Di gera îsal ya festivala Sînemaya Exadîr de şandeke sînemakarên Kurd beşdar dibin û weke rêzgirtineke li Sînema Kurdî dê werin xelat kirin.
Jêderekî ji Hevalbenda Sînemakarên Kurd- Almaniya bo ajansa Peyamnêr ragihand, serokê komîteya Festîvala Soss / Exadîr ya filmên Cîhanî Îbrahîm Henkaş, navbirî Hevalbend agehdar kiiye kû biryar hatiye danîn di rojên festîvalê de, dê rojek bo piştîvanî û xelat kirina şanda sînemakarên Kurd yên beşdarên Festîvalê were terxan kirin, wekî din da diyar kirin kû, bo pirke hevkarî û hevnaskirinê de di navbera Sînema Mexribî û Kurdistanî di pêşerojê de ev çalakî dê pê pêşxistin.
Derbarê welatê beşdarbûyê vê festîvalê heman jêderê weha diyar kir: dê sînemakarên gelek welatên cîhanê ji wan ; Mexribî, Cezairî, Tunisî, Firansî, Beljîkî, Filestînî, Herêma Kurdistan, Sûriye, Lîbiya, Almaniya û hinek welatên din dê beşdarî vê festîvalê bibin. Wekî din ji bilî vê roja taybet, bi şêweyekî fermî wê Kurte filmê Kurdî “Xaka Pehlewanan“ beşdarî hevrikiyê dibe.