Lîstikvanên kurd xwe birêxistin dikin

Sînemagerên kurd bi pêşketina sînemaya kurd re ajanseke lîstikvaniyê ava kirin. Sînemageran diyar kirin ku dixwazin bi ajan sê lîstikvanên kurd bigihînin hev, hem xebatên sînemayê rêk û pêk bimeşînin û hem jî nehêlin keda sînemageran bê binpêkirin

0
101

Sînemagerên kurd bi mebesta ku pirsgirêka dîtina lîskikvanên di berhemên sînemayî de bilîzin çareser bikin di bin banê Zal Produksuyonê de Ajansa Kastê ava kirin.
Ajans ji bo ku ji sînemaya kurdan a di van salên dawî de gelek pêş ketiye pêdiviya wan a bi lîstikvanan temîn bike dest bi xebatan kir. Sînemagerên kurd Haşîm Aydemîr û Ro Oguz diyar kirin ku Bi Ajansa Kastê re ew dixwazin pêdiviya sînemagerên sînemaya alternatîf çêdikin ji holê rekin û pêşî li kedxwariya kedkarên sînemayê bigirin ajansê ava kirine.

DÊ TÊKILIYAN XURT BIKIN

Haşîm Aydemîr got ku ev nêzîkê mehek e, xebatên sazûmankirina ajansê dane destpêkirin û di demeke ev çend kurt de bi 400 lîstikvanan re têkilî danîne.
Aydemîr têkildarî xebatên ajansê wiha axivî: “Yek ji pirsgirêkên ku bi taybetî sînemagerên sînemaya alternatîf çêdikin dîtina lîstikvanan e. Bi saya vê ajansê ew ê lîstikvanên pispor, xwezayî yan jî amator bi hêsanî bikaribin bi hev re di nav têkiliyan de bin. Berî vê ajansê bi hin saziyên şanogeriyê re têkilî dihat danîn û bi vî awayî pêdiviya bi lîstikvanan dihat çareserkirin. Ji bo çêkirina berhemeke sînemayî pêdivî bi kastan heye. Em li Kurdistanê Amed wekî paytexta çand û hunerê dibînin û di vê çarçoveyê de vî bajarî digirin dest. Em niha li noqteya ku fîlmên kurt û belgefîlman çêbikin, in. Binesaziya hilberîna sînemayê di warê mijarê de be jî, gelek tiştan di nav xwe de dihundirîne. Di vir de pêdiviya bi lîstikvanan re jî dertê holê.”

NIQANDINA LÎSTIKVANAN

Aydemîr destnîşan kir ku dema amadekariya çêkirina rêzefîlmê dikirin yek ji aliyê ku wan xistiye zorê jî peydakirina lîstikvanan bûye. Aydemîr bi lêv kir ku ji bo di warê hilberîna sînemayî de zehmetiyên ji bo dîtina lîstikvanan ji holê were rakirin pêdivî bi ajanseke kastê hebûye wan jî li ser vê pêdiviyê ajansê ava kirine.

BANEYA LÎSTIKVANAN

Sînemager Ro Oguz jî bang li hemû lîsikvanên ku li bakurê Kurdistanê bi sînemageriyê rabûne kir ku serî li ajansê bixin û axaftina xwe wiha domand:

“Sedema ku me Zal Produksuyon li Kurdistanê ava kir ew bû ku me xwest em teşegirtina mirovên li Amedê bi xwe bibînin û bi xwe vê atmosferê bijîn. Bi vê mebestê me li Amedê baneyek ava kir. Bi vê baneya ku me ava kir, em dixwazin ku kesên dixwazin di warê dîtbarî de piştgiriyê bidin teşegirtina mirovan em jî bi ajansa xwe ve piştgiriyê bidin wan. Dema ku em ketin nav xebatan, me zêdetir pêdivî bi lîstikvanan dît. Em bi saya vê ajansê dixwazin ku van kar û baran siviktir bikin û xwe bi rêxistin bikin.”

Oguz di dawiya axaftina xwe de dîsa bang li lîstikvanan kir û xwest ku di bin baneya Ajansa Kastê de xwe birêxistin bikin û sînemayê pêş bixin.

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse