REKLAM    

“Belê me baş dizanibû

          Lê belê wan nizanibû ku

                 Şûrê me yê azadiyê

                      Her ku diçe bi êşan tûjtir dibe.”

                                                – Rênas Jiyan –

Ew ê tu car jî nizanibin ez bawerim! Ew ê tu car jî fêhm nekin, ew ê tu car jî tênegihîjin ez bawerim û ew ê tu car jî, ji wê tirsa nezanînbûna xwe rizgar nebin! Ew tirs, wê her tim wan nîvrihî bike di tarîtiyên wek dojehê de. Belê, me baş dizanibû ciyê şûrê me lê bilind dibe, lê belê wan nizanbû bi hêza biriqîna şûrê me yê bi êşan disincirî û her ku diçû tûj dibû..!

 Êş û elem me ji nû ve vejand, em her roj bi êşan, hinek din çê bûn û zexim bûn. Di zimanê me de êş bûyînek bû. Bûyîneke ku kokê wê di qirqirin û şerran de fireh dibû. Bûyîneka ku di dojeha “ê din” de xurt dibû û şax vedida. Ew çikirin jî me tûne nekir in!

Tunebûn-î mir!

Ew tunebûna ku tu car ji devê deriyê me neçû û li benda sistbûn û qelsbûna me bû, ji destpêka dîrokê û heta vêga! Lê ew wext derbas bû, tunebûn koç kir ji vê axa qedîm. Kurdan tunebûnê fetisand bi lîlandinên xencerî û peyva “tunebûn”ê ji ferhenga xwe derxist, îro qeyd û sînoran ji holê radike gelê Kurd û pêl serê dîroka kirêt û derew dike!

sinor rojava

Îro, li Kobanî û li hemû wargehên Rojava pelên dîrokeke nû tê tijekirin. Bi hibreke xwînî û bi rûpelên laş-î! Romanek ku ji kanî û rûbarê axa xwe avê vexwariye û hevokên xwe bi vê avê şîn kiriye tê nivisandin. Bila ev yek baş bê zanîn;

Kobanî, pêşgotineke dîrokî ye; di romana rajava de!

Lê  sed heyf û mixabîn, cihan dîsa xwe kerr dike ji mêrxwasî û berxwedana Kurdan re! Bedewiya berxwedana Kurdan tê piştgo kirin û ji bo nebînin mîl dikşînin çavên xwe. Di gel vê yekê dîsa Kurd li nirxên mirovahiyê xwedî derdikevin û rûyê hêzên serdest dixin nav gavê wan!

Û bi hêz û baweriya xwe carek din vê rastiyê dipeyitînîn;

“Kobanî nakeve û wê tu car jî nekeve”

………

Ez bawerim gelek kes pirtûka “Li Ber Moskova” ya Alexandrovic Bek xwendiye. Di vê pirtûkê de qala destana lehengên Rûsî dike, bê çewa li ber Moskova, li hember êrîşên Naziyan ber xwe da ne û têkoşiyane. Em vê berxwedana bêhempa ji devê fermandar Momîş-Ûlî dibihîzin. Momîş-Ûlî bîranên xwe yên şer bi zimanekî rast û sihêm bi me re parve dike. Rastiyê, tirsê, wêrekbûnê, derûniyê, şert û merc û atmosfera şer bi kitekit û bi baldarî ji me re vedibêje. Her wiha hevaltî, rêhevaltî, parvekirn û rihê bihevrebûnê jî bi me dide hîskirin.

Li ber Moskova, bendekê ava dikin û nahêlin Hîtler û leşkerên wî yê çavsor xwe bigihînin Moskova. Hemû leşker dibêjin, “Şeref ji mirinê pîroztir e” û singê xwe bê eman didin ber guleyan. Ji bo welatek azad û serbixwe. Ji bo jiyanek bi rûmet û serfiraz. Ji bo nebin bindest, dikevin nav şerrekî dijwar. Ji şer narevin û bi serhildêriyeke mînak dijmin paşve vedigerînin.

moskovam

Ji hinga ku li Rojava ev berxwedan derketiye nizanim çima lê her tim ev pirtûk tê bîra min. Ji ber ku zahf dişibin hev. Her çikas wext û şêwaz ne weke hevbin jî, hin hêlên hevpar hene. Lewma min xwast vê pirtûkê carek din bibîr bînim û bi vê hincetê silavek bidim Momîş-Ûlî’yên vê serdemê. Her wiha Xebat, Genco û Zagros’ên ku li Rojava, bedena xwe kirin sîper jî bibîr bînim û navê wan qîr bikim di kerrikên guhê cîhana kerr de!

genco ypg

Îro li ber KOBANÎ jî lehengên Kurd dibêjin, “Mirin pîroz e ji bindestiya welatê min” û zend û bendê dijminê xwînxwar li hev badide û wan têk dibe. Belê raste Kobanî dişibe stalîngrad’a Rûs’an, lê berî her tiştî KOBANÎ ko-ba-ni-ya Kurdîstan e. Bi rih, giyan û şoreşa xwe dişibe Kurdîstanê ew, tenê Kurdîstanê!

Hîtler û Nazî çibin, Daîş jî ew e! Hemû endamên Daîş’ê kerixîne û bi hovîtiyeke weke Nazî çi dikeve ber wan talan dikin û dikujin. Tenê ne mirovan, her wiha dil dikin ku çand û zimanekî jî ji holê rakin, netewekî qir bikin! Dixwazin bi destên xwe yên qirêj şaristaniyekê biherimînin. Têr nabin ji tahma xwînê. Bêhn girtine carekê, êdî nasekinin û weke gurên har êrîş dikin.

Ew in nevîçîçirkên Ehrîmen, dojeh dibare ji devê wan dojeh!

………

Bêguman ji Habîl û Kabîl heta îro, di navbera mirovan an jî gelan de şer û pêvçûn neqediyane. Di rojeve mirovahiyê de her tim “şer” ciyekî taybet girtiye û mijara sereke “şer” bûye. Dîroka mirovahiyê bi şer û kuştinê xemiliye û dîrok wisa mezin bûye. Her çikas îro dîrok westiyabe û ji xwînê têr bû be jî, mixabîn hin ne-mirov dixwazin ji nû ve xwînê birijînin û dîroka extiyar di gola xwînê de bifetisînin; dîrokê di dawiya emrê wê de çav vekirî  bixin bin mezel!

stalingrad rojava

Heyf! Li gel ewqas “şer” dîsa jî mirovahî berxwe nakeve û poz naşewite!

J.J.Rousseau beredayî wisa negotibû, “Gava ku mirov carekê tahmijîn goştê însanan, wek dînan hemû xwarinên heyî bi şûnde vegerandin û wek gurên har wan xwest ku ew bi tenê mirovan dabeliînin.” A ku mirov diêşîne, dîrokê jî ev kesên ku “tenê mirovan dadibeliînin” nivisandiye! Îro dîsa hinek mirovên ker û kor dixwazin goştê însanan bi tahmijin. Weke qralên ku xwe dixistin ciyê xwedê, bi serên jêkirî yên însanan çiyayên bilind çê bikin.

Ji xwe şer û pêvçûnên heta îro qewimîne di nav kesên “goşt-xwur” û “ne-goşt-xwur” de derbas bûye. Kesên bi rûmet li hemberî hovîtiya “dabeliandina goştê mirovan” derketine û xwestine vê hovîtiyê bi dawî bikin.

Bi kurtasî zordar her tim gotiye, “Ez gul nadim, ez ê zend û benda badim” Berovajî vê bindest jî wiha gotiye, “Ez gul nadim malê dinê, ez li ser gulê têm kuştinê” Ev rêzikên Seyda ji bo em dîrokê bêtir fêhm bikin metafor û nîşaneyeke pir mezin û bi wate ye. Di heman demê de ev metafor dîroka berxwedana kesên bindest jî, ji me re baş rave dike û dide peyitandin. Rastî ev bû ye; bindest tu car nexwastine ji bêhna gulê mehrum bimînin. Xwestine mafê xwe yê bêhnkirina gulê bikar bînîn û ji bo wî li ber xwe da ne. Ji destpêka dîrokê heta îro dev ji vê daxaza xwe bernedane û wisa dixweye ku wê tu car dev jê bernedin. Ji bo gulê (azadî-rûmet-namûs-xîret-wekhevî) gotine, “Qelenê te bi xwîna min î” û wisa ketine dû azadî û serxwebûna xwe.

Di dîrokê de gelek leheng bi sekn û xwîna xwe “Qelen”ê gulê da ne, didin. Lê îro, Rojava bêtir “Qelen” ekî giranbuha dide ji bo bêhna gulê; lewra dixwazin gulê biçilmisînin, biperçiqînin û bikujin!

Belê, lehengên Kurdîstanî îro bi xwîna xwe av didin gulê, bi hêvî û baweriyeke mezin dixwazin gul geş bimîne da ku rûyê mirovahiyê neçilmise û xemgînî xwe bernede nav vîna me.

…………

Em di ser van gurên har ku dixwazin “mirovan dabeliînin” carek din werin Sovyetê û ev car li fîlmê Elem Klîmov yê bi navê “Were û Bîbîne” birênin. Were û Bibîne di sala 1985’an de hatiye kişandin. Klîmov bi zimanekî antî-faşîst fîlmekî bêhempa derxistiye holê. Dîmenên hovîtî û xedariya gurên Nazî, axîn bi kezeba mirov dixe û mirov carek din naletê li wehşeta wan tîne. Baş nîşan dide ku fâşîzm çewa mirovatiya mirov ji destê mirov derdixe û mirov bê bîr, dîrok, ziman, ax, çand û malbat dihêle. Faşîzmê wek ba û ecacokekê disêwirîne, ku hemû nirxên mirovahiyê bi xwe re difirîne dibe. Faşîzm her tim tunebûneke ji binî difîkîne!

come-see-poster

Bîrînên ku faşîzm di derûnî û giyana mirov de çêdike bi dîmenên hezîn nîşan dide û mirov dixe nav xamgîniyeke dijwar. Xemgîniyeke ku dilê mirov dişewitîne û mirov di bin bandora xwe de dihêle…Klîmov wek hinek derhêner û fîlmên din xwe nabe û nayne. Mijarê tevlîhev û berovajî nake. Klîmov, nav û rengê faşîzmê rasterast bi me dide naskirin û dibêje, “Faşîzm ev e!”  Dest dirêjî namûsa mirov dike faşîzm û ji bo mirov biçûk bixîne tu gû namîne ku naxwe! Şerm, wijdan û rihim di faşîzmê de tune ye. Faşîzm ji namûsê jî hatiye xesandin! BÊ-NA-MÛS-E!

Klîmov bi rasteqîniyek sovyetî, fîlmê xwe kêlî bi kêlî bi me dide temaşe kirin. Dibêje werin û bibînin rûyê faşîzmê. Rûyên kurmî, xav û tarî; rûyên ku bi rûpûşên gurên har veşartiye.

come and see poster 4D-01

Klîmov, van tiştan tev bi çavê zarokekî partîzan ji me re dibêje û nîşan dide. Her tişt li dora vî zarokê partîzan dizîvire û em jî bi Florîa re dikevin rêyeke dijwar. Florîa di temenekî biçûk de dev ji malbata xwe berdide û tevlî artêşê dibe. Dixwaze li hember faşîstan têbikoşe. Li di temenekî biçûk de çavdêriya gelek bûyerên dijwar dike û hêj di wî temenê xwe yê biçûk de pîr dibe ango extiyar dibe. Weke her zarokê êşkişandî zû mezin dibe! Şert û mercên şer wî di ciwaniya wî de extiyar xistiye û rûyê wî tev qermiçiye. Ev rewşa Florîa me jî pir diêşîne û em jî bi Florîa re pîr dibin.

Her êşek û qermiçandinek. Her bûyerek, hinek din zû mezin bûn!

Fikra Klîmov a ku şer bi çavê zarokekî vedibêje pir li xweşa min çû. Zarokekî hêj di ciwaniya xwe de ku rûyê wî di qermiçe. Di navbera her qermiçandinekê ve nirxên binpêkirî û kuştî  veşartiye. Her qermiçandinek bûyerek dilsoj xwedî dike di hundirê xwe de. Derûniya zarokan awêneya rastî û heqîqetê ye. Şert û mercên jiyana zarokan encama şer baş radixe ber çavan, çi erênî û çi neyênî. Lewma ji bo mirov rewşa şer baş fêhm bike pêwîste mirov berê xwe bide jiyana wan. Li rûyê wan, li dest û piyên wan ya herî girîng jî li dilê wan birêne, li dilê wan!

Klîmov jî, li dilê Florîa dirêne. Lê ,dilê me jî diperitîne û kezeba mirov tîne xwarê!

Her sekansa fîlm hêjayî şîrovekirinê ye bi rastî. Lê min dirêj kir naxwazim hinek din jî dirêj bikim. Sehneya keçika hevala wî ya ku dibîne mirovên kuştî tev li ser hev şilfîtazî kom kirine. Sehneya ku Florîa û keçika hevala wî di ritamê de derbas dibin. Sehneya ku bi serê xwe digre û diranê xwe dijdîne. Sehneya ku bi çeka xwe gule berdide wêneyê Hîtler. Û hemû sehneyên ku Florîa li kamerayê (li me) dirêne serkeftî ne. Kitekitek din bikaranîna muzîkê bi awakî cerbe û bi bandor e. Şêwaza bikaranîna muzîkê li ser atmosfera fîlm bandorek xurt çê dike û film xwe bi me bêtir dide hizirandin. Heta niha fîlmê herî zêde li min bandor kiriye (di nav fîlmên ku qala şêrê sovyet û naziyan dike) ev fîlm e.

99087

Bi kurtasî;

Herin û Bibînin (rewşa mirovên sovyetê)

Werin û Bibînin (rewşa kobanî û rojava)

Hovîtiya îro li Rojava tê meşandin carek din berê min da vî fîlmî. Lewra şewitandina gundan, di serî de mirov, qirqirina hemû cûreyên zindî; koçberî, penaberî, birçîbûn, tîbûn, tazîbûn, xwîn, êş, elem, derd, kul, girîn, qêrîn û hewar …ev tiştên min rêz kir, tevek bi zêdeyî li Rojava heye. Di fîlmê Were û Bibîne de jî heman tişt hene. Zêde dişibin hev.

Min carek din li fîlm temaşe kir û min rûyê Nazî û Daîş’e hanî berhev. Yek ji yê din xerabtir e bi rastî. Min carek din dît ku Nazî nemiriye, giyana wan ketiye hin bedenên “goşt-xwur û xwîn-mij” ên din. Nazî ji mezel derketiye û bi navê Daîş’ê carek din dest bi qirkirinan kiriye.

Çi bibêjim? Wisa dixweye ku dîrok dîsa xwe dubare dike. Ji min re jî zor tê lê mixabîn wisa ye! Ev yek rastiyek e. Lê ev car hêvî û baweriyek bi me re heye, ew jî ev e; ji bo qirqirin, kuştin û talan carek din xwe dubare nekin mirovên pîroz canê xwe feda dikin û dixwazin dîrokê ji van rûreşiyan heta heta azad û rizgar bikin.

14545231943 82a8c0430b o

Tenê ev hêvî jiyana me bi wate dike û hêz dide me.

Çewa ew kalê Êzdî jî gotibû, “Ew ê nikaribin tavikê bikûjin!” Ji bo ROJ neçe ava îro li Kurdîstanê, lehengên nemir ji nû ve ROJ’ê ava dikin. Heta ROJ hebe em ê jî hebin, bila ev yek jî baş bê zanîn!

Bi hêviya ku pirtûkek weke “Li Ber Moskova” û fîlmekî weke “Were û Bibîne” bibe qismetê gelê Kurd. Bedewiya berxwedana Kobanî, Efrîn û Cizîrê ji bo berhemên bi vî rengî têr û tije ye. Ji bo berhemên şareza pêwîste hunermend bikevin dû şopên rastiyê. Pîvanên hunera şoreşger carek din bi me bidin fikirandin. Nîqaşên berfireh bên lidarxistin û li Kurdîstanê pîvanên nû bên diyarkirin. Ji bo her cureyê hunerê pêlên nû werin afirandin. Ji rastiya vê şoreşê rastî û nîqaşên nû derxin û  pêş bixin.

Ji bo mirov vê yekê baş bibîne pênûsên tûjkirî, dengên ji kezebê, firçeyên bêar, peyvên wêrek, dansên pîroz û kamerayên wek çekan pêwîst in. Hunermendên bi ser xwe re, Rewşenbîr û Ronakbîrên bê tirs pêwîst in. Ji vê rastiyê (şoreş) fêhmkirin û ji vê rastiyê hin rastiyên din derxistin ne karê her camêrî ye! Dilekî delodîn û mûjûyekî nû divê. Ê ku bi xwe bawere gere rojek berî rojekê xwe berde vê zeviyê; ku ji hilberînên nû re dûcanî ye û li ber welidandinê ye.

Çi dibe bila bibe lazime em binivisînin, bibêjin, bisitrin, xêz bikin û bikşînin. Herî zêde jî bikşînin…Vî wextê pîroz bi kamera-çek’ê tomar bikin. Dîmen û wêneyê şoreşê bikşînin, ken û awiran bixin qadraja xwe û baweriya pêşerojê, bi sekansa herî dirêj ya dîroka sînemayê bikşînin û nîşanê cîhanê bidin.

14536846796 567647bce0 o

Em tev bi hevre berê xwe bidin Kobanî herin û bibînin. Kobanî çavkaniya huner û berhemên nû ye ji bo me. Temsîlyeta rûmeta mirovahiyê ye Kobanî. Parastina nirxên civakê ye Kobanî. Em herin Kobanî û li ber Kobanî bibin şahidê nivisandina dîrokek nipînû.

Wêneyê berxwedan û azadiyê bikşînin.

Hunermend ewe ku wextê xwe baş fêhm bike û şahidiyê ji qewimînên wextê ku tê de dijî re bike. Pêwîste hemû hunermend hin tiştan ji nû ve bifikirin. Kobanî ji bo fikirînê li benda me ye.

Ha, eger hun bibêjin ev şoreş bi tena serê xwe pirtûk û fîlm bi xwe ye, wê gavê ez nikarim di ser vê gotinê de tiştek bibêjim.

“Xwedê jî xwe veşart,

şerm kir

û rûyê wî negirt

carek jî birêne li evdê xwe;

û

ew giriya, lê tenê giriya!”

 

 

 

 

 

 

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse