. Tenê tê hiştin. Rihê zaroktiya wî tê perçe kirin.Darbeya leşkerî mîna panzerekê di ser jiyana wî re diçe û dixwaze Cengo têk bibe û kesên ku di meşa Cengo de dest bi rêwitiye dike yek bi yek wenda bike. Lê belê bi ser nakeve.

Fîlm bi lêv kirina navê Cengo dest pê dike. Bûyerên fîlm hemû li derdora Cengo diqewimin. Çîrok di serî de bi awayekî rehet diçe. Em yek bi yek qerekterên xwe nas dikin. Dever dema îroye lê bele cil û berg û devera çêkirî me di nava fîlmde zemt dike û me dibe dema qewimandine bûyerê. Piştî ku fîlm digihîje astekê êdî dema pevçûnê tê.Pêşî Xelîlo bala Cengo dikeşêne. Cengo hewldide wî nas bike pêre hevaltiye deyne lê Xelîlo sekna xwe ya protest berdewam dike. Cengo hinekî berxwe dide û Xelîlo di de dûv xwe. Dibe ku Xelîlo jî bêriya zarokatiya xwe kiribe. Pevçûna duyemîn di navbera Cengo û dewletê de diqewime. Pevçûna esasî ev e. Mirov dikare wisa bixwêne ku Cengo di vir de temsîla kurdan dike. Dewlet bi her awayî êrîşî Cengo dike û dixwaze wî tune bike. Bav,bira,heval,dost çiyeCengo hebe dibe hedef ji wan re. Di rihê zarokekî de dixwazin hêvî yên gelekî pûç bikin,lê bes serê wan li textekî hişk dikeve. Cengo wî rihê zaroktî dike darekê berûye û di orta Kurdistan de di deynê. Ew dar çiqas werê şewitandin,werê qut kirin, bê av jî bimêne dîsa şîn dibe!

Bêgûman ji ber ku fîlm qala 12ê îlone dike dibe ku ji aliyê hin kesan ve asta çîroke kêm hatibe dîtin. Yanî ew wehşeta 12ê îlone di fîlm de bi awayekî vekirî nehatibe vegotin û ev bûbê sedema rexneyê. Lê bes mesele ne ewe ku her tişt bi awayekî vekirî were vegotin. Raste çîroka fîlm di 12ê îlone de derbas dibe. Gelek serpêhatî hene ku dive fîlme wan werin çêkirin, her yek ji ê din bi êştir û hêjatire. Lê bele li gor min dive derhêner û senarist asta wehşeta ku dewlete li ser kurdan kiriye ne bi awayekî propagandî lê bes bi awayekî hunerî vebêje. Di beşên hunerê de vegotina herî hêsan zimane propagandî ye. Hunermendên ku xwe ji vî zimanî xilas kir û nêrîneke hunerî zimanekî hunerî afirand bê gûman wê demê tekiliya xwe û gel jî di bingeheke zexm de saz dike û bi ser dikeve. Çîroka fîlm ne tiştekî ku di 12ê îlonê de nehatiye jiyandin berovajî vê serpêhatiyên bi rengî pirin û dive bibin fîlm.Li gor min bijartina çîroka fîlm jî û bi her awayî vegotina fîlm li gor van esasên jor pêk hatiye û fîlm serkeftî derketiye! Şêweya fîlm ne sloganike lê bes fîlm di bingeha xwe de peyamên rastiyeke bi dîmen û diyalogên zana digihîjîne me.

Li gor min şêweya fîlm hilbijartina çîrokê û çêkirina senaroyeyê di fîlm de baş hatiye honandin! Fîlm li gor çîrokê dest pê dike weke ku me amadeyî cenga Cengo bike. Di serî de em li navçeyeke Kurdistanê ne her tişt di rê de xuya dike lê hêdî hêdî çîrok me dike nava xwe û bûyerên ku di qewimin me ji serê fîlm qut nake jê zêdetir me bi fîlm ve girê dide. Cengo kî bû? Cengo çi dikir? Evqas tişt çima hatin serê Cengo? Kê rê ya çiyayên Kurdistanê ji Cengo re vekir? Kî bû sedema kuştina rihe zarokatiya Cengo? Fîlm li gorî xwe bersivekê dide van pirsan û me dinav bersivan de bi pirsên nû re dihelê. Cengo kî bû? Kê ewqas zirar da giyana Cengo ku îro ne bi me re ye. Her bersiv pirseke din çêdike û em jî bê Cengoyan mîrateya ku ji bav û kalan ma yê mîna barê Sisifos ji ser pişta Cengoyekî didin yê din.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse