Kurd û sînema

0
34
REKLAM    

Em dizanin ku sînema hunera herî dawiyê ye ya li ser rûyê erdê. Em dikarin bêjin hinekî jî zaroka teknolojiyê ye. Pêşketinên ku di sînemayê de diqewimin êdî rojane ne. Roj tune ye ku aliyekî sînemayê pêş nekeve. Ji hêlekê ve sînema serê xwe girtiye û çûye, ji hêla din ve jî sînemayê bi hemû şaxên hunerê ve peywendiyek çêkiriye.

Hema hema ji hemû şaxên hunerê xwedî dibe û bingeha xwe ji wan digire lê ji hemû şaxan bêhtir li ber çavan e. Gava hûn sînemayê ji şaxên din ên hunerê veqetînin tenê li holê teknîk dimîne ku ew jî heta hûn bêjin cemidî ye…

Ez nizanim, wekî ku bala min dikişîne bala we jî dikişîne an na? Di salên dawiyê de hewldanên kurdan ji bo sînemayê gelek berbiçav in. Hema bêjin her roja ku ez rûpelên Azadiya Welat diqulipînim li nûçeyên sînemayê rast têm. Ji vê yekê ne aciz im, li dijî vê kêfa min gelek tê. Nizanim tê bîra we jî, tedî digotin; ma gelo em dikarin qala sînemaya kurdan bikin? Mîna ku kurdan layiqî vî karî nedidîtin, an jî te digo qey kurd nikarin bi hunera sînemayê re mijûl bibin. Her çawa bûya jî hinekan kurdan dikirin mijara fîlmên xwe. Êdî bi xêra dê û bavê xwe me bixistana kîjan rolî.

Ma em çawa nikarin qala sînemaya kurdan bikin? Wele sînemaya kurdan hevsar xistiye destê xwe û bi çargaviyan hespê xwe dibezîne. Diyardeya pêşketina sînemayê ya herî berbiçav mihrîcan û rojên fîlman in. Li gelek navendan êdî kurd jî mihrîcan û rojên fîlman li dar dixin. Amed, Duhok, Halebçe, Êlih û li bajarên din… Nexwe qandî ku em karibin pêşbaziyan li dar bixin fîlm tên kişandin. Dibe ku hûn asta van fîlman nîqaş bikin. Belê, ez jî bi we re me, em nîqaş bikin, heta henekên xwe jî bi hên hêlên wan bikin, bes gelek fîlmên kurdan hene îro li ser hev xelatan werdigirin.

Bi vî rengî gelek fîlmên hêja hene ez dikarim mînakên wan bidim. Yek ji wan fîlman jî a Derhênerê kurd Ekrem Heydo ye bi navê “Halebçe”yê. Ev belgefîlma ku ji nav jî diyar e, mijara wê li ser Komkujiya Halebçeyê ye, heta niha beşdarî heşt mihrîcanan bûye û çar xelatên hêja wergirtine. Li Amed, Halebçe, Dubaî û Êlihê…

Ev alamet tev nîşan didin ku kurd di hunera sînemayê de êdî li paş namînin. Ji bo ku em karibin derdê xwe bêjin sînema ji me re gereg e. Wekî din jî di roja me de herî zêde em dikarin bi riya sînemayê dînamîkên civakê veguherînin. Hêza sînemayê ya herî taybet ev hêl e. Dikare lez bi lez bi kodên civakê bilîze. Kapîtalîzm herî zêde bi vê riyê dikeve nav civakan.

Ma çi, ma ku em hinekî van fîlman bişopînin. Mixabin pirsgirêkeke me ya temaşevanan heye…

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse