Jin, xwezayî û afîner in

0
8
REKLAM    

Derhênerê kurd Pîran Baydemîr bi belgefîlma xwe ya nû ‘Fecîra’ re jin, xwezaya Dêrsimê û tenêtiya wan jinan vedibêje. Belgefîlm dê di 32’yemîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de bê pêşandan. Sînemavan Baydemîr têkildarî belgefîlm û sînamayê de agahî dan. Baydemîr diyar kir ku ji ber nirxên pê bawer derbixe ber çavan dest bi sînemavaniyê kiriye.

Baydemîr, çîroka xwe ya eleqedariya bi sînemayê re wiha got: “Daxwaza min a sînemavaniyê bikim bi temaşekirina klîba Mehmet Atli ya bi navê Dengê Dilê min a di Gun TV de hat weşandin re bi tesadûfî dest pê kir. Yekemîn car min flîma bi kurdî  temaşe kir. Bi vê yekê re daxwaza min a bi zimanê xwe sînemavaniyê bikim çêbû. Pişt re min Kluba Sînemayê ya Amedê nas kir. Li vir min fîlmên Heneke, Yilmaz Guney, Godart, Halîl Dag û gelek kesên din temaşekirin û xwendin. Ez tevli atolyeya sînemayê ya Şaredariya Bajarê Mezin bûm. Piştre min Beşa Sînemayê ya Akademiya Hunerê ya Cegerxwîn a 2 salan xwend.”

HÊZA AFIRANDINÊ

Baydemîr, anî ziman ku xebata wî ya sînemayê ya pêşî Yew Roj a ku qetilkirina jinan vedibêje bû û wiha axivî: “Fîlma min a duyemîn Rezonse li ser bendavên li Dîcleyê bû. Herî dawî jî belgefîlma Fecîra ye. Fecîra bi zaravayê kirmanckî tê wateya ‘Tîrêjên rojê ên pêşî’ û wekî navê jinê jî tê bikaranîn. Jin jî wekî rojê xwedî hêz in ku jiyanê biafirînin. Li ser vê yekê min xwest vê fîlmê çêbikim.” Baydemîr, da zanîn ku 3 sal berê li Dêrsimê bi jina bi navê Devrîm re çûye gundê wan û bi kamerayê dîmen kişandine piştî vegeriyaye malê û ew dîmen temaşe kirine biryara belgefîlmê çêbike wergirtiye.

4 DEMSALÊN DÊRSIMÊ

Baydemîr bilêv kir ku di belgefîlmê de li Dêrsimê 4 demsal nîşan dane û wiha pê de çû: “Xwezaya Dêrsimê gelek bi bandor e. Mînak xaltiya Besna dema lorîk dibarand ev yek tenê nedibû lorîka xaltiya Besna dibû ya hemû Dêrsimê. Me jî xwest em wê xwezayê bi 4 demsalan bijîn.” Baydemîr destnîşan kir ku zaravayê kirmanckî yê kurdî li ber windabûnê ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ji xwe di mijara zimanê zikmakî de ji geşedanan keyfxweş nin in. Em dizanin ku kirmanckî li ber windabûnê ye. Ev fîlm ji bo balê bikşîne ser vê yekê me kişand.”

PÊŞANDANA YEKEM

Baydemîr anî ziman ku dema behsa Dêrsimê tê kirin komkujiya 38’an tê hişê mirovan. Baydemîr, da zanîn ku êşên wê demê hatin jiyîn nayên jibîrkirin. Yekemîn pêşandana belgefîlma Fecîra dê di 32’yemîn Mîhrîcana Fîlma Navneteweyî ya Stenbolê de di 9’ê nîsanê seat di 21.30’an de li Muzeya Perayê dê pêk bê.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse