Li Ser Bîrewariyan Straneke Dilsoj: Awêne

"Tu ê her tiştê xwe wenda bikî; lê ji bîr neke, tu nikarî bîranînên xwe wenda bikî. Ew ê her tim te mehf bikin..." Zaven Biberyan

0
34
REKLAM    

“Tu ê her tIştê xwe wenda bIkî; lê ji bîr neke, tu nIkarî bîranînên xwe wenda bIkî. Ew ê her tIm te mehf bIkIn…” Zaven BIberyan

Di bêjinga demê de her tişt dipale, hûr dibe tê xwarê, lê mixabîn mirov çi jî bike bîranînên mirov li ser bêjingê dimînin û di bêjingê de derbas nabin.  Bîranîn hûr nabin, tune nabin ew her tim zindî dimînin û bi me re dijîn. Ew jibîr nabin, di hiş û mêjiyê me de hêlîna xwe  çêdikin û heta mirinê bi me re dikevin têkoşînekê. Têkoşîneka dijwar û bi rik! Her çikas em wan nexwazin û daf li wan bixin jî, ew bi awakî xwa bi mirov re didrûn û ji me naqetin. Em di bin giraniya wan de diçewisin û ew her tim serdest in li ser serê me.

Raste mirov bi demê re her tiştê xwe wenda dike. Her ku mirov ber bi mirinê ve dimeşe tenêtiyek xembar xwe li bedena mirov dipêçe û di hemû kêliyên jiyana mirov de gewriya mirov dijdîne. Heta carna mirov bê nefes dihêle û dixeriqîne. Di nav vê tenêtiya kambax de mirov avjeniyê dike. Lê êdî tiştek nayê ji dest, mirov carek niqo bûye û bê hêz ketiye… Mirov di bin siya vê tenêtiyê de berê xwe dide wan bîranînan. Bi wan re rû bi rû dimîne û hevsarê xwe dixe destê wan. Her çikas me biêşînin jî êdî ew in rêheval û destbirakê me!

Wext?

Wext, weke avê derbas dibe û salan pûç dike di dergûşa xwe de. Temen mezin dibe û jiyan bi lez û bez ber bi bêdawîtiyê ve diçe. Tenê bîranîn dimînin û her roj hinek din me mehf dikin. Me perîşan dikin û di mêrga poşmanbûyinê de digrînin. Giyana mirov dikirkitînin, bi atiyê dixînin û mirov nexweş dikin.

Heyf!

Mirov nikare êdî tiştek bike lewra; her tiştê mirov wenda bûye, tenê bîranîn wenda nebûne û em di destê wan de dîl ma ne. Ne me got, her tim ew serdest in; lewma her roj hinek din dilê me bi kul dikin û êş û azar bi me didin kişandinê. Bîranînên me, berê çeka zordestiyê didin me û  her ku em xwe dilebitînin bi guleyên têzkevn dilê me xwîn dikin..!

 …………..

Aha! Tarkovsky jî dixwaze xwe ji van êşan rizgar bike. Mij û morana ser mêjuyê xwe hilîne û paşeroja xwe bibîrbîne. Tûrikê xwe hildide ser milê xwe û dikeve dû şopa wextê derbasbûyî…Lewra bîranînên wî dev jê bernadin û pêve zeliqîne weke cilikên wî. Tarkovsky di dafika bîranînên xwe de bêzar maye û birîndar bûye. Weke mirîşkeke serjêkirî di nav xwîna xwe ya sor de dipirpite, dipirpite û dipirpite…Ji bo birîna xwe derman bike û ji bêzariya xwe bifilite ew dil dike bi dîmenan ji me re hin tiştan vebêje û li ser zaroktiya xwe û bîranên xwe fîlmekî diyarî me bike. Ev zaroktî û bîranîn her çiqas Tarkovsky vebêje jî, helbet me jî ji nêz ve eleqedar dike û çîroka zaroktiya me jî ji me re vedibêje.

Di heman demê de jînenîgariya Tarkovsky jînenîgariya me ye jî. Gava mirov li fîlm temaşe dike mirov dibê qey li ser şerîda pelîkûlê zaroktî û bîranînên me hatine neqişandin. Bi dîtina wan dîmenên hilû ku weke avê diherikin ev peyv ji devê mirov dirije, “Ev fîlm, min vegotiye”

Tarkovsky xwe dide ber awêneyê. Awêneya bîranînên xwe. Awêneya bîranên me! Awêne nîşaneya bîranînên wî ye. Rû bi rû mayîna bîrewariyan e. Tarkovsky dixwaze hesêpgêriyek bike bê ka çi tê bîra wî û çi nayê bîra wî. Weke sondajekê dixwaze xwe berde binê bîrê û xwe paqij bike ji qirêjiya salan. Awêne ne amûreka wisaye ku rastiyan berovajî bike, ew bi vê rewşê baş dizane û dixwaze rastî çibe hîn bibe. Ew xwe ji her tiştî re amade kiriye. Dixwaze di vê Awêneyê de bi rastiya xwe re rû bi rû bimîne. Rastiya şilfîtazî! Rastiya ku wê wî biêşîne!

Dibe ku welat, ziman û çand ji hev cûda bin lê, hin hêlên mirovahiyê hene ku li her deverê cîhanê heman û hevpar in. Weke hest û bîranîn (nemaze bîranînên zaroktiyê) Tarkovsky bi fîlmê xwe yê Awêne, xwestiye bi hestên gerdûnî berhemekê biafirîne. Her çiqas ew bi taybetî hewl nedabe tiştekî wisa jî, di dawiyê de zimanekî gerdûnî yî sînemayê zeft kiriye û bi serkeftî ji bin vî fîlmî derketiye. Ji xwe tiştê ku Tarkovsky dike derhênerekî gewre û resen jî, ev hêlên wî ne.

Bi rastî jî ev fîlm êşa me vedibêje û bi vê vegotinê wijdanê me didarizîne.  Ev fîlm li ser jiyana mirov ponijandineke, hûrbûyîneke û her wiha rexnedayîneke ji bo kesên nêzî mirov. Weke dê, bav, xuşk, bira, hevser û zarên mirov…

Tarkovsky wiha dibêje, “Ev bi salan e bîranên ku dev ji min bernedidan û bextewariya min dipelişandin êdî ji min dûr dikevin. Dîmenên wan bîranînan şêlû dibin û mij û moran xwe li ser wan datîne; ew mala ku min di xewnên zaroktiya xwe de didît jî, ji ber çavên min winda dibe.”

Di arefeya mirina mirov de bîranînên mirov jî neyên bîra mirov tiştek sosret û zahmet e. Ew kovandariya mirov hinek din bêar dibe, hestên mirov di qefesa singa mirov de diteqin û çavên mirov zîz dibin di hêlîna xwe de…Mirov bêçare û nexweş di nav ciyê xwe de dinale ji wextê derbasbûyî re…Ew wextê ku kenên xwe bi emrê me dike!

Awêneya Tarkovsky bingeha xwe ji bîranînan distîne û bi belgefîlmên rast tê hûnandin. Tarkovsky dixwaze hin serboriyên zaroktiya xwe ku di jiyana wî de ciyekî taybet û girîng digirin bibîr bîne. Tarkovsky bi saya vî fîlmê xwe dixwaze here zaroktiya xwe û xewn û xeyalên xwe ji nû ve jîndar bike û bîne bîra xwe. Lewra her ku wext derbas dibe Tarkovsky jî bîranînên xwe ji bîr dike û weke berê xewnên zaroktiya xwe nabîne. Xew, xewn û xeyal lê heram bûne û ew, ji ber vê yekê di janeke dijwar de dirihile, dikilkile, dipirpite û dike nake nayê ser hişê xwe!

Tarkovsky bi fîlmê Awêne diçe wê mala ku zaroktiya xwe lê derbas kiribû. Em jî (temaşevan) dikevin milê Tarkovsky û pêra diçin wê mala zaroktiya xwe…Mala bîrewariyan…

Beriya derbasî fîlm bivim dixwazim li ser şêwaza fîlm çend gotina bêjim û wisa dest bi wê prologa di serê film de bikim û bikevim nav fîlm ango derkevim pêşberî Awêneyê!

Awêne bi şêwaza xwe ya balkêş ji fîlmên Tarkovsky yên din deqete. Di nava fîlmê Tarkovsky de yê ku herî zor û tevlîhev tê nîşandan ev fîlm e. Beriya fîlmê Awêne, kes sinematografiyek bi vê şêwazê bikar neaniye. Tarkovsky wêrek tevgeriya ye û tiştê di dilê wî de derbas bûye bi cîh aniye. Fîlmekî li gor dema xwe têra xwe nûjen û avangard. Fîlm bi hişbinaya mirovan de rasterast girêdayî ye û di vê cuhoka hişbiniyê de dîmen diherikin. Ji ber ku di fîlm de mijara sereke bîranîn û xewn in, pevxistin jî li gor hiş û bîrê hatiye sêwirandin û bi vî rengê fîlmek derxistiye holê.

Gava mirov li fîlm temaşe dike dibe ku hinek asê û tevlîhev bê xuyanê.  Lê ku mirov giyan û qelbê fîlm zeft dike fîlm xwe li ber mirov vedike û mirov bi awakî hêsan dikeve nav xewn û xeyalên zaroktiya Alekseî. Di vir de rastiyek din derdikeve holê, ew jî ev e; ew kesên hînê fîlmên klasîk bûne bê gûman wê di temaşekirin û şopandina dîmenan de aciz bivin. Dîsa ew mirovên hînê dîmenên ku bê armanc li dû hev rêzbûyî bûne, wê li ber fîlm  bifelişin û yek bi yek bikevin xwarê! Dîsa vegotina çîrokê dervayî vegotina klasîk e. Dîmen bi pevxistineka sihêm û zor lê bi wate li ser hev hatine girêdan…Weke epîzodan hatiye kişandin, lê ev epîzod ji hev qut nîn in û hevdu temam dikin. Helbest û axavtinên li ser dîmenan atmosfereka bêhempa diafirîne. Di fîlmê Awêne de tiştê herî girîng giyan e. Rih e. Dilekî safî û paqije. Pêwîste temaşevan bi vî çavî lê birêne û wisa bi pey bîranînan bikeve, nexwe wê biterpile û nikaribe temaşekirina li fîlm bidomîne.

Tarkovsky hin rêgezên sînemayê ji nûve hildida dest û nerazîbûnên xwe wiha nîşan dida, “Kêngî hunermend rêgezên hunera xwe ‘deforme’ kirin, ancax ew gav hunera jidil derdikeve holê. Û hilberînerî jî bi vê deformekirinê dest pê dike.” Tarkovsky hin rêgezên sînemayê deforme dikir û li dû şêwazên nû tevdigeriya. Ev helwest û nêrînên wî di fîlmê Awêne de bi awakî berbiçav xwe didin der.

Fîlm bi pêşgotinek  (prolog) dest pê dike. Ev pêşgotin navaroka fîlm û pirsgirêka Alekseî (Tarkovsky) bi kurtasî, lê têr û tije vedibêje. Em vê pêşgotinê bi çavê Ignat ku lawê Alekseî ye temaşe dikin. Di fîlm de tiştê balkeş ew e ku Ignat jî, ji ber pirsgirêkên di nav dê û bavê xwe de êşekê dikşîne û qet ne bextewar e. Wisa dixweye ku ew jî çarenûsa bavê xwe (ya zaroktiyê) dijî. Lê bi şêwazek din. Dê û bavê wî li ba wî ne, lê mixabîn wî hembêz nakin û jê re sar in.

“Ez dikarim bi axivim”

De înca em dîsa werin ser pêşgotinê. Ciwanekî lal heye û ji hêla psîkiyatrîstekê ve tê baş kirin. Ciwan lalik e û peyv bi zor ji devê wî derdikevin. Nikare herikbar biaxive. Heta tiştekî dibêje rihê wî diçe serê pozê wî. Diweste…xwîdan dide…Lê psîkiyatrîst dixwaze ew bala xwe bide destê wê û wê bişopîne. Herî dawî bi vê sifetbûnê, ciwanê lalik bi ziman dikeve û dest bi axaftinê dike. Peyva ewil ji devê wî derdikeve ev e, “Ez dikarim bi axivim”

Êş û kesera Alekseî (Tarkovsky) ew lal kiriye. Giyana wî ji ber bîranînên wî serobino ye, lewma jî ew lalik bûye û nikare biaxive. Lê bi vî fîlmê (bi vegotina bîranînên xwe) Tarkovsky dibêje, “Êdî ez jî dikarim biaxivim” Li hember kesê ku wan êşandiye tê ziman û tiştê di hundirê xwe de tev davêje derva! Di vir de lalbûn nîşaneyeka pirsgirêka Alekseî ye û derdê wî tîne ziman. Bêguman li hember hinek tiştan em lal in an jî lal dikevin! Hinek bîranîn mirov lal dikin û nahêlin ku zimanê mirov di devê mirov de bigere.

Gava mirov baş hûr bive û bi baldarî tevbigere wê mirov karibe ji lalbûna (êş û azar) xwe rizgar bibe. Ew gav jiyan bêtir bi wate dibe û hizirandina mirov dikeve qonaxeka din.

Di Awêneyê de wext hinek tevlîhev e. Alekseî nexweşe û di nav ciya da ye. Jana zirav bi gurçikên wî girtiye û ew bê hal hiştiye. Di nêzbûna mirina xwe de ew, berê xwe dide zaroktiya xwe û wan rojên derbasbûyî yek bi yek bibîr tîne. Ji xwe fîlmê Awêne di tahma xewn û xeyalan de diherike û diçe…Pir caran kîjan dîmen xewn e, kîjan raste mirov pê dernaxe. Mirov gava bi mirina xwe dihese û ji kûrve hîs dike, xwe yekcar davêje pêşa bîranîn û xewnên zaroktiya xwe. Alekseî jî wisa dike û di wextek taybet de van bîranînên xwe bi me re parve dike.

Bi belgefîlmên jidil ku di dema zaroktiya wî de hatine kişandin jî dixwaze tesîrekê li ser me çêbike Tarkovsky. Dixwaze wan demên şer bi belgefîlman nîşanê me bide. Her beşa van belgefîlman weke kurtefîlmekî bi hêz e û bandora wan zêde ye. Li ser van belgefîlman helbestên bavê xwe dide xwandin Tarkovsky. Bi xwandina van helbestan -ku bi dengekî ji dervada tê- em di nav dîmenan de sermest dibin. Helbestvanê Rûs Aleksander Blok wiha dibêje, “Helbestvan ji tevlîheviyê ahengek ava dike” Helbestên bavê Tarkovsky jî, ji gelemşe û tadeya wextê şer (Şerê Hevparkirinê yê Duyemîn) ahengekê ava dike. Tevlîheviyê bi me dide fêhmkirin. Rêzik bi rêzik me diherikîne… Ahenga helbestan di heman demê de dibe muzîka fîlmê Awêne. Dengê ku ji dervade tê, li ser dîmenên bedew senfoniyeke helbestan diafirîne. Ji xwe fîlmê Awêne senfoniya helbst-dîmenan e!

Bavê Tarkovsy, Arsenî Tarkovsky jidil jî helbestvanekî Rus bû û di wextê de bi daxwaza xwe çûbû beşdarî şer bû bû. Tarkovsy di biçûkahiya xwe de zêde di bin bandora çûyîna bavê xwe de ma ye. Ji xwe di fîlm de jî vê rewşê baş vedibêje ji me re. Hesret û bêrîkirina malbata xwe ya li dû bavê wî jî bi dîmenên lêxer nîşanê me dide û me di wê atmosferê de hezîn dihêle. Rewşa malbata Tarkovsky her tim li ser jiyan û henera wî bandoreka mezin çêkiriye. Çi erênî û çi neyênî…

Bi saya van belgefîlman rastiya wê demê  çêtir tê fêhmkirinê. Heta carna mirov dikeve şik û gumanan li ber van belgefîlman. Mirov dibêje qey ew belgefîlm ji hêla Tarkovsky hatine kişandin, ewqas ku bi tesîr in. Di vir de dîsa pevxistina Tarkosky ya bê kêmasî xwe bi me dide hîskirin. Pevxistina fîlm pir serkeftî ye. Tarkovsky, zaroktiya Ignat û Alekseî di hevde derbaskiriye û ger diçe paşerojê ger jî tê pêşerojê. Mirov dikare bibêje di fîlm de du wextê sereke hene û her tişt li dora van wextan dizîvire. Ev wext rasterast bi zaroktiya Alekseî ve girêdayiye û wextekî kirdeyî yê jiyana Tarkovsky bi xwe ye.

 “Ax, wextê kesî tuneye ku bIsekinin û ji tIştên  hest tenik fêhmbIkIn.”

Zaroktî…çûyina cîranan..serjêkirina dîkan (ango sewalek din)..agir…şewitîna malan (ango genim û hwd) şekirê hûr yê li erdê rijandî..şîrê rijandî..şire şira avê..çirpe çirpe dilopên ku mêjûyê mirov dixwrandin…çira..lembe..şevên reşetarî û dûr û dirêj..vemirîna lembê..kizirandina fitila bi don…ba, bablîsok..fîrîna perdeyan, ku ji şibakên vekirî derdiketin derve û li ba dibûn..û çoka diya mirov ku doşeka hemû xewnên me yên şêrîn bû…Tarkovsky van kitekitan hemû ji bin hişê xwe derdixe serhişê xwe, bibîr tîne û zaroktiya xwe (ya me jî) tîne ziman.

Gelo kî ji me ev tiştên min li jor rêz kir di zaroktiya xwe de nejiya ye û nedîtiye?

Gulten Kaya di helbesteka xwe de wiha digot, “Ax, wextê kesî tuneye ku bisekinin û ji tiştên  hest tenik fêhmbikin.” Ax! me tenên kêliyek wext bidaya xwe!?  Di vî wextê berdîberdan de tu kes wext çênake ji xwe re û ji lezbûna xwe dûr nakeve û naxwaze hinek din hêdî bimeşe ango hêdî û bi aramî bijî. Lewma em ji ber vê lezbûna xwe, di ser zafek tiştan de qebaz didin û wan nabînin. Ew kitekit, hurgulî û kêliyên ku em di ser de derbas dibin pir giring in û bi wate ne, lê mixabin qet wextê me tune ku em slavek bidin wan kitekitan! Her tim lez, her tim bazdan û her tim gengaşî. Em di tevlîheviyeke tewş de li dor tiştên bê wate digerin û hey digerin…Belkî jî ku em hinek din hêdî bijîn em ê wan tiştên hest tenik fêhm bikin, lê ka ew roj!? Tiştê ku ev wext ji me dixwaze her tim “bazdan” e! Belesebep û bê armanc…

Ez sînemaya Tarkovskî jî weke tiştên hest tenik dibînim û wisa fêhm dikim. Di sînemaya Tarkovskî de ew kitekit û kêliyên ku em di ser de qebaz didin tev hene. Tarkovsky li dû estetîzmeka hest tenik diçû û dixwast ew tiştên ku me piştgo kiriye carek din derxe pêşberî me. Ew kêlî û kitekitê ku me kuştiye carek din jîndar bike. Bi çavek din û bi nêrînek xurt. Bi dilsoziyek germ, dilekî paqij û evîndariyek dilpak.

Ku em dîsa vegerin fîlmê Awêne…Di serê fîlm de sahneyek heye ku naveroka fîlmê Tarkovsky derdixe holê. Hûnê bibêjin çewa derdixe holê? Ez ji we re wiha bibêjim..Di vê sahnê de Bijîşkek heye ku rêya xwe şaş kiriye. Bi awakî tesadûf di ber mala Alekseî de derbas dibe. Gav derbas dibe pêrgî diya Alekseî dibe. Diya Alekseî li ser darê hewşê rûniştiye û cixare dikşîne. Kûr û dûr dirame…Bijîşk tê ser darê hewşê li ba diya Alekseî rûdinê. Gav bijîşk rûdinê darê bin wan dişkê û her du jî dikevin erdê. Gava dikevin erdê, em van axaftinan ji devê bijîşk dibihîzin, “Qet we fikiriye ku nebat ango çêre jî hizir dikin û têdigihîjin? Qet ecela wan tune ye, lê em; li hawirdor birebir û cirecira me ye û em ketûbariya xwe diqîrin! Lewra em bawerî bi xwezaya hundirê xwe naynin..Em hir tim di nav şik û gumanan de ne û qilqilîna me ye. Qet wextê me tuneye ku em bisekinin û bifikirin!”   Tarkovsky di vir de qûtbûna mirovan ya ji xwezayê rexne dike û “vegerek” ê ango “veguherînek” ê dixwaze ji me. Dixwaze em biskekê xwezayê hîs bikin…zindîbûna xwezayê…Lê wextê me tune ye!

Çima wextê me tune ye gelo? Ev qilqilîn û lezbûn ji bo çi ye? Çima em hinek din bi asta lezbûna xwe nalîzin û nakşînin xwarê û her tim weke hespê rewan bi çargavî bazdidin?

Rihê sedsala 20’emîn ji ber vê yekê kurmî bû! Mirovahî ji ber vê yekê xav ma! Hişmendî ji ber vê yekê pûç û riziyayî ma…  Ewqas qilqilîn, bez, şer û gelemşe jî ji ber vê sedemê derketin holê. “Zêde fikirîn û hindik hîskirin!” Pirsgirêka me ya herî mezin ev nêzîkatî ye, mirovahî ji ber vê helwestê çû ber helaqê! Ez bawerim hinek hêdîbûn wê birînên me yê kêm girtî tev derman bike. Tenê hinek hêdîbûn…Sînemaya Tarkovsky jî, di nav zeviya hîskirinê de zîl da ye û her wiha şax girtiye û heta ku kulîlkên xwe bişkifandiye di biharên rengîn de.

Di vir de derdikeve holê ku sînemaya Tarkovskî, bi taybetî jî fîlmê Awêne di hundirê xwe de anîmîzmeka mezin xwedî dike. Di vî fîlm de her tişt bi hevdû ve girêdaye, bûyer hevdû temam dikin û qûtbûnek nexwyane. Nebat, mirov, xweza, dar, av, hêşînayî û bîranîn tev zindî ne û giyaneka mezin bi wan re heye. Qelbê van têgehan tev bi hev re lêdixe û zindîbûneka qedirzan di navbera wan de heye. Tiştekî ku miribe, çûbe tuneye di vî fîlmê de, her tişt li ser piya ye û ji me re çav dişkêne ango dikene. Menewiyata fîlmê Tarkovsky bi vê anîmîzmê bêtir xwe dide der. Ji bo mirov rehjena fîlmê Tarkovsky bipîve pêwîste mirov zindî û li ser xwe be!

Tarkovsky dil dike ku me jî, bi vê anîmîzm û atmosfera xwe zindî bike û bîne ser hişê xwe. Lê mixabîn em wî tawanbar dikin û jê direvin. Ev jî têr nake em sînemaya wî “zor, tevlîhev û nefambar” bi nav dikin. Lewra em naxwazin dev ji ketinbûna xwe berdin. Jiyaneke ji rêzê, hêsan, pûç û vala bêtir bala me dikşîne. Em jî bi nexweşiya lezbûnê ketin e. Jiyaneka hêdî, aram û bêdeng dûrî xwe dibînin em, ji lewra jî em her tim ji fîlmên Tarkovsky direvin û li hemberî hunera wî acizbûna xwe diyar dikin.

Berteka “Fîlmên Tarkovsky zêde giran in” jî reva ji rastiyê bi xwe ye! Mixabîn rastî ji me re tehl tê. “Dîmen hêdî dimeşin!” Lê kes nabêje gelo çima dîmenên hêdî, çima plan-sekans? Tu kes xwe aciz nake û naxwaze bi dû çêtirdîtina plan-sekansan bikeve…Lewra karê me heye û wextê me jî qet tune ye! Tabî ji lezbûna me re jî dîmenên bi lez, aksiyon û atraksiyon divê. Dîmenên hêdî ne li gor rihê lezbûna me ne!

Tarkovsky dixwaze me ji vê nexweşiya lezbûnê rizgar bike, lê em hinek din bi lezbûna xwe şa dibin û li hember dîmenên ku hêdî hêdî dimeşin di xew re diçin an jî di nîvî de dev jê berdidin diçin! Gelo çima? Ji bo çi ev rev? Ew kesên ku fîlmên Tarkovsky li ber çavên me reş dikin ew ên di nav vê lezbûnê de xurifî û kor bûne ne!

Tarkovsky wiha dibêje, “Ewên ku li dû rastiyê neçin, wê bedewî xwe ji wan veşêre” Bi kurtasî mesele ev e, ger em li dû şopên rastî û heqîqetê neçin em ê heta hetayê ji şox û şenga bedewiyê mehrûm bimînin. Em ê rijî bimînin û tamsar bijîn her dem. Gava ku di jiyana mirov de bedewî jî bifetise here ew gav çi qîmeta jiyanê dimîne gelo? Ew kesên ku xwe neynin pêşberî Awênê, wê rastiya xwe jî,  tu car hîn nebin! Fîlmê Tarkovsky yê Awêne ji bo me fersendeke hunerî ye.

Gava mirov fîlmê Awêne baş bikolê û bikeve bin dîmenan, li wir wê mirov baş bibîne ku Tarkovsky ji dîroka wêneyan û wênesaziyê qet ne dûr e. Ji xwe ew, sînemayê ji van wêne û wênesazan tu car neqetandiye û sînemayê wek berdewamiya wêneyan dîtiye. Zanîna wî ya wêneyan xurt e û heman tabloyên wênesazan weke dîmen di fîlmê xwe de carek din afirandiye. Bi dîtina van dîmanan mirov matmayî dîmene. Jîrbûn û cûdahiya Tarkovsky di vir de, bi van dîmenan derdikeve holê.

Di fîlmê Awêne de Alekseî di biçûkahiya xwe de diçe perwerdeya fêrbûna çekan (wê demê Rûs’an zarokên biçûk hînî çekan dikirin û perwerde didan) Di nav berfê de dîmenek Alekseî heye, li bin darê çûkek tê li ser serê wî xwe datîne. Ev dîmen pir nêzîkî tabloyên Brueghel e û ji wêneyên wî sûd hatiye wergirtin. Dîsa gava ku Alekseî û diya xwe di rê de diçin mêvandariya malekê. Di vê malê de jinikek û lawê xwe tenê dijîn. Bi sê çar dîmena em dîbînin ku jinika malê, bi delalî, nêrîn û guharê xwe nêzîkî tabloyê Vermeer e û heman sûd jê jî hatiye wergirtin. Di hinek ciyan de bandora L. Da Vîncî jî ji çav nareve.  Ev dîmen nîşanê me didin ku Tarkovsky slavek germ û bi hêz dide wênesazan û li ber wan bejna xwe ditewîne. Kêm derhêner hene ku weke Tarkovsky wêne û tabloyan xwendibe, lêkolîn kiribe û wan di fîlmê xwe de şîrove kiribe. Delalî û bêhempatiya Tarkovsky ji vir tê…Ew tu car lez nake, bi dilê xwe tevdigere û  xwe bi zanîneka dijwar bi hêz dike û wisa berhemekê diafirîne.  Fîlmê Awêne jî encama ponijandin û ramîna 10 salan e. Lewma berhemên wî ba wate ne, ji ber ku ew kedeka mezin dide fîlmê xwe û hêza hunerê bi me baş dide nîşandan.

Awêne; çîroka poşmanbûyînê ye.

Û sehna dawî…Êdî Alekseî di nav sikratadaye û hindik maye ji gerdûnê koç bike here. Dê û xwişka wî bi bijîşk re diaxivin.

Bijîşk, “Gava ku ji malbatê yek dimre, yekcar mirovê spîsax dimire û diçe.”

Xwişk,”Lê ji malbata wî kes nemiriye”

Bijîşk, “Wijdanê wî heye, bîranînên wî hene…”

Xwişk, “Çi eleqeya bîranînan bi vê mijarê re heye?”

Eleqeyek mezin heye…têkiliyek bi keser heye di navbera mirin, wijdan û bîranînan de. Jana bîranînan bi her ziman û hevokê nayê vegotin! Carna ev jan mirov lal dike û mirov di nav jiyanê de lalik digere…Bêgûman tiştê ku mirov dikuje ne mirin e. Wijdan û bîranîn in. Bîranîn û wijdan jî bi qasî mirinê dijwar û bi şewat in. Bandora wan di tehma mirinê da ne! Derba mezin bîranîn û wextê derbasbûyî ye; ew wextê ku em ê tu car nikaribin paşve bînin! Ew wextê her ku em mezin dibin, qerf û henekê xwe bi me dike! Ji xwe Awêne, “Çiroka poşmanbûyinê” bi xwe ye. Mixabîn Alekseî jî di bin bîranînên xwe de eciqiye, wijdanê wî ew helandiye û nexweş xistiye. Li hember kesên ku ji wî hezdikin xwe sûcdar dibîne û keserek mezin dikişîne. Bi saya Awêneyê Alekseî ji wijdanê xwe yê kerr xelas dibe û bi firîna çûka di destê wî de ew jî difire û ber bi dawîtiyê ve diçe…Ma mirin ne koçkirina bêdawîtiyê bû? Mirin xelasiya birîn û bîranînan bû… Alekseî jî, xwe ji êşên xwe paland û azad koç kir…Çewa ku Alekseî jî digot, Ew çû “Her tişt kete rê!”

Li ser vî fîlmê gelek niqaş çêbûne di wextê de. Hinek ecibandin û hinek jî ne ecibandin e. Di galaya fîlm de bûyerek pir balkêş diqewime. Ez dixwazim vê gotarê bi vê bûyerê bi dawî bikim. Bûyer wisa derbas dibe; Piştî galayê li ser fîlm gelek niqaş çêdibin. Gelek pirs tên pirsînê. Dîsa gelek rexnegirên fîlman di salonê da ne û niqaş pirr dirêj dibe. Jinika ku di salonê de peywirdarê paqijiyê ye dikeve salonê û dibêje, “Ez ê salonê paqij bikim, wê karê we kêngî biqede?” Hinek rexnegir wiha dibêjin, “Em li vir li ser fîlmekî fêhmkirina wî zor û tevlîhev niqaş dikin, ne diyar e wê kêngî karê me biqede.” Li ser vê peyva wan jinik wiha dibêje ji wan re,  “Di fîlm de çi heye ku mirov jê fêhm neke?” Her kes matmayî dimîne û berê xwe didin jinikê û dibêjin, “Te ji fîlm çi fêhmkir?” Jinik wiha berdewam dike, “Jana mirovekî ku wê qet nikaribe mafê kesên ji wan hezdike û kesên ji wî hezdike bide vedibêje. Ji ber nikare têr ji wan hezbike wijdanê wî ezab dikşîne. Fîlm ji me re vî dibêje.” Piştî axavtina jinikê, çavên derhêner û rexnegirê salonê tev diçin ser Tarkovsky. Tarkovsky, “Tiştekî ku ez di ser van peyvan de bibêjim tune ye” dibêje û axaftina xwe bi dawî dike.

Tarkovsky di pirtûka xwe de li ser fîlm wiha dibêje, “Carna mirov nikare mafê hinek kesan bide. Ev kes ji bo mirov pir bi nîrx in û kedeka wan ya mezin li ser mirov heye. Gava mirov pê dihese ku li hember hezkirina wan wê nikaribe bive bersiv û têr ji wan hez bike, mirov hêrs dibe û êşek mezin dikşîne. Bi rastî jî ev fikir tiştek zahmete û mirov di bin de diçewise. Min jî xwest ku ew mirovê ji ber vê rastiyê êş û azar dikşîne vebêjim.”

Peyvên vê jinika jor ji bo me mînakek mezin e. Her çiqas Tarkovsky di axaftinên xwe de gotibe, “Min metafor û nîşaneya bikar ne aniye” jî hinek rexnegir û sînamahez dikevin pey tiştên wisa û sînemaya Tarkovsky “nefambar” , “tevlîhev” bi nav dikin. Bi metafor û nîşaneyan dixeniqînin. Lê ev jinik baş nîşanî me dide ku her kes dikare li gor nêrîn û daneheva xwe li ser hunerê peyvekê bibêje ango bi hêsanî ji fîlmekî fêhm bike. Bergehên cûda pêşkeş bike.. Carna têgihîştin bi xwandinê nabe, bi hîskirin û hestên têr çêtir mirov têdigihîje û tiştan îdraq dike. Helwesta vê jinikê bersiva gelek tiştan e. Hewcedarî pê tune ye ku mirov hunerê(bi taybetî sînema) ji civakê dûr bibîne, tiştekî bilind û nefamkirî diyar bike.

Awêne, qîrqirina rastiyek bi êş û kul e!

Di fîlmê Awêne de hemû sînor hatine hilanîn. Mirov çawa di xewnan de azad be, di vî fîlmê de jî ewqas azad e. Wext bêdawî ye (an jî tune) û di nav vî wextî de her tişt pêkan e. Fîlm, weke helbesteka nazdar diherike nav dilê me û dilê me jî diherike nava fîlm. Kesên bi tahma helbestan nizanibin wê nikaribin zû bi zû vî fîlmî hembêz bikin. Lewra jî hezkirina helbestan, hêst û dilovaniyeke bê berjewendî ango manewiyateka bi terbiye divê.

Di fîlmê Awêne de kûrahî heye…pêwîste mirov hinek din xwe berde binê bîrê û di kurahiya Awênê de carek din bêtirs, bi dilpakî û dilsozî li xwe û li rastiya xwe birêne. Her wiha ji “Bîr-kor” iya xwe rizgar bibe û di ronahiya Awênê de xwe azad bike. Wijdan û bîranînên xwe di çav re derbas bike û xwe çê bike ji nûve, da kû çarenûsa Alekseî parve neke!

Her çiqas fîlm zor bê xuyanê jî kesên bi lîrîzm û tahma dîmenên Tarkovsky zanibe wê karibe bi hêsanî vî fîlmî temaşe bike û fêhm bike. Awêne ji bo em ji rastiya xwe fêhm bikin deriyek e, kerem bikin di derîda nesekinin derbasî hundir bibin. Em tev bi hevre di Awêneya Tarkovsky de rûyê xwe bibînin.

Ji bo dilê me jî, bi kul nebe û bîranîn me mehf nekin em deng bidin “Helbestvanê Dîmenan”  û bi wêrekî li ser xeletiyên xwe bisekinin û bi gotina Proust, “Em avahiya bîranînan ya mîna dêwekî zindîbikin” Eger em biêşîn jî em zindî bikin…Mirovê êşa wî mezin be, pêwîste mezin biêşe…Ancax êş me çê bike wekî din ne pêkan e.

Û

Awêne: şikandina qeyd û zincîrên li ser bîranînan, ku di wextên derbasbûyî de zeng girtine..!

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse