Dîroka dinyayê ya fermî ji destpêkê heya îro ji vegotina şeran pêkhatiye! Civakên dinyayê di tu demên dîrokê de rojek bê şer derbas nekirine! Îqtîdaran hebûna xwe li ser şeran zexm kirine û herdem şer berdewam kirine! Di her şerî de bêgûman civak bi her awayî bandor digire lê bes yên ku herî zêde ji şer bandor digirin peşî zarok duv re jî jin in! Şer bêwatetiya xwe di encama şer de derdixe holê ev derxistin jî bi zarok û jine te vegotin! Ciwan giş dimrin! Mêr di çepera şer de jiyana xwe ji dest didin ew jî diçin lê belê yên ku li pey wan dimênin zarok û jin in!

Filmê Behmen Qobadî yê Dema Kusî Difirin jî hêla şer ya ku bandora xwe li ser zarokan hiştiye kiriye dîmen. Film ji serî heya dawî bi zarokan di meşe! Zarok di erdnîgariya welatê min de weke ku bermayî yên şer in. Ew û jin! Zarok bê bav mane û dixwazin jiyana xwe berdewam bikin! Guhê wan li dahatuyê ye! Ka gelo wê dahatû çawa be? Emê heya heya yê di nav vê rewşê de bijîn!

Film qala dema Seddam ya berî ku ji îqtîdarê bikeve dike! Rewşa kurdan ne baş e! Seddam Huseyin bi her awayî zilimkariya xwe li ser kurdan berdewam dike! Li Kurdistanê şer heye lê şer ne yê kurda ye şer şerê dagir kirina Kurdistanê ye! (ma kengî Kurdistan bê şer maye!) Gel dîsa berê xwe daye çiyê û xwe spartine newalan! Ji gund û bajarên xwe koç kirine li çiyayên xwe li welatê xwe mecbûr manê ku di konan de bijîn! Hal yemane, dîrok dîsa dubare dike! Rewş dîsa ber kendal e!

Ji bo paşeroje agahî hewce ye! Di wî gundî de kurek bermayî ye şer bi navê Satelayt heye ku ji karên televîzyonê fêm dike! Film li ser wî diçê lê bes bûyera kêleka wî bandora xwe zêdetir li film dide! Weke ku derhêner dibêje hûn Satelayt bişopênin lê bi çîroka Agrîn aciz bibin. Kesên ku ji ber şer bazdane û xwe spartine çiyê li benda agahiyekê ne ku rewşa şer wê bi ku de here! Satelayt di gund de him karê antênan dike him jî zarokên gund organîze dike ku mayînên di erdê gundiyan de hatinên çandin bi zarokan bide top kirin! Dîsa zarok dibine amûra paqij kirina şerê qirêj. Dema em li zarokan dinêrin jî em dibînin ku her yek ji wan parçeyek ji laşê xwe di dewsa mayîna ku rakiriye de deynaye! Yan destên wan nînin an jî lingên wan an çavên wan kor in an jî hestên wan! Ev hemû jî diyariya şer ya bi êş e ji bo zarokan!

Di serî de em dibên qey Riga, Agrîn û Hingav bira û xwişkên hev in lê bes di berdewam kirina film de rastî mîna şimaqekê li rûyê me dide! Agrîn jî bermayî yeke şere lê bes çîroka Agrîn ne mîna çîroka zarokên din e! Agrîn keçeke Helepçeyî ye ku ji qirkirina Seddam Huseyin xelas bûye diya xwe û bavê xwe di vê qirkirinê de wenda kirine! Lê belê şer ewqas tiştek xirabe ku gelo mirov bimire an sax bimêne carna cûdahî ya wan namêne! Heger dijmine mirov jî bêrûmet bê îcar şer bandora xwe bi her awayî dide hîs kirin. Mixabin di dîroka Kurdan de heya niha dijminekî bi rûmet nebûye para wan! Agrîn jî di vî şerî de mîna zarokek kurd bandora xwe bi awayekî herî hişk digire! Leşkerên Seddam di dema şer de dest dirêjiye li Agrînê dikin û wê ducanî dihêlin! Para Agrîn ya şer jî ji vî aliyî ve li Agrîn dixe! Agrîn dixwaze ji vê parê xilas bibe lê bes birayê wê dibe asteng. Mirov dikare wisa bixwenê ku Agrîn her dixwaze vê tekiliya êrîşkar di bedena xwe de bi qedêne û hewl dide xwe û encama êrîşa leşkeran ji holê rakê ku êdî ev encama bi lanet ji ser Kurdistan e rabe! Tu tekilî di navbera wê û dijmin de nemêne! Lê bes jiyan vê derfetê nade Agrîn û ew jî mecbûr dimêne bi vê encame bijî! Dawî ya Agrîn ji bo yên bermayî dibe mînakek ku êdî tu tekilî di navbera wan û dijmin de nemênê! Agrîn li rê yên xwe kuştine digere! Carna xwe di golekê gurî de di xeniqêne û carna jî bi xazê xwe dikuje! Carna jî li ber kendalekî bayekî hişk porên wê difirêne! Dawiya Agrîn jî di bin wî kendalî de dibe!

Birayê Agrîn Hingav jî bermayiyekî ku bi bedena xwe bedel daye ye! Wî her dû destên xwe di topkirina mayînên dewletên ku qaşo demokratik û maf parêzin de wenda kiriye! Gelo lêkolînek heye ku ka çend zarokên kurd ji ber sedema mayînan dest û lingên xwe ya herî girîng jî jiyana xwe wenda kirine! Na di destên me de tu lêkolînê bi vî rengî nîn e! Her zarokê ku di teqîna mayîna de jiyana xwe an jî lebatek bedena xwe wenda kiriye heye! Ev êdî bûye qedera kurdan! Welatê kurdan ji aliyê çar dewletên êrîşkar ve hatiye parçe kirin û di her sînorên wî parçeyî de biqasî hebûna wan mayîn hatine deynan! Ev mayîn jî her û her bûye sedema mirina kurdekî! Hingav di nav ewqas zehmetî de jî malbata xwe difikire. Xwesteka Agrîn ya xwekuştine dizane. Ji xwe di xewna xwe de ditîye ku we Agrîn û Riga bimirin. Dixwaze ji Agrîn re bibe asteng û endamên malbata xwe bipareze! Lê bes tişta ku hatiye serê wan tiştên ku jiyane êdî jiyana wan bê wate kiriye! Şikandina hestên zarokan û perçe kirina bedenên wan di film de di bêdengiya Agrîn û bêçaretiya Hingav de xwe didin der! Riga zarorekî kore û encama erîşeke destdirêjiye ye! Wek zarok ew jî para xwe ji bûyerên derdora xwe digire! Şer amûreke devê îqtidara ye mîna lîstika wan ya rojane ye, kes nebêje haya wan ji encamên şer nine, belê haya wan jê heye û ev îqtîdar li ser van encaman jiyana xwe berdewam dikin!

Film zêdetir li ser zarok û extiyaran diçe! Jin zêde di film de nayên xuya kirin! Dibe ku hinek li ser jinan jî hatibane sekinandin lê bes mijara film giraniya xwe dide ser zarokan! Ma paşeroj jî ne di destên zarokan de ye ji xwe! Satelayt mîna nûçegihanekî di gund de tevdigere! Mamoste jî li gund heye lê bes ew bi xwe jî mîna Satelayt çarê nake! Çi hebe Satelayt dizane! Ew xilaskarê wan e! Li Iraqê çi diqewîme Sateyat ji wan re radigihene zana û rêvebire wî gundî ye! Gotina Busch werdigerêne: Wê sibe li Iraqê baran bibare!  Piştî ku Agrînê nas dike dil dikeviye lê bes hestên Agrîn mîna çukekî ku perên xwe wenda kiribe û êdî nema bifire bûye! Di dawî de dîsa di ber Agrîn de lingê wî birîndar dibe lê dîsa jî çare nake!

Diyaloga Satelayt û mamosteyê gund bala min kişand! Piştî ku Emerîkî dikevin Iraqê Satelayt çek kirê dike û di kêleka dibistanê de di deynê! Mamoste dibêje ev der dibistane ala spî li vir e kes êrîş nake û ji zarokan re çêk hewce nake dive ew bi zanistî mezin bibin! Satelayt jî nemerdî nake û ji çend zarokan pirsên matematike dike! Zarok di derbekê de bersivên rast didin û Satelayt dibêje mamoste ku va zarok tiştên ku tu dibêje zanin lê bes nizanin şer bikin divê fêrî şer bibin ku karibin xwe biparêzin! Rûyê şer yê bi qirêj dîsa xwe di zarokan de derdixe der! Dîsa zarok dibine amûra şer!

Film ji destpêke heya dawiye bi dîmenên teng berdewam dike! Erdinîgariyek mîna Kurdistanê bi girteyên teng kêşandin asê mayîna wê deverê dide xuya kirin! Devera ku ji film re dibe materyal yeke yek bandora xwe ji mijarê digire! Mijar û kamera hevsengiyek çêkiriye û ji serê film heya dawiya film derhêner li gor mijarê dîtina me jî asê hiştiye! Dever teng girtiye û xwestiye me bi mijare teng bike! Dever mije çavên me nikarin dûr bibînin mij dibê asteng! Erd herî ye demeke hesase dibe ku lingên me bişemite em bikevin erdê an jî dibe ku em di nav wê herî ye de bimiçiqin. Devera film pir tevlîheve û tam li gorî mijare ye! Ma di şer de sererastî heye!

Film rastiyekê eşkere pêşkeşî me dike! Dewra Seddam diqedê û êdî Emerîkî bi firfirokên xwe broşuran belav dikin! Dewsa xaza Seddam broşurên derewkar digire! Êdî wê azadî û başiyê ewe bênin ew in yên ku ji bo me baş in û ji bo me hatine welatê me! Kurikê piçuk weke diyarî destê peykerê Seddam yê ku hatiye ruxandin dide Satelayt! Weke ku bêje va Emerîkî hatin û para me ya vî welatî ev destê Seddam e! Ji xwe masiyên wî yên sor ku dide Satelayt jî boyax kirine mîna rû yê kesên ku di dewsa Seddam de cih girtine! Her tişt derew derdikeve! Ya rast ew e ku yên mirin ketin bin erdê yên ku man jî bi êş û elem bi kêmasî û jana xwe jiyana xwe berdewam kirin! Derhêner ewqas rastî tevgeriyaye ku di wê saetek û nîv ya film de her dîmên wijdanê me hezar pêncsed sal dev ji  me bernade! Ewqas xuya ye ku rizgariya kurdan wê ne ji destên kesên derve bê! Dostên kurdan tenê ew çiyayên ku wî gelî xwe spartiye de ye! Ev jî eşkereye ku na Kusî nikarin bifirin heger bi firê ketibin jî ew fireke derewe û wê zû li bin guhê erdê bikevin!

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse