Li Ameda rengîn dem dema şanoyê ye

0
30
REKLAM    

2’yemîn Mîhrîcana Şanoya Amedê tê lidarxistin. Mîhrîcan îro dê bi lîstika “Jina Wê Malê” ku Karîn Baystrand derhêneriya wê dike û Dario Fo nivîsiye dest pê bike
Şano Amed
Bi malovaniya Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û piştgiriya Konservatuara Bajar a Aram Tîgran, Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle Firatê, Navenda Çandê ya Cegerxwîn û Organîszyona Heftreng a Hunerê 2’yemîn Mîhrîcana Şanoya Amedê tê lidarxistin. Mîhrîcan îro dê bi lîstika “Jina Wê Malê” ku Karîn Baystrand derhêneriya wê dike û Dario Fo nivîsiye dest pê bike.

18 KOM TEVLI DIBIN

Bi boneya mîhrîcana ku dê heta 4’ê gulanê berdewam bike ji Amed, Hewlêr, Silêmanî, Duhok, Urmiye, Stenbol û Enqereyê 18 komên şanoyê dê derkevin ser dikê. Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr dê di resepsiyona vekirinê de axaftinek bike. Lîstika “Cîran” a koma ji bajarê Urmiyeya Rojhilat tê jî dê di 27’ê nîsanê saet di 15.00’an de, li Navenda Çandê ya Cegerxwîn bê pêşkêşkirin. Teatra Destar jî dê di heman rojê de bi lîstika “Cerb” li Şanoya Bajar a Şaredariyê saet di 19.00’an de derkeve pêşberî şanohezan. Di çarçoveya 2’yemîn Mîhrcana Şanoyê ya Amedê de ji bilî pêşandana lîstikan dê her wiha têkildarî şanoyê, nemaze jî peresîna şanoya kurdî gelek bernameyên cuda werin lidarxistin.
Di bernameya têr û tije ya mîhrîcanê de ji bilî lîstikên kurdî dê lîstikên tirkî jî derkevin ser dikê. Di mîhrîcanê de ne tenê lîstikên ji bo mezinan her wiha dê lîstikên ji bo zarokan jî werin pêşandan ku yek ji wan jî lîstika bi navê Palyaçoyê Winda ye. Lîstik ji aliyê Ruknettîn Gun ve hatiye amadekirin û ew ê di 8’ê nîsanê saet di 12.00’an de ji bo zarokan ew ê derkeve ser dikê.

BERNAMEYA ROJA DAWÎ

Roja dawîn a mîhrîcanê jî Teatra Sî bi lîstika ‘Hirç û Xwezgînî’ saet di 15.00’an de dê li Cegerxwînê derkeve ser dikê. Lîstika nivîskarê rûs Anton Çehov jî ji aliyê Têmûrê Xelîl û Aysel Tabak ve bo kurdî yatiye wergerandin. Heman rojê saet di 19.00’an de jî li DBŞT’ê lîstika ‘Çi Xweş Temaşe’ ya Îstanbulimpro dê bi şanohezan re be.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse