‘Ji her demê zêdetir şanoya gel şanoya şoreşger’

0
36

TEV-ÇAND’ê bi wesîleya 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku krîza di qadên hunerê ya şanoyê de dê bi ‘şoreşa enteluektuel’ bê çareserkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji her demê zêdetir pêdivî bi şanoya gel, şanoya şoreşger heye

Duh Roja Şanoyê ya Cîhanê bû û kurdan bi çalakiyên cihêreng vê rojê pêşwazî kirin. Di çarçoveya rojê de li bakur, başûr, rojava û rojhilatê Kurdistanê lîstikên şanoyê hatin pêşkêşkirin. Akademiya

Tevgera Çandê ya Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) bi îmzeya Şanoya Çiya têkildarî rojê û ji bo bîranîna şanoger Erdogan Kahraman (Yekta Herekol) ku di roja Şanoya Cîhanê de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hevalê Yekta di 27’ê adara 2004’an de li Helebê ji bo tecrîda li ser gelê Rojava û Serokatiyê şermezar bike bedena xwe da ber agir. Şehîd Yekta ku îfadeya hunera girêdayî gel e xwe feda kiriye. Di 27’ê Adarê de bi vê çalakiya xwe bûye sembola xeta şoreşa faliyetên çand û hunerê. Tevgera Çanda kurd û şanoger peywira wan a sereke ew e ku hevalê Yekta fêm bikin û bidin fêmkirin.”

Di daxuyaniyê de li ser girîngiya şanoyê hat rawestandin û hat gotin ku wekî di hemû huneran de di şanoyê de jî nêzîkahiya çandî esas e û divê şanoya kurd li gorî çanda kurd be.

KRÎZA HUNERÊ

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser krîza di qada hunerê de û ev hat gotin: “Ev krîza zîhniyetê ye. di qada çandî de krîzek kûr pêk tê.  Ev krîz tenê bi ‘şoreşa entelektuel’ dê çareser bibe. Ji ber vê yekê divê şano li hemû qadên civakê, dibistan û dergehan hebe. Ji bo pêşvebirina şanoyê ya li Kurdistanê û rêxistinkirinê peywir dikeve ser milê me.”

ŞANO CIVAKÎ YE

TEV-ÇAND’ê da zanîn ku ew hewl didin li Kurdistanê tekeleke hunerê ava bikin û got: “Şano civakî ye. Hemû tiştên civakî exlaqî û polîtîk in. Şano ji bo civakê ya baş dike. Lê îro di şanoyê de pirsgirêka exlaq derketiye holê. Ji ber ku şano ji destê civakê hatiye girtin. Şanoya demokratîk divê li dijî êrîşên modernîteya kapîtalîst, civaka demokratîk biparêze. Şano polîtîk e.  Şano ji bo civakê; çalakiya demokratîkbûn û wekheviyê ye.

QIRKIRINA ÇANDÎ

Her wiha hat diyarkirin ku li dijî populerkirina modernîteya kapîtalîst a ku şanoyê ji ber çav dixîne, divê bi çanda kevneşopî û çavkaniyên devkî yên Rojhilata Navîn û çanda kurd re têkiliyeke mezin bê danîn û dê wê demê li dijî faaliyetên qikirinê têk neçe. Ji bo zindîkirin çandan û ji hestên gel re bibe bersiv tenê di vê esasê de pêk were.

ZÎHNIYETA HUNERÊ

TEV-ÇAND’ê bal kişand ser zîhniyeta mêr a feraseta hunera alternatîf de û got: “Di hunerê de heta ku teşhîra desthilatdariyê û serdestiyê neyê kirin, nikare bi çandê re têkiliyek baş bê danîn. Şanoyeke ku çanda kurd nasnameya kurd û têkoşîna jinan rast nede nasîn, ji pergalê cuda nîn e. Ji ber ku çanda me bi pêşengiya jinan hatiye. Desthilatdariyê, zîhniyeta mêr esas nagire.”

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse