Sînemaya Çiyayan

0
27
REKLAM    

Gava mirov navê Xelîl Dag (Çiya) dibihîse, “Sînemaya Çiyayan” tê bîra mirov. Şagirta Xelîl Dag, Jînda Baran destnîşan kir ku, xebatên Xelil dixwest bike û lê derfet nedîtî bike hene û ew ê jî hewil bidin van xebatan nîvçe temam bikin. Baran da zanîn ku gelek ji van xebatan hêzek mezin dixwaze, dema wan ev hêz di xwe de dît wê van projeyên nîvçe mayî temam bikin.”

Sînemaya çiyayan di sala 2001’an dest bi xebata kir. Heta niha di çiyayan de 7 film hatine kişandin. Di derhêrtiya Xelîl Dag de, filmê Tîrêj, Eyna Bejnê, Firmêskên Ava Zê, Nepeniya Ruyê Min Û Bêrîtan hat kişandin. Filmê Dema jin hez bike filmê yekê yê derhêr Jînda Baran e. Filmê Rêwyê Şad, filmê duyem e ku Jinda Baran derhêrtiya wê dike. Jînda Baran derbarê xebatan sînemayên yên li “Çiyayan” ji ANF’ê re axivî.

SÎNEMA ÇİYAYAN BI KED, TECRUBEYÊN XWE, BI XWE DA AVAKIRIN

Derhêner Jînda Baran rabirdûya sînemaya çiyayan nirxwand û wiha axivî: “Sînema çiyayan, bi ceribandinan, bi tecrubeyên xwe bi xwe gihandiye vê astê. Di heman de mîna dibistanekî xebitiye, her xwe perwerde kiriye. Ji kêmaniyên xwe ders derxistiye û bi tecrubeyên xwe behrem afrandiye. Heval Xelîl Dag rojnamevan û wênekêş bû jî. Li ser zanabûna kadraja fotografê derbasî sînema bû. Sînema çiyayan bi ked, tecrubeyên xwe, bi xwe da avakirin û pêşxistin. Bi xwe pir şagirt dane avakirin. Hem di aliyê nivîs, aliyê dîmen kişandinê, aliyê sînemayê de da fêrkirin. Ji ber sînemaya çiyayan bi kedê hatiye avakirin, xwe bingehek saxleme, li ser wî esasî jî emê berdewam bikin. Projeyên xwe yên nû em ê li ser wî esasî bidomînin. Sînema çiyayan bi biryare ku li ser vê rêkê bimeşe. Em bawer dikin wê encamên baş bi dest xwe bixîne, ji kedeke mezin li pişt sînemaya çiyayan heye.”

Derhêner Baran, di berdewama axaftina xwe de giringî û pêşxistina sînemaya çiyayan jî nirxand û wiha got: “Heval Xelil dizanî ku bi sînemayê mirov dikare gelek rastiyan hê baştir vebêje û pêşan bide. Gelek tiştên ku mirov nikare bi siyaset û şer îfade bike heye, vana jî encex dikare bi hûner îfade bike. Ji ber ku li çiyayan gêrîla ne tenê şervaneke, di jiyan mirov de çi zengini hene, bi vê xwezaya bedew re di asteke herî jor de jiyan dike. Di nava têkoşîna me de lehengên wisan hene ku, ecex bi hêza huner û sînemayê mirov dikare kesayeta wan vebêje û pêşan bide. Heval Xelil ev rastî dîtibû û bi vê heyecan, coşa xebata sînema dimeşand. Em jî giringiya sînemayê ji Heval Xelîl fêr bûn. Heta niha hemû xebata sînemayê yên ku me kirîn, me bi heval Xelil re kirin. Me her dihizirî ger kêmaniyek di xebata de çêbibe jî, kesayetek heye ku me hişyar bike, bi vê bîr û baweriyê diçûn ser kar.”

EM RÊWIYÊ VÊ RIYÊ NE

Baran diyar kir ku weke şagirtên Xelil Dag, ew xwe neçar dibînin ku sînemaya çiyayan bidomînin û axaftina xwe wiha domand: “Weke şagirtên Xelik Dag, domandina vê çandê li ser me weke deynekê bû, diviyabû ku me ev xebata sînemayê li çiyayan bi rengekî bidomanda. Bê Heval Xelil, dest bi karekî kirin zehmet jî be, lê diviyabû ku xebata sînemayê yê ku di pêşengtiya wî de hatî destpêkirin bidomaya. Hêza me ji vî karî nebe, kêm be jî, diviyabû ku me ji cihekê dest pê bikira. Ji hêza xwe şik û guman kirin, ji bo pêkanîna erkê windakirina demê bû. Em dihesiyan ku, ev bar li ser milê me û hemû kesên dixwzin ji bo sînema çiyayan, sînema kurd xebat bikin maye. Bi taybet wek keyaseyetên ku Heval Xelil li ber me de ked dayî diviya bû ku, me ev çand bidaya jiyan.”

WÊ SÎNEMAYA ÇIYAYAN BIDOME

Derhêner Baran got ku piştî Xelil Dag filmê ‘Rêwiyên Şad’ karê wan yê yekê ye wiha pêde çû: “Piştî şehadeta heval Xelil ev xebata me ya yekem e. Ev jî tê wateya dewamkirina çanda sînema çiyayan, bi vê baweriyê dest bi filmê Rêwiyên Şad kir. Berpirsyartiyek giran bû, gelek caran dihizirîn, gelo em ê bikaribin bi rengek serkeftî vê berpisyariyê bibin serî, yan na? Gelo weheye ev xebat nîvçe bimîne? Ger bi pirsgirêkekê re rû birû bimînin em ê kar bidin sekinandin? Me her ev dihizirî. Di van deman de jî yê ku li hewara me dihat manoste û hevalê me Xelil Dag bû. Dema ku astengiyek di xebata de derdiket dihizirîn ku, gelo heval Xelil bûya wê çawan nêzîk bibûya û ev astengî derbas bikira? Vê hizirandinê israra me ya di xebata de hê zêdetir kir. Heval Xelil bi fikir û fereset xwe di hemû kêliyên jiyana me de, bi nêzîkatiyên xwe yê sînemayê jî, di hemû sehneyên me de cih girt. Em bi hebûna wî dihesiyan û me bi vê hêzê kar dikir.”

GUMANÊN DERBARÊ SÎNEMAYA ÇIYAYAN DE

Baran gumanên derbarê sînemaya çiyayan ka wê bidome yan na jî nirxand û got; “Berpirsyartiya xebatek wiha girtin ji bo me cara yekê ye, me xwe neçar didît ku sînema çiyayan bidomînin. Me xwest ku bi vê filmê nîşan bidin ku, ‘Em rêwiyê vê riyê ne. Bi bawer in heta dawî kesên ku çanda Xelil daye destpêkirin wê ciwanên kurd yên hunerhez xwedî derkevin û pêş bixin. Em bibiryar in ku sînemaya çiyayan bidin jiyan.”

XEYALÊN XELÎL DAG (ÇIYA)

Şagirtên Xelil Dag ji bo Sînemaya Çiyayan bidomînin, bi taybet ji bo proje û xeyalên nivî mayî bicih bînin ketibûn tevgerê. Sînemaya çiyayan bi pêşengiya Xelil Dag dest pê kir, bi şopdarên wî didome û pêş dikeve. Jinda Baran diyar kir ku Xiyalê Xelîl Dag pêkanîn ne wisa hêsane ku di nav demek kin de bikaribûn pêk bînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo em vê xebata baş bikin û bersiv bidin pêwîst e em xwe bigihînin wê mezinahîya ku Xeyalên Heval Xelîl Dag pêk bînin. Gelek porojeyên heval Xelîl Dag Hebû: Dixwest zaroktiya Rêber Apo, jiyana Fermandarê ARGK’ê Mahsum Korkmaz (Egîd), xeyalê wî yê herî mezin ku di rêya wê de şehid bû jî projeya gerîlayên ber bi çiyayê Agirî ve dimeşe bîne ziman bû.”

Baran diya kir ku Xelîl Dag dixwest sînemaya çiyayan, sînema şoreşê pêş bixîne û got; “Sînema kurdî nû nû pêş dikeve, xeteriya ku bi rengek tendurust pêş bikeve jî heye. Divê bingehê sînemaya kud li ser esasên rast bidin rûniştandin. Ev jî encex bi têkoşînê dikare çêbibe. Ji be têkoşîn bingehê jiyanek nû, ferasetek nû, berhemên ji zihneyita pergalê dû diafirîne. Têkoşîn mirov dide avakirin, divê ku xebata ku bên meşandin bi mirovên ku xwedî hişmendiyek nû pêş bixe. Yek ji xeyalên wî yê herî mezin jî, bi feraseteke mezin hûner pêş bikeve.”

Baran destnîşan kir ku, xebatên Xelil xwestî bike û lê derfet nedîtî bike hene û ew ê jî hewil bidin van xebatan nîvçe temam bikin. Baran da zanîn ku gelek ji van xebatan hêzek mezin dixwaze, dema wan ev hêz di xwe de dît wê van projeyên nîvçe mayî temam bikin.”

Alîkara Derhêr Dersim Zêrevan ji du şagirtan yek ji şagirtan ku heta ku li ser rêya Bakûr bû jî Xelîl Dag perwerde dike. Zêrevan di derbarên gotinên dawî ku Xelîl Dag li ser rêya Bakur ji wan re kirî bi van hervokan vegot: “ Baweriya heval Xelil hebû ku em vê xebatê bimeşînin. Li ser riya Bakûr, wesiyet kir. Got ku dema min xebata xwe yê Rêwitiya ber bi çiyayê Agirî ve xelas kir û ez zivirîm ez ê li filmê we temaşe bikim. Divê heta wê demê hûn filmê xwe amade bikin. Ji bo me ji difikirî ku min perwede kiriye, aniye astekê wê êdî bikarin vî xebatî bimeşînin.”

ME HESABÊ VEQETÎNEK WISAN NEKIRIBÛ

Dersim di dewama axftina xwe got ku me dixwest xebata sînemayê bi wî re berdewam bikin, yan jî me dixwest hevparê me yê xebata be û got; “Me hesabê veqetinek wisan nekiribû. Em wisa nahesibînin ku ew di xebatç de ne amade ye jî. Hemû tiştên ku dane fêkînê li bi me, em hewil didin bidin jiyan. Ne tenê di asta hunerî de, di asta nêzîkatiyên wî yên jiyanî de, di asta nezîkatiyên wî yên felsefîk de, astê kesayetî de em dixwazin bi xebatan xwe yên hunerî re bikin yek û bidin jiyan. Nikarin bibêjin em cihê wî dadigrin, lê domandina xebata ku dixwest bimeşîne ji bo me rûmetek mezin e.”

EKRÊ SÎNEMAYA ÇIYAYAN

Derhêner Jînda Baran erkê sînemaya çiyayan jî nirxand û wiha pêde çû: “Erkê sînemaya çiyayan ne tenê ew e ku mijara Kurd bîne ziman. Erkê wê bi vê ve sînordar nîne. Van hemû digre berçav, çareserî wê çibe bi wê re jî mijûl dibe. Erkê sînemaya çiyayan ne tene ew e ku trajediya kurdan bîne ziman, yan jî kurdan di dîrokê de çawanjiyaye, çi bi serê wan hatiye, yan jî çanada wan çawa rave kirine. Divê xwedî li vê jî derkeve, lê erkê esasî mirovê kurd yê nû, jiyana civakî ya nû ye pêşandan e, yan jî lêgera afrandina van nirxa ye. Ji xwe heta niha kurdan gelek tiştên xwe parasitine, ji niha pêde tiştên ku bên çêkirin çi ne? Divê li ser vê rastiye mêjiyê xwe bêşînin. Sînema çiyayan avakirina pêşêrojê ji xwe re weke erkekî dibîne. Ji bo avakirina mirovê nû jî erkek mezin digire ser xwe. Ji ber rol û badora huner li ser civakan mayînde de ye. Ji bo guhertina civakan jî bi bandor e.”

SÎNEMAYA ÇIYAYAN JI ÇAVKANIYA XWE XWE TÊR DIKE

Baran destnîşan kir ku sînemaya çiyayan, xwe ji çavkaniya xwe têr dike, li ser van nirxan pêş dikeve û got: “Ji ber çavkaniyên ku meteryalên wisan dane avakirin bi sedsalan huner, sînema xwe li ser bide avakirin. Pêwistiya hunera kurd, hunera çiyayan ji derve nîne, ji ber em bi hunera pergalê nerazî ne. Ger em hişmendiya pergalê razîbana jixwe pêdivî bi van bedelan, bi vê têkoşîna bêhempa nedikir. Fikra ku sînemaya çiyayan ji xwe re esas digre, azadkirina çandi, zayendî, azidiya siyaset, hebuna xwe ye.”

JI BO AVAKIRINA CIVAKÊ HUNER AMÛREK DIYARKER E

Baran rolê huner jî nirxand got ku pir tişt hene bi siyaset û şer mirov nikare rave bike û wiha aixvî: “Ya herî baş ku dikare hinek rastiyan rave bike jî huner, yan jî başa hunerê sînema ye. Huner herî baş dikare bide têgiheştin, gelek tiştên k nû bide afrandin. Huner dikare rengek nû bide civakê, ji ber huner di avakirina civakan de diyarker e.”

Derhêner Baran hêvî bendewariyên xwe yên ji ciwanên hunerhez jî bi van hevokan rave kir: “Ji ber ev xeyal ji ciwanên kurd yê hunerhez hiştiye, divê ku xeyalê heval bicih bînin. Bawariyek wiya mezin hebû ku ciwanên kud ku wê xeyalên wî bicih bîne. Ger ew nikare zaroktiya Serok, jiyana heval Egîd bike film jî, lê ew bawer bû ku rojekê wê ciwanê Kurd vê bikin. Dîsa bawer bû ku keda ku li çiyayan tê dayîn, bedelên ku ji bo azadiyê tê dayîn bawer bû ku wê van di qada sînemayê de jî ciwanên hunerhez pêşan bidin. Ji bo ciwanên kurd ên hunerhez jî dixwazim hinek tiştan bînin ziman. Felsefeyek bihêz, îdeolojiyek xurt û meteryalên bi hêz di destê we de ne ku hûn hunera xwe pêş bixin. Têkoşîna me, siyaseta me bi derfetên herî kêm hatin pêşxistin. Her nirx bi têkoşîn tê avakirin, divê sînama kurd jî weke nimone bigre û pêş bikeve. Ciwanên kurd nebêjin teknika me nine, derfet dest nadin, gumanên wisan jiyan xeter e. Ger derfet bê çêkirin ez ê kar bikim, divê derfetan bi xwe bidin avakirin. Hişmendiya vê bi vê şoreşê hatiye avakirin. Ger ku dixwazin di milê hunerî de hinek tiştan biwate bikin, divê berê wen li nirxên neteweyî û nirxên têkoşîna azadî afirandine be.”

HIŞMENDÎ JIN YA KU TÊ TEMAŞEKIRIN, MÊR YÊ TEMAŞE DIKE YE

. Derhêner Baran derbarê ekîbê de wiha got: “Weke ekibêke praniya xwe jinan pêk tê, karkirin ji bo min jî rûmetek e mezin e. Tê bîra min sala 98’an dema ku min nû dest bi vî karî kir, heval Xelîk pirtûkek bi navê ‘Bergeh’ da. Pirtûka Jon Berger, ya li ser wênekêşiyê bû. Di wê pirtûkê de jina pêş objektifê û jina li paş objektîfê rolê wan çiye baş tîne ziman. Rolê ku civakê zayendperest daye jinê di qada ditbarî de rave dikir. Li gor vê zihniyetê jina ku hertim lê tê meyzandin, zilam jî yê ku hertim dimeyîzine. Vê zihniyetê bandora xwe li ser qada dîtbarî, qada sînemayê jî kiriye. Lewma em dimeyzînin derhêner pranî zilamin, listikvan, xebatan din jin in. Em listikvanî biçûk nabînin, lê divê ku jin hem derhêner, hem lîstikvan bin. Ji ber zihniyeta ku heye, sînor dayne û rol diyar kirine, lewma vebijark li gor vê hişmendiyê pêk tê.”

PIŞTÎ XWENDINA VÊ PIRTÛKÊ MIN DERHÊRTÎ KIR HEDF JI XWE RE

Baran got ku piştî xwendina vê pirtûkê hê baştir ketim ferqa vê serhildêriyê û ji wê rojê ve derhênertî ji xwe re kiriye armanc. Derhêner Baran wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne tenê derhênertî, meşandina ekîbekê jî giringe. Mamosteyê me jî ji bo me kedek mezin da. Ekîba me piranî jin in. Heval Xelîl Dag nêzîkatiyên Rêberiyatî yê dana pêşxistina jinê weke ferman didît û ji xwe re li gor hêza xwe dikir hedef. Ekiba li pişt xwe hiştî pranî jin hevalên jin pêk tê. Bi tevlîbûna jinê re, hişmendiya zayendperest ya ku di qada hunerî hatî çandin dixwest bide derbaskirin.”

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse