Ken Loach û Bayê Azadiyê

0
10
REKLAM    

Ken Loach ji Îngîlîztanê ye. Di nava sînemagerên Îngîlîztanê de cihekê bilind ji xwe re girtiye. Mijarên fîlmê wî zêdetir li ser civakê ne. Ji bo fîlmê xwe gelek caran xelat bi dest xistine. Ji ber ku li ser mijarên civakî radiweste, ji aliyê hêz û dewletên kedxwar ve fikr, raman û xebatên wî tên astengkirin. Loach mirovekî bi xîret e, her wiha di mihrîcana fîlmekê de bihîstiye ku dewleta Îsraîlê piştgirî daye mîhrîcanê, bertek nişan dide û wiha dibêje: “di bin siya dewleteke bi tundî tevdigere de huner nayê kirin, huner ne ji bo şer û tunekirinê ye, ji bo aştî û mirovatiyê ye.” Ken Loach di sala 2012’an de ji bo bale bikêşîne mafên karkeran, di mîhrîcana Torînoyê de xelata ku bidin wî qebûl nekir.

Gelek fîlmên wî yên hêja mîna “Welat û Azadî(1995)”, “Strana Carlayê(1996)”, “Navê Min Joe ye(1998)” û “Bayê Azadiyê(2006)” hene, her wiha mijarên fîlmên Loach, têkoşîna gelan ya azadiyê û dijwariya pêkanîna aştiyê ne ku zêdetir gele kurd, têkoşîna gele kurd û jiyana gelê kurd ve jî bi girêdayî ye û gelek balkêş e.

Fîlma bi navê Bayê Azadiyê(The Wînd That Shakes The Barley), mijara xwe ji têkoşîna azadiya Îrlandê ya di sala 1920’an de digire. Bi taybetî jî damezrandina Tevgera Rizgariya Îrlandê (IRA) pêşkêşî temaşevanan dike.

Ev fîlm, ji aliyê pevbestinê ve baş hatiye çêkirin, derhêner Loach di hevpeyvîneke xwe de diyar dike ku ji bo pevbestinê û ji ber ku buyereke dîrokî ye jî bi gelek kesên jiyayî re hevdîtin bikar anîye. Mirov dema ku vê fîlmê temaşe dike, di serî de dîmeneke lîstikî, bi coş û lez û bez derdikeve hemberî temaşevanan. Ev lîstika bi navê Hûrlîng a netewiya Îrlandê ye. Ev lîstik, ji aliyê leyîstin û amûran ve dişibe lîstika kurdan ya bi navê “birê” jî. Bi taybetî jiyan û têkoşîna Îrlandiyan û ya kurdan ne ji dûrî hev in.

Bayê Azadiyê diyar dike ku, rûyê şerê dijwar, hem ji aliyê Îrland û hem jî aliyê Îngîlîztaniyan ve bi balkêşî derdikeve holê. Ev jî xuya dike ku divê guhertinên mezin pêk werin ku ev şer bi dawî bibe.

Bi sedan leşkerên dewleta dagirker yên Îngîlîztanê dikevin nav bajar û gundên Îrland û dest didin ser jiyana Îrlandiyan, gund û malên wan dişewitînin û wan bê sûc û bê guneh dikûjin û jiyana wan tarûmar dikin. Lê li hemberî vê zilma hovanê, gel xwe diparêze û têkoşîna xwe zêdetir dike. Gelê Îrland hewl dide û bi pêşengiya ciwanan, bi rêxistinî tevdigere û dest bi şerê gerîlayî dike. Di vir de bingeha damezrandina IRAyê pêk tê. Xwerêxistinî bi her awayî pêk tê, lê bi taybetî ji aliyê leşkerî ve pêk tê. Di vir de piştgiriya gel divê tune neyê hesibandin. Gel piştgirî(xwarin, vexwarin, xwedîkirin û hwd.) dide gerilayên IRAyê, ji aliyê din ve jî saziyên sivîl piştgiriyeke rêxistinî û mezin pêk tên.

Di vê fîlmê de rolê yekem ji du kesan ve pêk tê û her du jî birayên hevdu ne, yek Damîen e, yek jî Tedy ye. Leşkerên Îngîlîztanê bi ser gerîlayan ve digirin û dixin girtîgehê. Fermandarê tîma gerîlayan Tedy ye. Di girtîgehê de leşker tên Tedy dibin ku ji îşkenceyê(neynûkên tiliyên wî bi kelpetan dikêşînin) re derbas bikin, hevalên wî bi hev re “ber xwe bide!” dibêjin û dû re stranên neteweyî distrên, lê lêşkeran çi kir nekir Tedy berxwe da û neaxivî! Ev dîmena di salên heştêyî de li zindana Amedê de jî hatibû jiyîn.

Di dîmeneke din de jî, fermandarek bi Damîen re dipeyîve, diyalog wiha ye:

-Daîmen: Ez dixwazim wek endamê artêşa komara Îrlandê bi statuya girtiyên polîtîk bêm dadkirin!
-Fermandar: Navê te çi ye?
-Daîmen: Ji welatê min derkevin! Di navbera wan de pevçûn çê dibe û leşkerekî Îrlandî wana bişev ji zindanê xelaz dike. Ev dîmena jî wek dîmenên din hêja ye.

Dîmeneke din jî heye û bi awayekê cuda bala min kişand, dîmen wiha ye: Jinek di rêyeke nav daristanê de li piskêlêtê siwar dibe û ji gerilayan re agahiyan dîne, piştî agahdariyê, ew û Daîmen bi hev re diaxivin. Bi rastî ji aliyê hawirdor û hatin-çûyînê ve dîmeneke xweş e û cil û bergên wan jî gelek xweş in. Lê dîmeneke wiha min wek temaşevan di fîlma bi navê “Xeyala Perperokê(Kelebegin Ruyasi-2013)” Yilmaz Erdogan derhêneriya wê kiriye de dît, dibe ku kek Yilmaz ev dîmena ji birêz Ken Loach girtibe?

Di dîmenek din de jî, di dadgehên bajêr de dîwan ji jinan pêk tê. Her çiqas hin kes li hemberî biryarên vê dadgehê derdikevin jî, di vê dadgehê de rola jinan balkêşiyeke zayendparêzî derdixe holê, ev jî taybetmendiyeke rêxistina IRAyê derdixe pêş.

Piştî têkoşîna gel, di navbera parlementoya Îrland û Îngîlîztanê de lihevkirin pêk tê, bi vê agahiyê gelê Îrland pir bi coş dibe, lê demek şûnde Keyaniya (krallik) Îngîlîztanê şertekê din derdixe pêş û li gorî vê şertê divê gelê Îrland bi Keyaniya Îngîlîztanê ve girêdayî bimîne. Ev şert dibe niqaşa navbera gelê Îrland, di navbera rêxistinê de duserî çêdibe û di dawî de dibin du beşan. Tedy şertên Îngîlîztanê dipejirîne û bi hin rêhevalên xwe ve kontrola bajêr bi awayekî fermî hildidin bin destên xwe.

Daîmen jî evê rewşê qebûl nakê û bi rêhevalên xwe ve dest bi rêxistinbûyîna çekdarî dikin û wek gerîla tevdigerin. Di ser qereqolan de digirin, dest didin ser çekan û xebatên xwe wek berê didomînin. Di serdegirtina qereqolekê de Daîmen dîl tê girtin. Tedy tê cem Daîmen û dixwaze ku biaxive û cihê çekan bibêje, lê xwesteka wî bî cih nayê, dûre biryar tê derxistin ku Daîmen bê darvekirin, fermana darvekirinê jî bi destê Tedy(birayê wî) pêk tê.

Beriya darvekirinê Daîmen, nameyekê ji hevala xwe re dinivîse, di wê nameye de çend gotinên balkêş wiha ne: “zanebûna li hemberî tiştan hêsan e, lê zanebûna sedema şer rûmetek e. Ez ji zanebûna sedema şer hêzeke mezin digirim!”Ji bo Temaşekirina Fîmê Bayê Azadiyê..

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse