Li Stenbolê cara yekem: Festîvala Fîlmên Kurdî birêve diçe

0
42
REKLAM    

Li Stenbolê bi amadekariya Navenda Çanda Mezopotamya cara ewil festîvala fîlmên Kurdî tê amadekirin. Festîvala ku 30 fîlmên ku ji alî derhênerên Kurd ve hatine kişadin beşdar dibin, bi merasîmekê dest pê kir. Festîval dê pênc rojan berdewam be û gelek çalakiyên hunerî jî di çarçoveya festîvalê de birêve diçin.

Bajarê ku mezintirîn rêjeya Kurdan lê dijîn Stenbol, cara ewil mazûvaniya festîvaleke fîlmên Kurdî dike. Navenda Çanda Mezopotamya bi beşdarîkirina fîlmên ku li çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welêt hatine kişandin Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî da destpêkirin. Di merasîma vekirina festîvalê de ji sînemayê bêhtir mijar û kêşeyên siyasî û civakî derketin pêş. Festîval ji alî sînemagerên Kurd ve bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin.

Aktorê Kurd Nazmî Kirik ji Rûdawê re diyar kir: “Li Bakur ji ber rewşa siyasî û polîtîk û rewşa Tirkiye festîvaleke mezin çênebû. Demekê xwestin li Amedê çêbikin lê ji ber ku dewletê dest da ser şaredariyên me ew wisa me. Ew li Stenbol cara yekemîn e û helbet heyecanê dide me. Ez wek aktorekî Kurd gelekî kêfxweş im.”

30 filmên ku temamê wan li mijar û kêşeyên Kurd û Kurdistanê vedibêjin cara ewil bi saya vê festîvalê li Stenbolê di heman festîvalê de dê bêne nîşandan. Bi dehan lîstikvan, derhêner, sînemager û hunermendên Kurd bi boneya destpêka festîvalê li hev kom bûn. Di peyamên ku hatin dayîn de bal hate kişandin ku çand û hunera Kurdî di salên dawîn de xiraseke mezin dîtiye lê hunermendên Kurd dê bi berhemên nû vê valahiyê dagirin.

Derhênerê Kurd ê ji Merîwanê Kaveh Moeinfar eşkere kir: “Gelek baş e ku yekem car bo Stenbol hatim ji bo vê festîvalê.  Tiştê herî giring ew e ku em weke fîlmsaz, weke kesên ku karê sînemayê dikin, hevdu dinasin. Ango em dizanin ku kî li Bakur e, kî li Başûr , kî li Rojhilat û Rojava ye. Ev destkefteke mezin e. Gelek baş e ku ev festîvala cara yekem, birêve diçe.”

Derhêner Haşîm Aydemîr jî diyar dike: “Ew festîval gavek pir mezin e. Her dibên Stenbol bajarê herî mezin ê Kurdan e û divê festîvalên wiha jî hebin û ji bo sînemaya Kurd festîvalên mezintir jî hebin.”

Ji ber ku festîval bi derfetên teng tê amadekirin, dê numayîşa fîlman li salona Navenda Çanda Mezopotamyayê bê kirin. Herwiha di dawiya festîvalê de tu xelat nayên dayîn. Di roja 8ê Adarê de jî dê tenê fîlmên derhênerên jin bêne nîşandan. Kurdên Stenbolê eleqeyeke germ bi festîvalê didin. Di çarçoveya festîvalê de wê nimayişên şano û konsert jî bêne lidarxistin.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse