Li Batmanê ‘Rojên Fîlmên Wendahiyan’ li dar dikeve

0
23
REKLAM    

Li dinyayê rojên di navbera 17-31’ê gulanê wekî Rojên Windayan têne bibîranîn. Di van rojan de li gelek welatan çalakî têne li dar xistin. Li nav kurdan jî di van rojan de çalakî têne li dar xistin û winda têne bibîranîn. Yek ji van çalakiyan jî “Rojên Fîlmên Wendahiyan” a Batmanê ye. Bi hevkariya Şaredariya Batmanê, ÎHD’ya Batmanê, Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn û Mezopotamya Sînema di navbera rojên 19-22’yê vê mehê de fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlmên li ser windayan têne nîşandayîn.

Çalakiya îsal “ji bo bîranîna kesên ku di jêrzemînên Cizîrê de hatin wendakirin” hatiye diyarkirin.

Çalakî bi panelek li dar dikeve dest pê dike. Hevşaredarê Batmanê Sabri Ozdemîr dê axaftina destpêkê bike. Di bin moderatoriya Veysi Altay de Gulistan Akel (Hevsaredara Batmanê), parêzer Eren Keskin, Sultan Azboy (Ji Însiyatîfa Dayikên Aşîtiyê), parêzer Muharrem Erbey dê biaxivin. Ev panel dê roja 19’ê mehê saet 17’an de li Salona Yilmaz Guney li dar bikeve.

Di çarçoveya çalakiyan de pêşangeha wêneyan jî heye. Pêşangeha ku 55 wênekêş bi berhemên xwe beşdar dibin bi sernavê “ji hundir ber bi derve, ji derve ber bi hundir” ve li dar dikeve. Pêşangeh 19’ê mehê saet 16’an de dest pê dike û heta 22’yê mehê dê li kêleka Salona Yilmaz Guney li dar be.

Fîlm hemû li Salona Yilmaz Guney têne pêşkêş kirin

 

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse