KÎNE EM

0
39
REKLAM    


Director: Susan Kornalijnslijper
Holland 2007 / 63m / English, Kurdish (kurmanji and Sorani), Turkish with English subtitles / PG
Li hemû dinyayê nîsandana pêsîn a belgefîlma li ser Sivan Perwer e, stranbêjekî Kurd ê dijber ku bi salan li misextiyê, zêdeyî sîh salan li Ewrûpayê jiyaye. Bi dengê xwe yê ku hilma mirovan dibire û performansa wî ya li ser dikê Sivan Perwer helbestên siyasî yên bi Kurdî distrê. Ew yek ji sembolên zindî yên Kurdan e li seranserî cihanê û stranên wî hîna ji li gelek cihan qedexe ne. Digel dîmenên konserên wî gelek dîmenên sebaret bi jiyana hem li Kurdistanê û him jî li derveyî Kurdistanê hene. Fîlm her weha li ser çend Kurdan hûr dibe ku bi awayekî pir bi hêz di bin bandora mûzîka Siwan Perwer de mane. Fîlmçêkera Hollandî Susan Kornalijnslijper digel Sivan Perwer derdikeve rewîtiyeke pênc salî da ku belgefîlma xwe çêke. Lê hay dibe ku li Kurdistana dagirkirî ew qas ne hêsan e ku gelek mêr her çi qas tav tunebe jî berçavkên tavî dixin çavên xwe
Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse