Kurd û Hollywood

0
12
REKLAM    

Du wênekêşên şerr, Frank û David, radihijin mekîneya xwe ya wêneyan û li dunyayê digerin û wêneyên pevçûn û kuştinan dikişînin. Ev herdu wênekêş di 1988’an de, berî  êrişa kîmyewî ya li Helepçeyê, ji bo kişandina wêneyên şerrê di navbera Seddam û Pêşmergeyan de, berê xwe didin Kurdistana Başûr. Dibin mêvanê ‘klînîkeke şkeftî’ şahidê pêşmergeyên birîndar û guhdarê bijîşkekî kurd.

Şerrê dijwar bi David giran tê, tirsa ku wê negihîje ser welidîna destgirtiya xwe jî dikeve ser û dixwaze vegere malê (Dublinê). Frank vedigere malê lê David ne bi wî re ye. Ew di êrişekê de ji her du lingên xwe dibe û qeweta Frank nagihîje ku wî xelas bike. Psîkolojiya rojnamegeran a piştî şerr, trawmaya dîmenên bi xwîn û heqjêderneketina xelaskirina hevalê xwe, wî ji çongan dike û jiyanê lê diherimîne.

Fîlm celebê Triage dram e. Çîroka wî têra xwe xurt  e, ji xwe senaryo ji pirtûka Scott Anderson hatiye adabtekirin. Fîlm di 2009’an de hate pêşkêşkirin û derhênerê wî jî Danis Tanovic e ku tev li Oscar û Cannesê xwediyê gellek xelatên din e. Lîstikvanên fîlm jî têra xwe navdar in;  Colin Farell rola Mark Walsh, Christopher Lee rola Joaquîn Morales, Paz Vega rola Elena Morales, Branko Djuric jî rola Bijîşk Talzanî û Jamie Sives rola David dilîze.

Ji ber ku mijara vî fîlmî li Kurdistanê derbas dibe, di warê sînorên Kurdistanê de comerd e û bi sedema ku xwedêgiravî pesnê Kurdan dide û bi xerabî behsa Tirkan dike, li Tirkiyeyê nehat pêşkêşkirin, ango bi dest temaşevanên Tirkiyeyê ve neket ku li sînemayê li vî fîlmê serkevtî temaşe bikin.

Lê gelo ev fîlm bi rastî jî pesnê Kurdan dide? Berî her tiştî çîrok (çîroka bingehîn) ne çîroka Kurdan, çîroka trawmaya wênekêşekî roja-vayî ye. Erê, weke erdnîgarî çîrok li Kurdistanê derbas dibe lê ji bilî Bijîşk Talzanî (ku aktorekî lubnanî rola wî dilîze) tu Kurdên din ne xwedî ziman, hevok û  ‘karakter’ in. Di fîlm de bi tenê hawar, qajewaj û nalîna wan a bi kurdî tê bihîstin û fîgurên wêneyên bi xwîn in. Hê serê Bijîşk Talzanî jî nezeliliye ka bê dilxwaz an mecbûrê vê berxwedanê ye. Ango weke erdnîgarî Kurdistan û weke netewe Kurd bêtir ji bo fona çîroka David a psikopatolojîk hatine bikaranîn. Ji xwe di sahneya dawîn a fîlm de gava David li xwe û derdora xwe mikur tê, edaba hundirê wî dikişe (diherike) qertên ‘triage’ê ji destên wî dikevin û xwe ji trajediya şerr jî ji ezaba mirina hevalê xwe jî pak û paqij dike.

Erê, di fîlm de çawa keys lê anîne, texsîr nekirine û gotine “Kurdistan”. Nexşeya Kurdistanê li ser dîwarê mala xwe neqişandine û ji bo Kurdistanê gotine noş, lê çîroka pêşmergeyan nehûnane.

Qewmên bindest ên cîhanê ji berê de xwediyê çîrok û derhêner û lîstikvanên xwe ne û di Hollywoodê de jî fîlmên di derbarê rêxistinên serhildêr ên weke ETA û IRA’yê de ne hindik in, lê ev cara yekem e ku em bi fîlmekî serkevtî, bi berhemeke derhênerekî xelatên mezin girtî û bi lîstikvanên navdar ên weke Colin Farell û Paz Vega û ya herî girîng di asta Hollywoodê de çav li reşê Kurdan dikevin. Bi tenê berhemeke xwerû ji destê hunermendên Kurdan derkeve, dikare kela dilê Kurdan hênik bike, lê te dît dilxweşkirina dunyayê ye.

Cara ewil e ku kadraja Hollywodê li ser rûyê kurdan e.

Navê fîlm: Triage / Eyes of War (çavên şerrî)
Derhêner: Danis Tanovic
Lîstikvan: Colin Farell, Paz Vega, Branko Djuric, Jamie Sives

Bîhoka li Pişt Sînor û Gurê Manco

Mayayiyên ku li çiyayên Guatemalayê dijîn ji çîrokbêjê xwe yî herî şareza re dibêjin “hosteyê olanê.” Ji ber ku yên li çîrokbêj guhgdarî dikin bi bêdengiyêkê be jî wê olanê li wî vedigerînin. Arjen Arî’yê ku me ew betir bi helbestê wî nas dikir li rex rûspiyan rûniştiye û çîroka birînên xwe di pirtûka bi navê “Bîhoka li Pişt Sînor” de ji me re dibêje.

“Êvarekê ku li dû mewlûd dixwendin, pîrê destê xwe dahiştibû bêrîka xeftanê xwe û bi îskîn gotibû: Berxikê min… ev kêr êdî ya te ye!” Ew ê Arjen Arî rahêje wê kêrika ku mû dibirre û pê çiyayê bîranînên xwe bikole. Ji kolana wî çîyayî, xarên cîncoqî , hespikên darînî ku zarokan bi wan berra serpişta xewnê xwe dida, tasên sifirê ku xistine serê me û pê porê me jêkirine, nokên sêwiyan, General Mahmûdê ku li kolanên Nisêbînê hew maye zarok teneka bi dû wî ve kin, dewleta Mîtanî, û ev rista Mar Efra’îm derkeve. “Aştiya te bila wan bi şûn de vegerîne, ya Reb!” Lê Arjen Arî wê venegere ji ber ku ew çav li Gurê Manco ketiye. Gurê Manco, êdî li rex şevreşkê şevan e . Wî rengê xwe û rengê tirsa me guheriye. “Gur piştî demekê dixuyan ji me ve: Kincinê kesk li wan, hemû bi rext û tiving. Bi şildim bildimeke ku me jê fahm nedikir diaxivîn û li deriyê mala didan!” Gurê Manco êdî dewlet bi xwe ye ku wê li dû xwe bi hezaran gundên şewitî bihêle. Êdî garana ku ber destê êvarê vedigerê gund wê tozeke xemrî li dû xwe raneke. Ji dêleva wê, bi yekîneyê Gurên Mancoyên cilkesk dê dixaneke reş bi ser gundên Kurdistanê bixînin û wê ew dixan sînoran derbas bike û xwe bigihîne qêrînên sînemaya Amûdê. Welatê ku bi têlên rasayî ji hev hatiye parçekirin dê bi toz û dûmana trajediyê bigihîje hev. Nalîna dara tûyê jî tê de. “Esker li wê û agir meyzand. Ji pişt têlan serê xwe hejand û bi hêrs bi hêla tûyê de tû kir.”

“Heft rojên wêneyên wan bi dîwarê bîranînê ve hilawistî.”
Xortê ku di salvegera darvekirina sê merivan de (Deniz Gezmiş, Hüseyin İnan û Yusuf Aslan) belavokan li kolanên Nisêbînê belav dike, tê gilîkirin. Sermiyanê mala bavê dest bi mahkûmiya xwe ya heft rojan ku hefs jî tê de ye, dike. Wê ev belavok delîleke baş ji bo destpêka şoreşgeriya Kurd têxe destê me. Naveroka belavoka çep herçiqasî bi qasî pergalên dewletê nebe jî wê bi têra xwe di asîmîlasyonê de rolekê bilîze. Aqile mirov ku ne ji kîsê mirov be. Wê Arjen Arî telaqê çepgiriya tirk û telaqê zimanê Nazim Hikmet û Ahmed Arif têxe destê wan û rêviyê heram yê bi laşê kurmancî ve zeliqî zû bibirre. Ev cihêbûn dê Arjen Arî ber bi nivîsandina kurmanciyê ve bibe û kula nezanîbûna alfebeya kurmancî dê Seyidxan Anter bike yekem mamosteyê wî… “kuro ew Q ye, ev Ê ye, ev X e, ev jî W ye…. tiştekî din?”

Arjên Arî yê ku mahra fillan bi van tîpan re birriye ev sîh sal in ku ew mahr betal nekiriye. Di “Bîhoka Pişt Sînor” de helbestkar çîroka çiyayên helbesta xwe ji me re dibêje û bi bîhokeke zerbûyî çîroka dilê xwe yî weke çiyayekî ji me re lê dike.

Navê pirtûkê: Bîhoka li Pişt Sînor
Nivîskar: Arjen Arî
Weşanxane: Avesta
Rûpel: 118
ISBN: 978-605-5585-12-9

Xadim: Kurdan çawa ji mêraniyê dixin

Zindana Amedê di hiş û bîra Kurdan de sembola wê hovîtî û barbariyê ye ku bi serê Kurdan de hatiye. Gellek ciwanên Kurd di nav wan dîwarên wê zindanê de rastî pêkanînên nemirovane hatine û bi serboriyên ku bi dû re hatine behskirin, em hîn dibin bê çawa di nav wan dîwaran de xewnên Kurdan li wan bûne şevreşk. Cureyên îşkenceya ku li tu deverên dunyayê nehatibûn ceribandin, di nav wan dîwaran de li ser serê xort û keçên Kurdan hatin ceribandin.

Hovîtî û barbariyeke weha ne pêkan bû ku di wêjeya Kurd de xwe nede der. Xadim a Selahattin Bulut berhemek ji hovitiya ku li Zindana Amedê hatibû pêkanîn e.

Xadim çîroka jimêranîxistina Kurdan ya di Zindana Amedê de ji me re vedibêje. Di vê “çîroka dirêj” de li ser serpêhatiya lehengê çîrokê Jêhat em wêneyekî ji wêneyên Zindana Amedê dibînin.

Jêhat piştî ku deh salan di Zindana Amedê dimîne û ji zindanê derdikeve, dêya wî Berfê dil dike ku kurê xwe bi Biharê re bizewicîne. Lê Jêhat bersiveke erênî nade vê daxwaze dêya xwe û piştî demeke kin ku ji zindanê derdikeve ji malbata xwe re dibêje ku ew dixwaze biçe Stenbolê û berê xwe dide wî bajarê ku ew belkî ji xwe re tê de bistire.

Dema ku diçe Stenbolê hevalê wî yê bi navê Hesen pêşwaziya wî dike û piştî ku hevalê wî Hesen behsa nexweşiyeke xwe dike û dibêje li Nexweşxaneya Ermeniyan doktorekî baş heye û bi dermanê wî baş bûye, Jêhat jî hêviya xwe bi doktorê Nexweşxaneya Ermeniyan ve girê dide û berê xwe dide wir.

Heta ku Jêhat neçe cem doktor jî em nizanin bê nexweşiya wî çiye. Lê dema ku derdê xwe ji doktor re dibêje em hay ji nexweşiya wî çêdibin:

“Rojekê dîsa deriyê hucra min vebû û polêsek ket hundir. Eynî weke wê rojê dîsa ez şût û tazî kirim, serê jopê rada devê min û ji hucrê derxistim. Ez birim odeya ceyranê. Çend polêsên ku li wira bûn destê min li paş min girêdan, darekî herdu serê wî kindirkirî di bin çengên min re derbas kirin û min bi singilekî tawanê ve daliqandin. Wextê nigê min ji erdê qut bû min got qey piyên min di nav pişta min de avêtin. Dû re çend tas av li min kirin, qabloyek bi serê kîrê min gerandin û cereyan danê. Wextê hilma min diçikiya voltaja ceyranê kêm dikirin, kêliyek derbas dibû dîsa zêde dikirin.”

Belê, Jêhat ji mêranî hatibû xistin. Bi hêviya ku mêraniya wî li wî vegere çûbû ba doxtor lê tu derman ji xwe re nedîbû. Piştî ku çûbû kerxaneyekê da ku hîn bibe ka gelo mêraniya wî li wî vegeriyaye yan na û dema ku dîtibû rewşa wî veneguheriye:

“Jêhat pişta xwe da pîrekê, kincên xwe li xwe kir û derket. Heşê wî sekinîbû, wê çi bikira, bi kû de biçûya nizanîbû, ne ji bo mirinê ne jî ji bo jiyanê taqeta wî nemabû, ket kuçeyekê, ji wê kuçê ket yeka din û zîz bû…
Winda bû…”

Di çîroka Xadim ya Selahattin Bulut de -ku ew bi xwe jî di sala 1981’ê de hatiye girtin û heşt salan ev hovîtî li Zindana Amedê ditiye-, hûn ê nikaribin xwendina vê çîrokê ragirin. Di pêvajoya xwendina wê de hûn ê qêrînên ku di nav wan dîwaran de olan didin bibihîsin. Hêsirên we dê hêdî hêdî ji kevîkên çavên we biniqutin ser rûpelên pirtûkê.

Zindana Amedê psîkolojiyeke çawa li ser mirovên ku ev hovîtî ditîne dihêle? Ka em guhên xwe bidin Jêhat, dema ku ji zindanê derdikeve di dilê xwe de çi dibêje:

“Tifî li min be… Xîret bi min re nemaye… Ji desthilanînê ketime.. Qidûmê min şikestiye… Çav tirsiyayî bûme… Esker bi kû de del bide bi wir de diçim… Ez newêrek im… Tirsonek im ez… Erê, erê ez tirsonek im… Dilê min êdî ji min dixele… Weke mişkekî seraba me… Pîsekî derê hanê me… Lewitiyekî heram im… Xwîna min pênc pera nake…”

Navê pirtûkê: Xadim
Nivîskar: Selahattin Bulut
Weşanxane: Avesta, 2008
Rûpel: 90
ISBN: 978-994-4382-5-26

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse