Ji Koma Sînemayê ya Zanîngeha Akdenizê,”Rojên Kurtefîlman”

0
27

Koma Sînemayê ya Zanîngeha Akdenizê,”Rojên Kurtefîlman” li dardixe û armanca xwe wisa diyar dike; her ku diçe sînema ji hunerê dûr dikeve û dibe amûrek bûjenî û weke meta di bazirganiyê de tê bikaranîn. Îro, zafek mîhrîcanên sînemayê jî bivê tirs, fikar û gumanê tên lidarxistin. Armanca me ewe ku em li hemberî van mîhrîcanan bibin alternatîf; kurtefîlmên xwerû û sînemagerên afirîner derxin holê. Lê bê pêşbirk û reqabet! Bi bingeheka ku li ser rêgezên parvekirinê were rêvebirin, rojên kurtefîlmên xwe bi coş û kelecan pêk bînin.

Wê, “Rojên Kurtefîlman” di 3’iyê Adar’ê de dest pê bike û di 7’ê Adar’ê de bi dawî bibe. Dîroka dawî ya beşdarbûnê 21’ê Sibat’ê ye. Çalekiyên ku wê bên lidarxistin tenê bi kurtefîlman sînor nîne. Di heman demê de, di “Rojên Kurtefîlman” de wê çalekiyên alternatîf yên weke; panel, hevpeyvîn, atolye û hwd. jî pêk werin. Di vê çarçoveyê de, sazî û kesên ku serî li şahiya me bidin tenê ne ji bo beşdarbûna kurtefîlman, ji bo ku di navbera van rojan de/hefteyê de panel, hevpeyvîn û atolye werin lidarxistin, pêşniyarên xwe ji me re bişînin û bi me re parve bikin jî dikarin serî li şahiya me bidin. Bernameya “Rojên Kurtefîlman” wê di dîroka 21’ê Sibat’ê de (ku roja dawî ya serî lêxistinêye) diyar bibe

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse