Li Êlihê roj roja şanoyê ye

0
30
REKLAM    

Di çarçoveya çalakiyên Roja Şanoyê ya Cîhanê de li Êlihê ev 4 sal in ku bi navê Rojên Şanoyê ya Êlihê mîhrîcana şanoyê pêk tê. Mîhrîcana ku dê heta 31’ê adarê berdewam bike bi resepsiyonek li Salona Sînemayê ya Yilmaz Guney dest pê kir. Di resepsiyonê de parlamentera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, rêveber û endamên BDP’ê, hunermend û bi dehan kes amade bûn.

Di marasîma vekirinê de jiyan û têkoşêriya şehîdê çandê şanoger Erdogan kahraman ê bi nasnav Yekta Herekol ku di 27’ê adara 2004’an de li Heleba Sûriyeyê ji bo ku komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêşxistin şermezar bike bedana xwe dabû ber agir, hat vegotin. Piştre ji bo bîranîna şanogerên di riya demokrasî û azadiyê de şehîd ketine sînevîzyoneke hat pêşandan.

ROL Û RISTA HUNERÊ

Piştî pêşandan sînevîzyonê parlamentera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata axivî û diyar kir ku ji bo pêşketina hişmendiya neteweyî rola şanoyê gelek girîng e û axaftina xwe wiha domand: “Îro roj dem hatiye ku em xwe bi şano û helbestên xwe vebêjin. Tiştê ku hunermend dikarin bikin, siyasetmedar nikarin bikin. Di vê serdema nû de rol û mîsyona hunermendan zêdetir e û divê ku ew jî li gorî vê hişmendiyê rol û rista xwe pêk bînin.”

Ata di axaftina xwe de 15 gerîlayên HPG’ê ku di 24’ê adarê de di encama operasyoneke leşkerî de şehîd ketin bi bîr anî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ew komkujî û piştre li Parîsê qetilkirina 3 siyasetmedarên jin ên kurd ji ber bêtehemuliya karektera têkoşîna me ya zayendî ye.” Wekîlê şaredarê Êlihê Serhat Temel axivî û bal kişand ser ku îsal cara 4’emîn e mîhrîcana şanoyê pêk tînin û axaftina xwe wiha domand: “Wekî salên borî em îsal jî bi coş û peroşeke mezin vê mîhrîcanê li dar dixin. Hêviya min ew e ku ew ê mîhrîcana me îsal jî serkeftî be. Divê em ji bîr nekin ku ev serdema nû berpirsiyariya li ser milê me girantir kiriye. Ji îro û pê de em ê giranî bidin ser xebatên çandî û hunerî.”

KOMA JI SILÊMANIYÊ

Piştî axaftinan koma şanoyê ku ji bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federal a Kurdistanê hatibû lîstika xwe ya bi navê “Li ber dergehê derve” pêşkêşî şanohezan kirin. Lîstika ku ji berhema nivîskarê alman Wolfgang Borschrt hatibû amadekirin behsa wêranî û trajediyên ku 2’yemîn Şerê Cîhanê li dû xwe hiştine dike. Lîstik bi derhêneriya  Şefîq Muhammed derket ser dikê. Piştî lîstika ku bi eleqeyeke mezin hat temaşekirin rêvebera BDP’a Êlihê Necla Akurt qurnefîl da lîstikvanan. Mîhrîcan 31’ê adarê dê bi dawî bibe. ÊLIH

Di roja şanoyê de ‘Xulamê Du Xwedî’

Di Çarçoveya  Roja Şanoyê ya Cîhanê de Şanogerên Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ji bo xwendekaran lîstika bi navê ‘Xulamê Du Xwedî’ derxist ser dikê. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, şanogerên ku kostûmên xwe li xwe kiribûn û ji bo zarokan xwe bo lîstika Xulamê Du Xwedî amade kir, silav kirin û yek bi yek gul dan wan û ev roj li wan pîroz kir. Piştre şaredar  Baydemîr, bi şanoger, Derhênerê Şanoyê Ruknettin Gun û Serokê Daîreya Çand û Turîzmê Muharrem Cebe re li ser dikê wêneyeke bibîrhatinê kişand.

Baydemîr, li vir got: “Jiyan wekî şanoyê ye” û wiha axivî, “We bi lîstik û hunera xwe navê Şaredariyê Bajarê Mezin li Tirkiye û cîhanê bilind kir, ji ber vê ez spasiya xwe pêşkêşî we dikim.”

 Şanogerên DBTŞ’ê, ji bo Roja Şanoya Cîhanê ‘Xulamê Du Xwedî’ pêşkêş kir. Ev lîstik ji aliyê nivîskarê Îtalî Carlo Goldonî ve hatiye nivîsandin. Goldonî yê ku di sedsala 18’an de jiyaye, bi vê şanoya xwe rexne li têkiliyên bi pere û pûlî tên firotin dike. AMED

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse