Li Eniya Rojava Tiştek Nû Tune ye…

0
13
REKLAM    

“Ev çîrok, ne gilî û gazin ne jî mikur hatin e. Bibe bibe serpêhatî ye, lewre; mirin, ji yên ku pê re rû bir û dimînin re, ne serpêhatî ye; kulmê herbê xwaribe û ji guleyan rizgar bû be jî, ji rûxandina wê rizgar nebûye! Aha ev çîrok, vî nifşê jorê tîne ziman”

Fîlm, bi vê nivîsê dest pê dike û him bi him mirov dikşîne nava çîrokê. Mijar diyar e ; şerê cîhanê yê yekemîn destpê kiriye û ji her deverî dengê teqîna çekan û topan tê. Xirexir û cirecire…Her gel, xwe amade dike ji bo ku here herbê. Her wiha Elmanya jî bi Fransa re ketiye herbê û şer çikas diçe dijwar û xetere dibe. Her kesî ku destî wî çek digire dişînîn herbê. Ango dişînin riya çûyin û nehetinê!

Mirov dikare mijara fîlm wiha diyar bike; nêzîkê bîst ciwanên Elmanî ku di heman demêde tev xwandekar in û dixwînin, bi teşwîqkirina mamostê xwe (an jî bi xapandin û çavsoriya wî! Ji xwe dişibe Hîtler.) di dilê xwe de idealîzmeka mezin çêdikin û biryar didin ku herin şer. Qaşo xelaskirina welatê wan di destê wan da ye! Berpirsyariya herî mezin li ser milê wan e. Lê mixabîn di dawiyêde hêviyên wan tên şikandin û îdealizma wan têk diçe. Ti encam ji çûyina xwe ya herbê dernaxin. Ji xeynî mirin, bêhêvîtî, bêbawerî û têkçûyina xeyalan…

Şerekî ku mirov nizanibe ji bo çi têdikoşe û çima dikûje!?

Bêguman şer, herb û hemû cûreyên wê li dijî xwezaya mirovan e. Di şer de hemû hest ko dibin û dilê mirov dibe weke kevir. An tê di demek nêz de hînê kuştina mirovan bibî an jî tê werî kuştin bi gulekî zengarî! Zagonên şer, hin rêgezan dixwaze. Kesên ku şer dike, pêwîste li gor wan zagonan tevbigere. Bi gotinek din dibê ti zû dev ji hestên însanî berdî. Ji xwe  di herbê de tu rêkî din dernaxin hemberî te. An tê werî kuştin an jî tê bikujî! Ev tiştê hanê çarenîn e. Înca ji bo ku tu neyê kuştin mecbûr dimînî yên hemberî xwe bikujî. Gelek caran mêjû, dil têk dibe. Ji bo wî jî şer kambaxiya herî dijwar e. Peyveka Kurdan heye wiha dibêje; “ Dîtin û gotin nabe weke hev.” Beriya ku mirov here şer ji mirov re tiştek hêsan tê, lê belê wextê ku tu diçî û li cî dibînî ev gav mêjû, dil, hest tev serobino dibin. Ji ber ku gotin neberbiçav e ango tiştek xeyalî ye ji mirov re xweş tê lê, dîtin ji serî heta binî berbiçav e. Ji lewra jî bandora wê tiştek cûda ye, çewa ku avek germ bi ser mirov de were xwarê. Dîtin li ser giyana mirov bandorek bêbavî çêdike ku bi ti zimanî nayê gotin!

Gava min li vî fîlmî temaşe kir gotina R.Tagore her tim mêjûyê min dixwurand. Wiha rêz dikir di helbesta xwe de Tagore;

“Ew edaleta ku li hemberi suçdariya zordaran

 Nikaribû hêza xwe bişixwulîne,

 Min didît ku bi tena serê xwe,

 Di hundirê xwe de, hêdî hêdî digirî; min ciwanên biçûk dît,

 Ku dibeziyan û bi keder serê xwe li keviran dixistin…”

Yekî ku nizanibe wê bibêje Tagore ji bo xwandekarên ciwan van hevokan rêz kiribû. Ciwanên me jî weka gêja dibeziyan, diçûn û dihatin û serên xwe li keviran dixistin…

Xwandekarên ciwan…sehna pêşî bi wan dest pê dike. Li derve dengê piyên leşkeran tê. Em çûyin û hatina wan dibînin di serî de. Du re kamera bi tevgerekê paşde tê û dikeve nav polê. Hemû xwandekar çavên wan zîq bûne li mamostê hemberî xwe temaşe dikin. Mamoste bi gotinên nijadperestî ji xwe ve derbas bûye û dide ber hev xwandekar jî lê guhdarî dikin. Her çikas bêdilbin jî, di dawiyê de mamoste tevekan îkna dike ku herin herbê. Û tev bi hevre derdikevin derva. Xwandekar berî ku derkevin derva hemû pirtûk û lênûskên xwe diqetînin û davêjin ber bi esman ve… Pol, vala dimîne û li her der rûpelên qelaştî diçin û tên.

Dîtberiya vê sehnê bandoreka cûda û bi wate li ser mirovan çêdike. Berovajî vê bêwatebûn û valabûnek jî di giyana mirov de çêdike. Rewşeka ku hestên mirov tevlîhev dibin û mirov nizane çi bibêje, çi bifikire; bêdengî û êşek xwe li mirov digre…

Xwandekarên me, piştî ji polê derdikevin diçin ji bo leşkeriyê xwe bi rêk û pêk dikin. Piştî demekê em dibînin ku xwandekarên me bûne leşker. Leşkerên ciwan û xwandekar. Cil û bergên xwe li xwe kirin e û herwiha çekên xwe ji hilgirtine destên xwe.

Êdî ew leşkerin û têdikoşin!

Lê, zahf derbas nabe şertû mercên şer, tiştên nû hînî wan dike. Postagerê ku berê nas dikirin û di nava wan de av derbas nedibû, li hemberî xwe weke fermandarekî  dibînin. Postagerê hevalên wan jî bûye leşker… Ev tişt pir kêfa xwandekarên me î leşker tîne. Demildest tev bi hevra diçin balê ku pêra biaxivin. Di heman demî di hinek ji wan destê xwe davêjin ser milê wî. Lê mixabin postagerê ku ji tiştekî fam neke û bûye fermandar ji wan re nakene. Wan weke leşkerên ji rêzê dibîne û zahmetîyên ku qet texmîn nakin bi wan dide kişandin. Di vir de jî em dibînin ku şer kesayeta mirov diguherîne. Mirov hişk dibe û yên hemberî xwe diêşîne. Ew kesayeta kevn bi bandora şer diguhere. Têkiliyên berê jî dikevin merhelekî nû. Ev helwesta posteger vê rastiyê nîşanî xwandekaran û di heman demê de nîşanê me jî dide..

Her ku diçe şer dijwartir dibe. Hejmara wan jî çikas diçe kêm dibe. Hevalên wan yeko yeko tên kuştin. Bi vê kuştinê re ew jî tên kuştin! Dilê wan diêşe, ditirsin û nizanin çibikin? Cara yekem ku hevalekî wan tê kuştin diçin cendekê wî tînin. Pir xemgîn dibin û digirîn. Lê çawîşê wan Kat, wiha dibêje “Ti girîngiya wî tune, êdî ew cendeke!” Rastî wan biêşîne jî ew vê rastiyê dipejirînin. “Ger tu mirî, çûyî ji kîsê dê û bavê xwe!” Wata peyva Kat ev bixwe ye.

Bîrçibûn dest pê dike, nan nabînin ku bixwun. Heta fîlm diqede jî têr nan naxwun û her tim têdikoşin. Tenê carekê têr xwarin dixwun. Piştî ku xwarina xwe dixwun li bin darekê bêhna xwe derdixin. Şerên ku têdane dinirxînin û dixin lêpirsînê. Her kesek fikr û ramanên xwe tîne ziman. Yek wiha dibêje, “ împaratorên mezin ji bo navê xwe li dinê belav bikin pêwistî bi şer dibînin.” Yekî din, “Armanca şer ewe ku bi firotina amûrên şer, cêbikên fabrîkatoran werin dagirtin.”  Sahnekî pir komîk lê bi wate ye. Dîsa gotina Kat hemûyan dikenîne û dawiyê li sohbeta wan tîne. Wiha dirêj dike Kat; “ Gava ku şerekî mezin nêz bibe, gere mirov dora qadeka mezin bigire. Wextê ku roja mezin hat, hemû qral, wezîr û generalê wan top bike û bi tena kîlot wan berde qadê û wan bi hev re bixe şer. Welatê baş kîjan be bila ew kar bike…” gotina Kat hemûyan tatmîn dike çewa ku me temaşevanan jî tatmîn dike. A rastî jî mafê wan mirovên kirêt ev e. Em dikarin bibêjin ku gotina Kat di cî da ye.

Dîsa sahnekî heye ku li ser mirov pir bandor dihêle û rewşa şer, dijwariya şer radixe ber çavan. Di vê sahnê de serlîstikvan Paul Baumer ( Lew Ayres) di şer da dikeve çalekê û têda dîmîne nikare derkeve. Pir wext derbas nabe leşkerek wî di çalê de dibîne. Rû bi rû dimînin,  “dijminê” wî ye ev leşker. Paul wî dikuje lê pir dikeve bin tesîra wî. Zahf poşman dibe lê edî veger tune ye. Paul, di çalê de bi leşkerê kuştî re diaxive. Wiha dibêje; “ Xwedê! Çima ev bi me kirin!? Ez û tu tenê me xwast em bijîn.” Lê na me li jor jî got di zagonên şer de jîyan tune ye kuştin he ye. Ev sahne bi awakî vekirî vê ji mera dibêje.

Şer hinek disekine. Paul ji bo îznê vedigere malê. Vegera Paul rewşa ku welat têda ye vedibêje ji me re. Panoromaya piştî şer pêşkeşî me tê kirin bi vegera Paul. Pêşî diçe malê, ba diya xwe, wê dibîne û hembêz dike. Diya wî ji kesera wî nexweş ketiye. Du re jî bi bavê xwe re diçe ba hevalên bavê xwe. Hevalên bavê wî Rewşenbîr û şoreşgerên ser masê ne! Qoşo rewşa şer û welat dinirxinin. Lê axavtinên wan ji rastiya şer zahf dûr in. Ji devê wan yê kefdayî peyvên, “ Êrîşê parîs bikin hicûûûm!” dirijin. Mirov nizane golo niqaş dikin an li hev dixin? Lê em fam dikin ku haya wan ji bayê felekê tuneye û axavtinên pûç û vala dikin. Paul jî qet xeber nade, bi awakî watedar ango hêrs li wan dirêne. Diyare ku ev rewş wî ji kûrahiya dilê wî birîndar kiriye. Lewra, sedema şer tev ev mirovên ku bêkêr in! Ji ber ku dijwariya şer nedîtine û qet tênekoşa ne, gotin ji wan re xweş tê û ji dûr de bi awakî hêsan gotinan li dû hev rêz dikin…

Paul, ji ba bavê xwe diqete û diçe dibistana xwe. Dinêre ku dîsa heman mamoste (momostê ku wan xapandibû û bû bu sedema çûyina wan î şer.) di polê de ji xwandekaran re ( ku temenê wan tev di bin 15 salî da ne) metelokan dibêje. Ew metelokên ku  ji Paul û hevalên wî re gotibû ji ciwanên nû re dibêje! Fikr û ramanên xwe yên qirêj bi wan dide pejirandin. Gava ku Paul li xwandekaran dirêne çavên wî tijî dibin, dike ku bigrî. Mamoste zor didêyê ku wî bide axaftin û di derbarê şer de tiştên erênî pê bide gotin. Çi heyf! Paul tiştê di dilê wî de derbas dibe bi xwandekaran re parve dike. Paul wiha dibêje, “ Tiştekî we nedîtibe çewa ji we re bibêjim? Gotina  herin û bimrin ji pêkanînê hêsantir e! Em li sîperan dijîn û têdikoşin. Hewl didin ku em xwe nedin kuştin, tenê em vî karî dikin.”

Ev gotin analîzek rast û di cî da ye, lê gotina Paul li ber çavên ciwanên ango xwandekarên nû pênç pere nake û ji Paul re dibêjin tu newêrek û derewkarî. Wî bi tirsonekiyê tawanbar dikin. Di dawiyê de mamostê me dîsa gîştiye mabesta xwe. Ciwanên ku temenê wan biçûk in xapandiye. Nifşên nû jî qirêj kiriye bi ramanên xwe. Gotina, “herin û bimrin” bi wan da ye pejirandin. Paul heqîqetekê tîne ziman lê qelemşorên pergala şer, beriya wî dest propagandaya şer kirine.

Paul beriya ku dîsa here herbê diçe malê. Şeva dawî ye êdî. Beriya ku razê diya wî tê cem wî. Ji hev xatir dixwazin. Diya Paul jê xatir dixwaze û diçe. Li dû çûyina diya xwe kulmê xwe dijdîne û van gotinan dibêje, “ Hê jî tu min wek zarokekî dihesibînî, lê ji bo çi ez nikarim serê xwe têxim paxila te û bigirîm?” Ev sahne jî nîşanî me dide ku şer zarokatiya di dilê mirov de dikuje. Ma zaroktiya di dilê mirov de bimire çi wata jiyanê dimîne?

Disa Paul berê xwe dide şer..lê dirêne ku ji hevalên wî yên kevn kesek nema ye. Tev hatine kuştin. Di şûna wan de ciwanên nû ketine rêzê. Paul wextê ku li qada şer digere rastî çawîşê xwe Kat dibe. Pir bi kêf dibe. Em fêhm dikin ku tenê Kat, filitiye ji nav hevalên wî.  Kat jê dixwaze ku qala îzna xwe bike. Di navbera wan de ev xeberdan derbas dibin;

_ Ka bibêje Paul mal çewa bû, îzna te çewa derbas bû?

_ Ciwan ji min re gotin “tirsonek” û yên extiyar jî ” Hicûmê Parîs’ê bikin, hicûmmm!”

Paul bi çavên xwe dîtibû û bûbû şahid ku tiştek neguheriye, heman hişmendî di meriyetê de ye û hestên şer tên nepixandin. Ciwanên temenê wan biçûk bi hestên şer hatibûn tijekirin û ji bo şerekî nû dihatin amadekirin. Paul herçend xwastibe rastiya ji wan re bibêje jî, kes nexwastibû lê guhdar bike û rastiyan bipejirîne…Ew li mal, li rastiya şer dirênitîn û wisa dinirxandin û şîrove dikirin. Lê tiştek ne weke wan bû…Çewa me li jor jî hanî ziman, “Dîtin û gotin nedibû weke hev.” Ew bi xwe nedîtibûn, lê Paul, baş dîtibû ku çikas dijwar û kambaxe şer…

Piştî xeberdana di navbera wan de, herdu jî radibin ku herin. Lê li ser wan balafir digerin û wan didin ber guleyan. Kat, li ser milê  Paul birîndar dibe û paşê jî dimre. Paul, perîşan dibe êdî, nizane çibike. Paul wî dibe wargeha leşkerî. Leşkerên berbirsyar li ser mirina Kat cizdanê pere didin Paul ji bo bide malbata wî. Mirina Kat beramberî cizdanek pere ye! Xelata wî ew cizdan e! Ew jî ne diyar e wê bidin an na? Ji ber mirina Kat derûniya Paul tevlîhev dibe nizane wê çibike êdî, radibe diçe…

Di sehna dawî da Paul di kozikekê de tê xuyan. Zêde westiyayî dixweye. Lê hinek tê ser hişê xwe û çav bi perperîkekê dikeve. Çewa ku ne li şer be tevdigere û ber bi perperîkê ve diçe. Ketiya nav xeyalên kûr û li ser lêvên wî ken dipirpitin.  Destê xwe dirêjî perperîkê dike, lê beriya xwe bigîhîne perperîkê gulekî lê dikeve û tê kuştin. Kenên wî tên gulebaran kirin! Jiyana wî tê dawî kirin!

Şer ewqas dijware ku mirov nikare ji perperîkekê jî hezbike. Destûr tune ye…Ger di şer de hezkirinek hebe ew jî kuştin û mirin e. Wekî din ne pêkan e. Belê, mirin; ew tiştê ku di navberek kin de, asê ye û bê wext tê xwe li bedena mirov dipêçe. Mirin xwe li bedena Paul û hevalên wî dipêçe û wan difetisîne di temenê biçûk de. Weke hezar kesên ku di şer de, ji hembêza diya xwe dûr ma ne û hatine kuştin ango koç kirine û çûne…

Fîlm, li ser rastiya şer gelek tiştan dibêje û peyamên balkeş pêşkeşî me dike. Ji ber mirov dijwariya şer baş fêhm bike pêwîste mirov li vî fîlmê temaşe bike û weke Paul, biêşe û bibîne ku hîn jî hinek tişt nehatine guhertin û hêjî şer diqewimin!

Dîmenên di vî fîlmê de li gorî dema xwe (di ser kişiandina fîlm de 80 sal derbas bûye) herî serkeftîne. Gelek caran kamera di nav tevgerekêda ye û nêrînên balkêş diafirîne. Ev helwesta Derhêner fîlm bi me dide temaşekirin. Lê ne temaşekirineka peltek, temaşekirineka çalak….

Derhêneriya fîlm jî Lewis Mîlestone dike. Milestone, li gorî wê demê filmekî hêja derxistiye holê. Bi zimaneki zelal, herikbar û estetîk mijarê hûnandiye. Dîtberiya fîlm li gorî mijarê hatiye tercîhkirin û gava mirov temaşe dike qet aciz nabe. Bi taybetî li ser hêlên însanî sekiniye û neketiye propaganda şer. Eger propagandakî hebe ew ji ya aştî û mirovahiyê ye. Xeynî wî lîstikvan Lew Ayers jî rengê xwe daye ser fîlm. Fîlm di sala 1929-1930’an de hatiye kişandin. Di heman salê de di çar beşan de namzetê Xelatên Osqarê (Akademi’oscar’ Ödülleri) hatiye nîşandan. Xelata  “Dîmena herî baş” û “Fîlma herî baş”  wergirtiye. Lê ji ber ev fîlm le hemberî şer bû ye, piştî hatiye kişandin û xelat wergirtiye jî, li gelek welatî nîşandina fîlm hatiye qedexekirin.

Çewa ku tê zanîn ev fîlm, ji ber pirtûka Erîch Marîa Remarque ya bi navê , “ Li Eniya Rojava Tiştek Nû Tune Ye” ku li diji şer (herb) hatibû nivisandin hatiye adeptekirin. Di wextê xwe da ev pirtûk zahf deng dabû. Her çikas di serî de wext derbas buye jî, hêj eleqeyek mezin dibîne û tê xwandin. Lewra şer hêjî didomin û mirov tên kuştinê. Mirav dikare bibêje ev fîlm, naveroka pirtûkê baş ravekiriye û mafê pirtûkê daye.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse