Li Stenbolê şanoyeke kurdewarî: DestAR-Theatre

0
15
REKLAM    

DestAR-Theatre, di Şanoya Kurdan de ji îdîayan bêhtir,
girîngîyê dide jîyana ceribandinên teatral

Koma Şanoyê ya bi navê DestAR-Theatre di çirîya pêşîn a 2008ê de bi pêşengîya Mîrza Metîn û Berfin Zenderlioglu hate ava kirin. Li gor bilêvkirina wan, armanca sereke ya komê ne ew e ku di zûtirîn katê de lîstikan hilberînin. Armanc ew e ku di warê hunerî de hevîrtirşa komê bê strandin. Her wiha avakirina atolyeyeke ku bi awayeke teorîk û pratîk her kesê di nav komê de ber bi hilberînê ve dehf bide û atmosfereke afirîner pêk bîne jî, armanceke komê ye. Ji ber vê yekê koma navbihurî berîya her lîstikê, giranîya xwe dide/daye xwendinên psîkoanalîst û xebatên lîstikvanîya ceribandinî. Kom, di nav vê pêvajoyê de bi hunermendên ku di warê xwe de şareza ne; xebatên dans, deng, muzîk û rîtmê tevli xebatên xwe yên lîstikvanîyê dike û bi vî awayî hewl dide ku felsefeya lîstikvanê kemilî bi pêş bixe.

Reşê Şevê ku tevî kêşeyên jîyanî yên van atolyeyan û di encama hewcedarîyekê de derketiye holê, lîstika yekem a komê ye. Ji bilî vê lîstikê, kom xwedîyê lîstikên perdeyî yên bi navê ‘Qeşmerên Apoletî’ û ‘Cerb’ e jî. Koma ku zarok ji bîr nekirine, ji bo zarokên mexdûrên Zagona Têkoşîna Bi Terorê re (TMK) kurtelîstikeke bi navê ‘Kevir’ û lîstikeke zarokan a bi navê ‘Pisîka Belek’ hem bi kurmancî, hem jî bi tirkî pêşkêş kiriye. Şayanê gotinê ye ku endamên avakar ên komê, di nav Teatra Jîyana Nû û Seyr-î Meselê de -ku du hîmên bingehîn ên şanoya bakur in- salên dirêj ked dane û xebata şanoyê domandine.

DestAR-Theatre, di şanoya kurdan de ji îdîayan bêhtir, girîngîyê dide jîyana ceribandinên teatral. Dema ku kom vê yekê dike, armancekê dide pêşîya xwe ku di nav vê azmûnê de, tekstên xwe yên modern jî biafirîne. Kom bi xebat û hilberînên pêşkêş kirine û bi xebatên ku wê bike, dixwaze ‘zimanekî sehneyê’ yê xweser biafirîne, di wê bawerîyê de ye ku hestiyarîyên derbarê ‘ziman û çandê’ de jî, bêyî ‘zimanekî sehneyê’ yê modern, nagihêje armanca xwe û armancên xwe yên sereke li gor vê fikrê saz dike.

Mîrza Metîn û Berfin Zenderlioglu diyar dikin ku koma wan, bêyî ku azmûna şanoya kurd/şanoya kurdan a li Tirkiyeyê bê ji bîr kirin, dixwaze hilberînên cuda tev li vê azmûnê bike, di temaşevanan de guherandinan biafirîne, reng û hêz li şanoya kurdan bar bike û ya herî girîng jî diyardeyên gerdûnî lê zêde bike.

DestAR-Theatre, ji bo ku atolyeya xwe bi rê ve bibe, pêşandanan pêk bîne û ji bo ku ji şano û beşên cuda ên hunerê re sehneyê veke, ji xwe re mekanek kirê kir û navê wê kir ‘Şermola Performans.’ Piştî xebat û hewldanên dûvedirêj û zehmet, hewcedarîyên vê mekana hunerî bi awayekî giştî hatin peyda kirin û ji nîsana heman salê û pê ve, bi pêşandana lîstikan û çalakîyên cihêreng mekan kete nav xebata hunerî.

Avakarên vê mekana hunerî, sedema avakirina Şermola Performansê bi van hevokan rave dikin: “DestAR-Theatre, komeke wisa ye ku bi qasî du salan li Beyogluya Stenbolê, li salonên cihêreng ên provayê û sehneyên şanoyan de, bi awayekî koçerane xebatên xwe berdewam kiriye. Ji ber ku di maweyekî kurt de, xebat û çalakîyên komê zêde bûn û pê re jî mohra xwe li bin serkeftinên cuda xist, lêgerîna mekanekê xwe li me ferz kir.”

cBi vê armancê kom, piştî lêgerîneke demdirêj, li Beyogluyê daîreyeke ji 240 metrekare pêk hatî peyda dike. Ji ber ku daîreya hatibû kirê kirin, mîna kavilekê bûye, ji hêla madî, manewî û demî ve bi têra xwe zehmetî daye komê. Avakarên komê diyar dikin ku piştî xebata sê mehan, mekan ji xebatê re amade bûye. Şermola Performans vê gavê xwedîya sehneyeke 70 kesî, cafeyek, ofîseke xebatê û ji bo lîstikvanan jî xwedîya kulîsekê ye.

Hêjayê gotinê ye mekana ku ji hêla teknîka dengî, teknîka ronahîsazîyê û di warên din de xwedîya kêmasîyan e, bi halê heyî ketiye nav çalakîyan û ji bo jiholêrakirina van kêmasîyan hewldan berdewam in.

Gelo Şermola Performans navê xwe ji ku werdigire? Em hinek bala xwe bidin çîroka navê Şermolayê. Wekî tê zanîn, em Şermolayê ji kurteçîroka bi navê ‘Şermola’ ya ku di kitêba Helîm Yûsiv a bi navê ‘Mirî Ranazin’ de cih digire, dizanin. Ev kurteçîrok/serpêhatî di sala 1998ê de, ji hêla Teatra Jîyana Nû ve bi navê ‘Komara Dînan Şermola’ bûye lîstik û di warê xwe de bûye berhemeke bi têra xwe serkeftî. Şermola, li bajarokê Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê navê girekî ye ku bi gor û dînên xwe navdar e. Ji vir û pê ve em bala xwe bidin gotinên Mîrza Metîn û Berfîn Zenderlioglu: “Dema ku me mekanê xwe kirê kiribû, me dît, dişibiya goristaneke kavilbûyî û xerabe. Jixwe li vî welatî pêkanîna şanoyê dînîtî ye. Herwiha armancek jî ew bû ku em girêdana xwe ji rabirdû û kevneşopîya Şanoya Kurdî qut nekin.”

Şermola wekî sehneyeke performansê hatiye saz kirin ku ji tevahîya beşên hunerê re vekirî ye. Şermola Performans ku herdem feraseta hunera ceribandinî û gerdûnî ji xwe re kiriye bingeh, di nav hewldaneke wisa de ye ku bi taybetî guhên wê li ser şano û hunera kurdî ye û di çarçoveya vê guhdanê de, di nav keftûlefta geşkirina şanoyeke kurdewarî de ye.

DestAR-Theatre, bi lîstika ‘Reşê Şevê’ yekem koma kurdî ye ku bi awayekî fermî li sehneyeke şanoya dewletê cih ji xwe re terxan kiriye. Komê li Şanoya Dewletê ya Wanê lîstika xwe pêşkêş kiriye. Li hêla din, ji ber ku zimanê komê bi kurdî ye, di vê lîstika xwe de teknîka jornivîsa tirkî bi kar aniye û hewl daye ku potansîyela temaşevanên xwe berfirehtir bike.

Herçî lîstika ‘Cerb’ e, beşdarî li gelek festîval û çalakîyan kiriye. Piranî li Stenbolê, li gelek deveran derketiye ser dikê û di 27 pêşandanan de xwe gihandiye 2 hezar temaşevanan.

Lîstikê di sala 2010ê de, di çarçoveya xelatên 10emîn a Lionsê de, di beşê ‘baştirîn lîstika nû ya xweser’ de xelat wergirtiye. Li hêla din şayanê gotinê ye ku DestAR-Theatre bi vê lîstika xwe ji Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê alîkarîya hunerî wergirtiye.

DestAR-Theatre adara 2011ê, lîstikeke ku ji kurteçîroka Sadiq Hîdayet a bi navê ‘Bebika li pişt perdê’ hatiye veguhestin derxist ser dikê. Lîstika bi navê ‘Bûka Lekî’ ku ji hêla Mîrza Metîn ve hatiye nivîsandin û bi rê ve birin her şemî û yekşeman li Şermola Performansê derdikeve pêşberî şanohezan. Lîstik komedîyek e û behsa serpêhatîya evîneke absurd dike.

Di lîstika ku dramaturya wê Arjen Arzen, sazkirina wê ya muzîkê Dodan, dekor/kostumgerîya wê Metîn Çelîk, ronahîsazîya wê Alev Topal dike de, Berfîn Zenderlîoglu, Alan Ciwan û Sevgi Turan wekî lîstikvan cih digirin.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse