Li Stenbol mîhrîcana bûkokan

0
16
REKLAM    
Mîhrîcana Navneteweyî ya Stenbolê a Bûkokan, (kukla) îsal 16 sal in bênavber tê li darxistin. Mîhrîcan bûkokan dê îsal ji 15 welatan bi komên bijartî ji 30 xwepêşandanan re malovaniyê bike. Derhênerê mîhrîcanê Cengîz Ozek diyar kir ku li Tirkiyeyê bingeheke bi kok a bûkokan heye, lê mixabin ku mînakên bûkokên di folklora Anatolyayê de bi demê re ji holê rabûne.
Mîhrîcana ku îsal 16’emîn care tê lidarxistin de ji bûkokên maseyan bigire heta bûkokên bend, ji Bunrakuyên ji çanda japonan bigire heta bûkokên destan, ji lîstikên bi sîh bigire heta performansên vîdeo, bi kurtasî ji kevneşopiyê ber bi modernbûnê ve bi hezaran cure bûkok derkevin pêşberî hunerhezan.
Wekî salên borî dê îsal jî mîhrîcan di navbera 8 û 19’ê gulanê de bê li darxistin.
Dê ji 15 welatan bi komên bijartî ji 30 koman bi tevahî 60 xwepêşandanan bên li darxistin.
Mîhrîcana ku bi hevkariya Almanya, Fransa û Swedê tê li darxistin, dê di 10’ê gulanê de bi lîstika Hotel De Rîve li Navenda Çandê ya Fransayê dest pê bike. Derhênerê mîhrîcanê Cengîz Ozek aşkera kir ku xwepêşandan dê bi lîstika bûkokên ku ji hêla peykervan Gîomettî ve hatiye amadekirin, beşdarvanan kêfxweş bike.
Ozek diyar kir ku di berdewama mîhrîcanê de tevahî dê li Kolana Îstîklalê hunermendê wêneyan Mauro Folî dê weneyên bûkokan ji hunerhezan re pêşkeş bike.
Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse