‘Klama Dayika Min’ hat xelatkirin

0
10
REKLAM    

Fîlmê derhêner Erol Mintaş ê bi navê “Klama Dayika Min” li Festivala Saraybosnayê Xelata fîlmê herî serketî girt.

20’emîn Festîvala Fîlman a Saraybosnayê bi merasima xelatdayîna xelatên “Dilê Saraybosnayê” bi dawî bû. Ji 60 welatan nezî 250 fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm beşdar bûn. Merasima xelatdayîna festîvalê li Şanogeha Gel li dar ket. Fîlme Mintaş “Klama Dayika Min” xelata fîlmê herî serketî, lîstikvanê fîlm Feyyaz Duman jî xelata lîstikvanê herî serketî girt. Xelata lîstikvana herî serketî jî Mari Kitia bi rola xwe ya di fîlmê “Brides” de girt.

Mîntaş di dema girtina xelatê  de wisa got: “Ji bo hemû xebatkarên fîlm ez sipasiya xwe dikim. Ez gelek kêfxweş im ku li vir im. Diya min jî ligel min li vir e. Bi saya fîlm ez dizanin ku li Şengalê çi te jiyîn.”

Di beşa belgefîlman de belgefîlmê derhêner Tiha K. Gudac “Naked Island”, xelata taybet a juriyê jî bi fîlmê “Judgemend in Hungary” derhêner Estzer Hajdu girt.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse