Li Nurnbergê Rojên Çanda Kurdî

0
14
REKLAM    

Li Nurnberga Almanyayê dê Rojên Çanda Kurdî di navbera 8-11’ê gulanê de werin lidarxistin. Di bernameyê de ji sînemayê heya muzîkê, ji şanoyê heya panelan û çalakiyên cihêreng ew ê cih bigirin

Li bajarê Nurnbergê Almanyayê ku çar sal in wekî kevnepoşî Rojên Çanda Kurdî tên kirin, îsal ev çalakî di navbera 8-11’ê gulanê de dê were lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Komeleya Çanda Kurdan a Medyayê ku li bajar xebatên çand û hunerê pêş dixe tê organîzekirin. Bi dirêjahiya çar rojan ji deverên cuda ji muzîkê heya şanoyê, ji sînemayê heya panelan û çalakiyên cihêreng dê bên lidarxistin. Çalakiya ku cih daye bernameyyn danasîna Çanda Kurdan, diyariyê 3 jinên şoreşger; yek ji damezrînera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û aktîvîsta Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê çileyê de li Parîsê hatin qetilkirin, kirine.

PROJEYA 4 SALAN

Ji Komeleya Çandê midûrê projeyê Ubeyd Salim di daxuyaniya da de diyar kir ku Rojên Çanda Kurdan beriya çar salan, wekî projeya komeleya çandê dest pê kiriye û wiha got: “Li eyaleta Bayernê hejmarek zêde civaka kurd heye. Li hinek bajaran komeleyên me yên herêmî jî tune ne. Dema ku em derketin rê, em fikirîn ku ji bo pêwîstiyên civaka kurd bibin bersiv. Projeyek wiha derket holê. Wekî din jî armanca me ew bû ku çand, ziman û polîtîkaya kurdan bi civaka ku em ligel dijîn pê bidin nasîn. Me hewl da vê çandê derxînin derve.”

PIŞTGIRÎ DÎTIN

Salim destnîşan kir ku dema wî ev proje ava kiriye û dema pêşxistina vê projeyê ji ber pêşdarazên li hemberî komeleyê zehmetî kişandine. Salim têkildarî serboriya komelyê ev tişt anîn ziman: “Destpêkê me zehmetî kişandin. Em ê çi bikin me nezanî, hinek bi riya ceribandinê me zanî. Dema ku me serî li daîreya çandê ya şaredariyê da, li hember komeleya me pêşdaraz hebûn. Heta me ev şikandin ev pêvajo qet ne hêsan bû. Dîtin ku proje baş e, bi demê re me ev pêşdaraz şikandin. Kêm jî be em hinek piştgiriya aborî digirin. Lê belê di aliyê manewî de em piştgiriyek mezin digirin.”

DIYARIYEKE WATEDAR

Projeya îsal diyariyê sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatin qetilkirin kirine. Ubeyd Salim bi lêv kir ku ew dixwazin navê her sê jinên şoreşger bidin jiyîn û axaftina xwe wiha domand: “Mixabin hêj erdnîgariyek me heye ku komkujî lê rû didin. 3 şoreşgerên kurd li nîva Ewropayê hatin qetilkirin. Em tu carî vê qebûl nakin. Ji bo girêdana bi wan re, navê wan bidin jiyîn û xwedî li têkoşîna wan derbikevin me ev çalakî diyariyê giyanê wan kir. Deynê wan li ser me heye. Em dixwazin bi vê çalakiyê tekoşîna wan bi civakên din bidin nasîn û nîşanî wan bidin.”

BERNAMEYA DEWLEMEND

Naveroka bernameya Rojên Çanda Kurdî jî gelek dewlemend e. Ji bo nasandina çanda kurdan, ji cilan bigire heya xwarinan dê konên cuda bên vedan. Ji bo starta çalakiyan dê hunermend Erdogan Emîr û Ehmed Tirgil konserekê bidin. Roja duyem jî dê şano û film bên pêşandan û performansa defê bê kirin.

Di roja sêyem de jî dê panela bi navê “Nêrîna li pirsgirêka kurd û aştî” were lidarxistin. Panela ku dê siyasetmedar tevli bibin, dê nêzîkatiyên kurd, tirk û ewropiyan werin destgirtin wekî din jî bi dirêjahiya çalakiyê dê pêşangeha wêneyên hunermend Rotînda Yetkîner vekirî be. Di fînala dawî ya Rojên Çanda Kurdî de jî dê hunermend Rotînda Yetkîner û Zelal Gokçe konserê bidin.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse