‘Mazgal’ li Îzmîrê tê nîşandayîn

0
22
REKLAM    

Belgefîlmê nû yê Cemil Oguz ê bi navê “Mazgal” vê hefteyê li Îzmîrê tê nîşandayîn.

“Mazgal” di çarçoveya 6’emîn Rojên Belgefîlman a Îzmîrê de roja 17’ê mehê saet 16.05’an de li Zanîngeha Egeyê (Kampusa Sînemayê) tê nîşandayîn. Digel xwendekaran, ji derve jî kesên bixwazin dikarin herin bê pere lê temaşe bikin.

Di 24.09.1996’an de li Girtîgeha Amedê hêzên dewletê bi cop û daran êrîşê 33 girtiyan kir. Di encama êrîşê de 10 girtî bi awayekî hovane hatin kuştin, 23 girtî jî birîndar bûn; hin ji wan ji mirinê filitîn. Belgefîlm pirsa ‘mirovek çawa dikare bi lêdanê bê kuştin?’ dike û dikeve dû kîteyên bûyerê. Derhêner bi kesên ji mirinê filitîn, bi şahidên wê demê re axivî û careke din bûyer derxist rojevê.

“Mazgal” duyemîn belgefîlmê Cemil Oguz e. Oguz di sala 2011’an de belgefîlmê bi navê “Rewşen” kişandibû û belgefîlm li gelek festîvalan hatibû nîşandayîn.

Kunye

Nav: MAZGAL
Senaryo û Derhêner: Cemil Oguz
Vesazkirin: Mehmet Dalmaz, Cemil Oguz
Kamera: Erdal Qirix, Erhan Yildiz, Ubeydullah Hakan
Yên axivîne: Mehmet Pehlivan, Yavuz Eken, Surreya Tekin, Sezgin Tanrikulu
Muzîk: Tara Caff "Ruhî Rewan"
Tebeşîr Foto: Mehmet Oguz
Dengdayîn: Fethullah Ozmen, Bedel Boselî, Cemil Oguz, Marîn Rehmanî, Helîm 
Ziman: Kurdî (kurmancî-kirmanckî) û Tirkî
Mawe: 49 deqe
Sala Kişandinê: 2013

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse