Ji Hasan Kaya belgefîlmên medresên berê

0
34
REKLAM    

Belgefîlmê Medresên Berê, serpêhatiya Seyda, Feqî û Medres bi dîmenên balkêş, bi hevokên herikbar û bi zimanekî şîrîn vedibêje.

Zemanekî li ser wê xaka qedîm Medrese hebûn, donzdeh ilim li wan dihate xwendin. Ronahî, dilovanî, fazîlet û pakî ji wan belav dibû li çar aliyên welatê Osmaniyan.

Belgefîlm, ji ber medresên berê çi mabin, hemû tomar kirine. Qesîde, îcaze, kitêbên dest xet, secade, çîlexane, medrese, firûn û hemû bermahiyên qedîm tomar kirine.

Bi ropartajên balkêş ketiye pey rêç û şopa wan medresên qedîm. Têkiliya terîqet, ilim û mirov vedikole. Serpêhatiya wan zatên bumbarek ên kul i ser xaka me tovê ronahiyê reşandine dişopîne. Li newalê asê, li çiyayê bilind fedekariya alim û murşîdan vedibêje.

Rojek li Norşîn, yek li Oxîn, rojek li Xeyda, yek li Abiriye û Melekend, yek Qolhîsar, yek li Melekan, li Zoqeyd, Tilo, Axtepe, li Ruha, Mêrdîn û gelek deverên din, bi muderis, mîr, akademisyen, şêx û gelek kesên din re, ketiye nava pêlên dîrokê.

Medresên Berê çend rûpelên veşartî radixe ber çavan û bo îstîkbala me tomar dike. İlim, zanîn, edebiyat, çand, perwerde û sosyolojiya civaka me ya demên qedîm vedikole, neynikê dide ber û bi nifşên nûjen dide naskirin.

Belgefîlm ji aliyê BERDİMEN PRODUKSİYON ve hatiye çêkirin û derhêner Hasan KAYA ye.

Reklam

ŞIROVE BIKE

Ji kerema xwe re şîrove bike!
Ji kerema xwe navê xwe binivîse