REKLAM    

Destpêka sînemaya kurdî

Bingehên Sînemaya Kurdî bi filmên Zerê û Kurd-Êzdî di salên 1920’î de (li gor agahdariya ku Rohat Alakom daye) li Ermenîstanê hatibû kişandin û filmên ku bi derhêneriya Emil Ludwing di salên 1930’î disa li Ermenîstanê kişandibû navê filman “Selahaddin”, “Mem û Zîn”, “Xanî Dimdim” û “Siyabendê Selîwan” destanên Kurdî re hatiye avêtin.

Pêşketina wê

Ji ber nebûna bazarakê netewî-azad û ji ber astengiyên aborî û sîyasî Kurd di qada sînemayê de gelek paş de man. Di vê navbera dirêj de di qada sînemayê de hin xebat pêk hatibin jî bi awayekî ciddî û profesynel di sala 1992’an de bi filma Nizamettin Ariç bi navê “Kilamek Ji Bo Beko” Sînemaya Kurdî çavên xwe li Dinyayê vekir.

Bi filmên ku piştre hat kişandin jî sînemaya Kurdî dest bi çaplûkî çûnê kir. Di salên dawî de bi rastî ji pêşketinên erênî pêkhat. Bi taybetî azadiya li Başurê Kurdistanê û mercên ku hat guherandin, pêşketina Medyaya Kurdî, li dar xistina festivalên filmên Kurdî, derketina derhênerên Kurd ku xwedî perspektîf, serkeftina filmên Kurdî ku di festivalên navneteweyî de bidestxistin, bi hezaran çîrokên ku dîrok û coxrafyaya Kurdistan dihewîne ku bo sinemaya Kurdî pêşerojeke ronal pêşkeş dike û xalên din bo rabûna ser pêyan a Sinemaya Kurdî faktorên girîngin.

Li Kurdistana Rojhilat û Bakur hejmara filmên ku tê weşandin roj bi roj zêdetir dibe. Bi taybetî li Kurdistana Rojhilat her sal bi dehan filmên metraja kurt tên kişandin. Pêşketina sinemaya Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê de bandora perspektîfa sinemayê ku di sinemaya Îranê de pêk hatiye heye. Li başurê Kurdistanê festival û xebatên ku bi pişgiriya ku Hikumeta Kurdistanê tên kirin hejmara filmên ku tên kişandin jî zêde kir. Piraniya wan filman ne di asta Cihanî de be jî ji nav van derhênerên wek Bahman Qubadî û Hinêr Salim ispat kirin ku sinemaya Kurdî dikare ciranên Kurdan ku dîroka sinemaya wan 70 saliye jî derbas bike.

Blackboards
Blackboards (2000)

BI sedan fIlmên metraja dIrêj û metraja kIn dIkarIn mînak bên dayîn.

Hin fîlmên metraja dirêj ku di salên dawîn de li Kurdistana Başûr, Bakûr, Rojhilat û li Ewrûpa hatine kişandin

  • RÊ(YOL) -Yilmaz Güney
  • MEM Û ZÎN (1991) Umit Elçi
  • SÎYABEND U XECÊ (1993) Sahin Gok
  • REWÎTÎYA BÊ DENG (1994) Ibrahim Selman
  • RÊWÎTÎYA BER BI ROJÊ (1997) Yeşim Ustaoğlu
  • BIJÎ BUK U RIZGARÎYA KURDISTANÊ (1997) Hiner Saleem
  • ZAROKÊ NEDIPÊYVÎ (1996)
  • EM HER TIM KOÇBERIN (1998)
  • BA DÊ LI SER ME BIGIRÎ (1999) Abbas Kiarostami
  • TEXTÊ REŞ (2000) (Kurdistana Rojhilat) Samira Maxalbaf
  • DÊMA HÊSPAN SERXWÊŞ (2001) (Kurdistana Rojhilat) Behmen Qubadî
  • JÎYAN (2001) (Kurdistana Başûr) Jano Rojbeyani
  • FOTOGRAF (2001) (Kurdistana Bakûr) Kazım Oz
  • AWAZA DAYIKA NIŞTIMAN (2002) (Kurdistana Başûr) Behmen Qubadî
  • QEWDEK GIYA (2003) (Kurdistana Başûr) Roland Suso Richter
  • KUSÎ JÎ DIKARIN BIFIRIN (2005) (Kurdistana Başûr) Behmen Qubadîx

Kurtefilmên ku di salên dawîn de li Kurdistana Başûr, Bakûr, Rojhilat û li Ewrûpa hatine kişandin

  • HENASEYEK BO TO (2004) Mele Resûlî (Kurdistana Başûr)
  • RONAKÎ BO ÊME (Kurdistana Başûr)
  • ROJNAME (Kurdistana Başûr)
  • SATALAYT (Kurdistana Rojhilat)
  • TELEFON (Kurdistana Başûr-Kerkûk) Hüseyin Ahmed Mihamed
  • ZIRAN,AX (1999) (Kurdistana Bakûr)
  • LEŞKERÊN ŞIKESTΠ(Kurdistana Rojhilat) Batin Qubadî
  • CENG (Kurdistana Rojhilat)
  • XWARINA ÇIYAYÊ SOR

Gûftigoya sînemaya kurdî

jinên Rojê (Girls of the Sun 2018)

Gelek caran niqaşeke bêwate ku “Sinemaya Kurdî heye an na” tê kirin.Ger ewqas film hatine kişandin ,ewqas derhêner xwe wekî derhÊnerÊ Kurd Û filmên xwe jî wek filmên Kurdî bi nav dikin û gele serkeftinên mezin jî bidest dixin bêwateyiya niqaşa sinemaya Kurdî heye an na jî derdikeve holê.Filmekê zimanê ku tê bikaranîn Kurdî be,derhênerê vê filmê Kurd be an j….î ev film filmekê Kurdî.

Her ji çi be nav Kurdan de kesên xwe pir jîr û “welatparêz” dibînin û her tiştî de xwe wekî navend û pispor nîşan didin heye û ger mirovek ji wan re bipirse;Gelo tu derbarê weşangeriya Kurdî de çi difikirî? Bersiva wan amadeye;Çi! Ma weşangeriya Kurdî tuneye divê em xwe nexepînin.

Yan jî di derbarê Weşangeriya Kurdî,Wêjeya Kurdî,Sinemaya Kurdî,Muzîka Kurdî,zimanê Kurdî de jî heman tişt dibêjin”Em xwe nexepînin rewşa me gelek xirabe, tiştên han hin ne pêk hatine”…Bi bersivên xwe kesayatiyên xwe yê eciz jî nişan didin ku her wiha ewqas korin ku pêşketina behît ku di van 13 salan de pêkhatiye nabînin. Şiroveyên wisa bêşit têvkariyek nade pêşketina ziman,weşangerî,sînema,medya û hwd. ên Kurdî.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse